BENKA NAVDEWLETÎ: ABÛRA ÎRANÊ WÊ 8.7% DAKEVE

BENKA NAVDEWLETÎ: ABÛRA ÎRANÊ WÊ 8.7% DAKEVE

Benka navdewletî îro pêşbînî kir, bi sedema siza û dorpêça emerîkayê, abûra Îranê bi rêja 8.7% daketinê bi xwe ve bibîne.

Li gur raporeke Benka navdewletî, abûra komara îslamî a Îranê wê di sala darayî 2019-2020an de, daketineke herî zêde bi xwe ve bibîne, sedema wê daketinê siza û dorpêça herî tund a emerîkayê ye li ser tehranê, taybet dorpêça li ser Sêktera enerjîyê.

Benka navdewletî her wiha pêşbînî kir, tumena Îranê hinekî hêza xwe li beranber dolarê Emerîkî û diravên din ji dest bide.

Benka navdewletî ev rapor îro pêncişemî 10/10/2019an belav kir, lê belê wezareta darayî a îranê tu komêntek di derbara wê de nebelavkir.

Wîlayetên yek bûy ên emerîkayê ji Gulana sala 2018an siza li ser Îranê sepandine, li meha çirîya duyemîn a heman salê, pakêceke din sepand û di îsal de dorpêçeke herî dijwar li ser Sêktera enerjî a Îranê sepand, serokê Emerîka dibêje: “amanca wan zîro kirina asta henardeyên Îranê ên petrolê ye”.

Pustên heman beş