Aramko çareser jibo şandina berhema xwe dest pê kir

Aramko çareser jibo şandina berhema xwe dest pê kir

‘Erebistana S’ûdîyê ji çareser kirina westgehên şirketa Aramko bi dawî bû û eşkere kir ku berhema wê careke din asayî dibe.

‘Ebdul’ezîz Selman ê wezîrê enerjîyê ê S’ûdîyê, îro roja pênc şemî 3/10/2019 li derbara berhema wilatê xwe daxuyanî da û got: saziyên şirketa Aramko hatine çareser kirin û asta berhema wê vegerî pêşî êrîşa ser şirketê.

Herwiha got: di niha de, asta berhema S’ûdîyê gihaye 11.3 milyon bermîlan li rojê de, ev ast weke rojên pêşî êrîşê ye.

Li 14 meha sebtembera îsal, du balefirên bê pîlot êrîş kirin ser şirketa Aramko, bi sedema êrîşê du saziyên wê ji kar ketin û asta berhema S’ûdîyê bi rêja 5.7 milyon bermîlan li kêmîyê da.

Ev çende bû sedema berz bûna nirxa petrolê, lê Emerîkayê her êkser hevsengiya bazaran parast.

Pustên heman beş