Samsung wê berhem anîna mobayîla xwe li Çînê ragire

Samsung wê berhem anîna mobayîla xwe li Çînê ragire

Şirketa Samsung a Koryayê îro biryara xwe ragihand ku ew wê berhem anîna amîrên jîr û mobaylên xwe li wilatê Çînê ragire.

Hinek çavkanîyan ji Samsungê veguhastine ku Şirketa elîktronî a Korîya a başûr Samsung, êdî mobaylên xwe li wilatê Çînê berhem na îne, bi sedema hevirkiya bazarî ku zor berhemîn Çînî bi nirxeke herî kêm li bazara wî wilatî tên bi dest xistin.

Samsungê eşkere kir ku ew wê kar saziya xwe a çêkirina mobaylan li bajarê Hêço ê Çînî qepat bike.

Bisporên bazaran nerîna xwe li ser wê biryara Samsungê anîne ziman, ew dibêjin: gelê Çînê her dem heza wan li ser mobaylên ji berhema xomalî û ên nirxa wan kêm heye, wexta ku dixwazin jî mobayîleke giran biha jî bikirin, ew berê xwe di din Epil û Hwawîyê, lew hengavek tendiruste Samsungê avêtî.

Li gor datayan di 3 heyvên dest pêka 2019an de, asta firoştina berhemên Samsungê li Çînê tenê 1% bûn, li çav 3 mehên dest pêka 2018an gelek daketîye ku li wê demê 15% bû.

Pustên heman beş