Nirxa petrolê di heyama hefteya bûrî de, herî kêm bi qasî 5% daketîye, wate qasî 3 dolarên Emerîkî ji dest dane.
Piştî hefteyeke berdewam a daketinê, nirxa petrolê îro hinek baş bû û blind bûn têde çêbûye wexta ku bi rêja 1.4% bilind bûy, yek bermîla petrola birêntê bi 58.37 dolaran bazarê wê hebû.
Hemwexta petrola birênt, nirxa yek bermîla petrola Teksasê a rojava Emerîka, bi qasî 52.81 dolaran bazarê wê hate kirin.
Her çend ku di dest pêka hefteyê de, petrolê hinek baş bûn hevsengî a bazar bi xwe ve dît, lê belê di hefteya bûrî de, asta daketina wê bi rêja 5% bû.
Zêde avêtina berheman jibo bazarî cîhanê ji alê Emerîka ve û her wiha vegerîna berhema Erebistana s’ûdîyê bo asta pêş êrîşa ser şirketa aramko sedemên daketina hefteya derbas bûy ne.