MOSKO PÊŞNÎYAZA OPÊK A DEXLUDANÎ DİKE

Mosko pêşnîyaza Opêk a dexludanî dike

Rûsya federal pêşniyar dike, weke rêxistina Opêkê a henarde Karên petrolê, rêxistinek jibo henardeyên dexludanî were pêkanîn û zilhêzên cîhanê têde endam bin.

Cêgirê serokê hikûmeta Rûsya federal jibo karên çandinê Alêksî Cordyêf dibêje: “Mosko pêşnîyaz kiriye rêxistineke navneteweyî a mîna rêxistna Opêkê ya petrolê, jibo dexludanî were avakirin û wlatên zilhêzên cîhanê têde endam bin.

Rûsya federal evê pêşnîyazê dike ku ev welat bi mezintirîn henardekara Genimî li asta cîhanê tê hejmartin.

Cêgirê serokê hikûmeta Rûsya federal ku li sala 2009an wezîrê çandinê bû, dibêje: rêxistineke weke Opêkê jibo dexludanan, dê karîna parastina hevsengî a bazara Genimî hebe, her wiha wê siyaseta biha kirina dexludanî rêk bêxe.

Rûsya federal pêşbînî dike, ger ev rêxistin hat avakirin, wê Rûsyayê, wilatên Ewropayê, Emerîka, Keneda û Erjentînê û hejmareke wilatan li xwe vegire.

Pustên heman beş