PYD’Ê ÊMANATÊ RADESTÎ REJÎMA SÛRİYÊ DİKE

PYD’Ê ÊMANATÊ RADESTÎ REJÎMA SÛRİYÊ DİKE

Siyaseta tekalî û hildana wêneyê Ocalan û jidestdana statoyê

 piştî 7 salên pir xwînawî ên şerê berhingarbûna terorê, 11 hezar şehîd û 24 hezar birîndarên şer ku piranî a herî zêde xort û lawên kurd bûne, Partiya yekîtiya demokratîk cenga bi wekalet bi dawî kir û êmanet (rojava kurdistanê) radestî xwediyên wê rejîma Sûriyê dike, weke çewa hevalên wan ên qendîlî ku bi seywana mezn tê naskirin, bakûra kurdistanê ji bo dagîrkarên Tirkiyê hêştî.

PYD’e li rêyekê digeriya sersax ji rewşê derkeve

PYD’Ê ÊMANATÊ RADESTÎ REJÎMA SÛRİYÊ DİKE

Digel destpêkirina êrîşa dagîrkarî a Tirkiyê li 9 Oktobera sala 2019an, hêzên Sûriya demokratîk HSD’e ku YPG’e a balê leşkirî ê PYD’ê piranya wê hêzên pêktîne, li rêyekê digeriya sersax ji rewşê derkeve, heya duh roja yekşemî biryar day li gel rejîma Beşar Esed lihevhatinekê pêk bîne, lihevhatin çêbû, lê belê ew bi destpêkeke herî xirab ji rûyên leşkirî, siyasî û dîrokî ve tê bi nav kirin, wate destpêka jinavçûnê.

Partiya yekîtiya demokratîk û balê wê ê leşkirî  ji destpêka şerê nav xwe ê Sûriyê, lihevhatinek digel rejîma Sûriyê pêk anî, ew lihevhatina cengê bû, di karîn deye bi (cenga bi wekalet) were nav kirin, PYD’ê li sala 2012an erka parastina rojava kurdistanê ji rejîma Sûriyê wergirtbû, hikûmeta Sûriyê li wê demê ji wan xwast, parastina bakûra Sûriyê erka wan be, PYD’e û balê wê ê leşkirî YPG’e, her di zû de derbas meydana şer dibe, cengeke bê wêne li dijî terorê kir, lê belê di rastî de, rejîma Beşar Esed xwedyê berjewenda evê cengê bû.

YPG’ê navçe bo navçe rizgar kirin, heya derketina rêxistna terorîstî a DAIŞ’ê û êrîşa wê a hovane li ser rojava kurdistanê, YPG’e neçar bû wê cengê li du enyan birêve bibe, enyek li dijî DAIŞ’ê  û enyeke din li dijî giropên terorî ên mîna (Nusre) û paşmayên Qa’îde, YPG’e li sala 2014an tevlî cenga dijî DAIŞ’ê  dibe û li yekem westgeha şer ku herêma kobanê bû, YPG’ê hevsengî a hêzê ji dest dide û terorîstan pranî a kobanê dagîr kir, heya wexta ku pêşmergê kurdistanê li hawarê çûy ku li gel gihiştina pêşmergehan bo enya kobanê, hevsengî a hêzê careke din hat guherîn û di wexteka herî kêm de, pêşmerge karî kobanê bi gundên wê ve ji terorê dûr bike.

Ji dest dana statoyê 11 hezar şehîd û 24 hezar birîndar

PYD’Ê ÊMANATÊ RADESTÎ REJÎMA SÛRİYÊ DİKE

Piştre û li sala 2015an û ji bo ku YPG’e şer’îyetek hebe û civaka navneteweyî wan weke Cengawerên dije terorê nas bikin , hêza bi navê (Sûriya demokratîk) hat avakirin , bîroka ewê hêzê ew bû ku şervanên kurd û mîlîşyayên Ereb, Aşûrî, Siryanî têde bin û weke hêzeke rêxsitî tevlî cenga li dijî terorê bibe.

Lê belê di wê hêzê jî de ku navê (HSD’e) lê hat kirin , YPG’e hêza sereke û herî zal bû têde, wan rêya seywana xwe PYD’ê girtin û kanê çewa aliyên siyasî ên kurd yek bi yek ji xebat û meydana siyasî a rojava kurdistanê dûr kirîn, wan roj bi rojê rêja xwe di pêkhateya HSD’ê de mezintir kir.

Li wê salê şerê DAIŞ’ê  herî dijwar bû, HSD’e û bi piştgirî a hevpeymanî a navneteweyî a li dijî terorê ceng kir, bajar û bajarokên rojava kurdistanê û bakûrê rojhilata Sûriyê yek bi yek ji opozîsyona Sûriyê, mîlîşyayên tekfîrî, piştre ji DAIŞ’ê  rizgar kirin , weke, ‘Efrînê li bakorê rojavayê Sûriyê, Minbicê, piranî a Reqqe, Tebqe, kobanê, Girê Sipî, ‘Eyn ‘Îsa, Serê Kanîyê, Heseke, Qamişlo, her wiha Dirbasiyê, Şedadîyê û bi dehan bajarokên din. YPG’ê û piştre HSD’ê ta bi dawî bûna şer û hemwext dagîrkarî a Tirkiyê li ‘Efrînê, 11 hezar şehîd û 24 hezar birîndar dane, piranî a herî zor a vê hejmarê xurt û lawên rojava kurdistanê bûne, encama wê qurbanîyê jî avakirina herêm û Kantonan, piştre rêveberiya xweser, lê ew hewlên wan ne bûne hêvênê avakirina kîyaneke kurd ê bi navê rojava kurdistanê.

