Komara îslamî ya Îranê guh nade dorpêça Emerîkayê û li rêyekê digere petrola xwe pê bişîne bender û bazaran.
Wezîrê petrola Îranê Bîjen Zengene îro derbara mijara şandina petrolê wilatê xwe daxuyanî da û wiha axvî: “Îran wê her rêyekê bikar bîne ji bo ku petrola xwe bişîne bender û bazarên cîhanê, Tehran guh nade dorpêç û sizayên emerîkayê, petrola Îranê mafê wê ê şer’î ye”.
Emerîka ji 5 meha çirî a duyemîn a sala 2018an siza li ser Îranê sepandine, li meha Gulana sala 2019an pakêceke nû a sizayan li ser sepand û eşkere kir, pilana Emerîka zîro kirina asta şandina petrola Îranê ye.
Emerîkayê tevî ku siza li ser Îranê sepandine, huşdarî dan wlatên navçeyê ku her wilatek petrola Îranê bazirganiyê pê bike, wê bikeve ber sizayên Emerîkayê, bi wê yekê asta şandina petrola Îranê bi rêja 80% daket.
Di wê derbarê de, ajansa navneteweyî a enerjîyê texmîn kiriye ku asta berhema Îranê ji 202 milyon bermîlan jibo 40 hizar bermîlan di rojekê de daketîye.