Çima PKK e bêdenge û li hewara Rojava Kurdistanê naçe?!

ÇIMA PKK’E B ÊDENGE Û LI HEWARA ROJAVA KURDISTAN Ê NAÇE?!

Paş ku rewşa rojava kurdistanê alozîyeke herî mezn bi xwe ve dîtî ji encama êrîşa dewleta dagîrkar a Tirkiyê û gel li rojava rastî nehametî û derbederî û kuştin û mal wêran kirinê bûy, lê belê PKK’e bi hemû awayekî bêdenge, ev yek di demekê deye ku çendîn caran seranên PKK’ê gef li Tirkiyê xwarine ku ger derbasî rojava bibe wê PKK’e şerê çekdarî bibe nava bajarên Tirkan de.

Lê niha tê dîtin ku bi hemû awayekî Tirkên dagîrkar zulm û sîstemeke herî mezn beranber gelê rojava dikin û PKK’e her weke di şaxa Ga de nivistî be, dengê wê tuneye ne bi başî ne bi xirabî, ev yeke dibe sedem ku pirseke herî girîng li serê mirov de dirist bibe, ev pirs jî eve: çima PKK’e bêdenge?!

Çima PKK’e mîtînga milyonî li bakûr pêk naîne

PKK’e li şûna çalakiyan li dijî Tirkên faşîst encam bidin, li şûna çalakiyên xwe li nava bajarên mezn ên Tirkan encam bidin û li şûna gelê kurd ê bakûr rake ser xwe bi mîtîngên milyonî weke mîtîngên ji bo Cejna Nevrozê li Amedê û li bajarên Ewropayê saz dike, tê û hewl di de rewşa başûr têk bide, PKK’e li bakûra kurdistanê yek çalakiyê encam nade, lê li başûr hewl dide alîgrên wê mîtîngan saz bikin û êrîşî konsolxaneya Tirkiyê li Hewlêrê bikin, PKK’e li şûna li Istanbulê û Enqerê êrîşî dewleta Tirk bike, li navçeyên sînorî ên di navbera başûr û bakûra kurdistanê de, çalakyan di meşîne.

PKK’e li şûna di hewara rojava biçe, daxwaza pereyan jê kiriye

PKK’e li şûna hewl bide ger bi şer jî nebe bi pereyan alîkarya rojava bike, daxwaza pereyan li rojava dike, ev pere bo çi û bo tu kesekê ne, tu kes nizane, lê li gurey zanyariyên taybet ên pêgeha Darka Mazî, Aldar Xelîl  endamê desteya cêbcîkar a TEVDEM’ê ser bi PYD’ê ve di germe germa şerê gelê rojava ê li himber dewleta faşîst a Tirkiyê, hewl daye bi rêya birayê xwe pereyeke gizaf ji Qendîlî re bişîne, lê belê ev hewla wan rastî şikestinê hat paş ku birayê Alder Xelîl ji aliyê zalgeheke şervanan ve tê desteser kirin pêş ku rojava bicî bihêle, tê zanîn ev karê Aldar Xelîl bê haydar kirina PYD’ê û balê serbazî (YPG-YPJ)ê.

Her wiha niha nakokîyeke mezn di navbera PKK’e a rojava û PKK’e a bakûr de dirist bûye li rojavayê kurdistanê jiberku şervan wiha difikrin ku PKK’e xwe ji şer dûr digre û giraniya şer li ser milên şervanên rojava û xelkê sivîl hiştine.

Pustên heman beş