Şandeke Çînê wê jiber gomirkan biçe Emerîka

Şandeke Çînê wê jiber gomirkan biçe Emerîka

Serokê Emerîkayê îro eşkere kir, şandeke wilatê Çînê li hefteya bihê wê serdana Waşintonê bike û lihevhatina gomirkan wê danustandin liser bihên kirin.

Donald Tiramp îro roja pênc şemî 3/10/2019 di derbara aloziya bazirganiyê di gel Çînê daxuyanî da û wiha got: şandeke Çînê wê li rojên hefteya bihêt de, serdana Waşintonê bike, jibo ku danustandin li ser gomirka li ser kelupelan bihê kirin.

Hemwexta belav kirina vê nûçeyê, Tiramp ji zimanê gefê jî paşde ne çû û got: ger wilatê Çînê merca Emerîkayê bicî ne ket, Waşinton wê gelek rêkên din di dest de hebin.

Emerîka li heyvên bûrî gomirk bi rêja 10% li ser kelupelên Çînê jibo Emerîkayê danî bû û ev yek jibo egera aloz bûna têkilîyên wan ên bazirganî.

Pustên heman beş