PYD’e ku parta desthilatdar a tekalî a rojavaye, wê di salên xebat û tekoşîna xwe da tev part û tevgerên wilat parêz dûr kirin, her çend ku serkirdatî a başûrê kurdistanê li wê demê bi rêberatîya Barzanî bi lihevhatinên hewlêr û Dihokê hewl dan, yekgirtina part û aliyên rojava bke, lê PYD’ê herdu lihevhatin pêşêl kirin, wan rojava tekalî birêvebir, biryara parta karkerên kurdistanê PKK’ê jî li ser zal bû, lewma ew zenga xetera jinav çûna rojava bû.

PYD’ê baş fam dikir ku hildana wêneyên Ocalan wêran wê li pey be

Piştgermî a PYD’ê bi PKK’ê û wergirtina fermana ji qendîlî, rê ji bo hatina Tirkiyê bo rojava kurdistanê xweş kir, her wek PYD’ê ne dizanî ku hildana wêneyên Ocalan wê îstifzaza Tirkiyê bke û rê jibo dagîrkarîyê veke, wê baş fam dikir, Tirk wê derbasî rojava bibe.

Li rojên bûrî arteşa Tirkiyê êrîşa ser rojava bi behaneya herêma ewlehiyê da meşandin, her di zû de HSD’ê hest bi tirsê kir û pena ji bo rejîma Sûriyê bir, piştî 5 rojên êrîşê her rica ji Rûsya federal kir navgîniyê di navbera wê û Dîmeşqê de bke, ew bû li 12/10/2019an hinek berpirsyarên HSD’ê û hikûmeta Sûriyê civîyan, ew civîn a lihevhatina vegerandina êmanetê bû, ew êmaneta li destpêka aloz bûna rewşa Sûriyê li 2012an radestî wan bûy.

HSD’ê û rejêma Sûriyê lihevhatin kir, her çend ku berpirsyarên HSD’ê dibêjin ku ew tenê jibo mebestên leşkirî ne, lê belê di rastî de, ji rûyê siyasî û dîrokî jî ve, bi şikestin tê hejmartin.

Arteşa Sûriyê wê bi dirêjahiya sînorê Tirkiyê û rojava kurdistanê bicî be

PYD’Ê ÊMANATÊ RADESTÎ REJÎMA SÛRİYÊ DİKE

Naveroka lihevhatina HSD’ê û rejîma Sûriyê, van xalan li xwe digire:

  • Arteşa Sûriyê li tev navçeyên sînorî ên navbera Tirkiyê û Sûriyê da werin cêgîr kirin.
  • Arteşa Sûriyê wê biçe nava bajarên kobanê û Minbicê.
  • Arteşa Sûriyê wê biçe nava Tebqe, Bendavên Firatê, Mensûre ku dikevin ser çemê Firatê li Reqqe, herweha palawgehên petrolê ên Dêrazûrê wê radestî Sûriyê bihên kirin .
  • Arteşa Sûriyê ji hêzên Sûriya demokratîk xwastiye, ta îro roja duşemî demjimêr 15:00 Qamişloyê radest bikin.
  • HSD’e razî bûye bajarên rojava bi hevbeşî digel rejîmê werin birêvebirin

Li gorî zanyarîyên taybet ên Darka Mazî yê ku ji çavkaniyên xwe ên rojava wergirtine, ji niha de îdareya bajarên rojava wê bi hevbeşî di navbera HSD’e û rejîma Sûriyê de were îdare kirin , her wiha HSD’ê tev kemîneyên di nava pêkhateya xwe de ji Ereb û Kiristîyanan haydar kirine peywendîya wan digel HSD’ê de tuneye û biçin tevlî arteşa Sûriyê bibin.

Lê belê tişta ku herî guman li pey xwe anî, çaverê dhat kirin , her yek ji wlatyên fransa û elmanya îro leşkran ji bo ragirtna şer rewaney bakûrê Sûriyê biken , lê belê HSD’ê bi lez û bez qesta dîmeşqê kir û lhevhatin dgel rejîma Sûriyê kir ji bo ku ew plana fransa û elmanyayê rastî şkestinê bibe.

Bi vê lhevhatnê, rojava kurdistanê êdî weke stato lê na hêt temaşekirin , ji rûyê leşkirî ji dest çûna navçeyê ye, ji rûyê siyasî ve vegerîne bo destipêka şorşa Sûriyê û sala 2012an, ev yek jî bi radestkirna emanetê bo xwedyên wan tê naskirin, ew emaneta PYD’ê cenga bi wekalet bi xuyna 11 hezar lawên kurd di 7 salên derbasbûîy de ji bo meşandî.

Pustên heman beş