Armanca sereke ji îxaneta 16-ê Oktoberê çi bû?

Paş ku biryara Referandûmê ji aliyê partiyên siyasî yên herêma Başûrê Kurdistanê bi seroktiya Mes’ûd Barzanî serokê wê demê yê Herêma Kurdistanê hat dayîn, dewletên herêmî mîna (Tirkiyê, Îranê û Îraqê) her zû ketin cebhe girtinê li dijî vê bûyera dîrokî ku Kurdan bi tevahî biryar li ser dabû, van dewletan her zû bi rêyên dîplomasî hewla ji bin birina vê piroseya dîmokrasî da.
Ji wan hewlan hevdîtna zû bi zû a serokwezîrên van dewletan û wezîrên berevaniyê bû, her wiha paş ku van gefan Kurd ji biryara xwe paşgez nekirî bi rêya gefa birçî kirina xelik û girtina deriyên sînorî û balefirxaneyan, xwast Kurdan li biryara xwe paşgez bikin, lê belê Kurd li ser vê yekê mukir bûn û li 25/9/2017an û di keşeke demokrasî de, 92.73٪ ji gelê Başûr biryar li ser serxwebûna Kurdistanê da, hewlên dewletên dijmin bê feyde bûn û Kurdan biryara xwe da.
Piştî Referandûmê, dewletên herêmî manorên xwe ên siyasî derbasî manorên leşkirî kirin û bi lihevhatineke sexte ligel giropeke nav Yekîtiya Niştîmanî a Kurdistanê YNK’ê de, ku piştre ev girop ji aliyê Kosret Resûl Elî yê sekerterê yekemînê YNKê bi giropê “Kalfaman” hat naskirin, karîn pitir ji nîva xaka başûrê Kurdistanê dagîr bikin.
Ev lihevhatine bû sedem ku dewleta Iraqê bi behaneya sepandina yasayê bi hevbeşî ligel Supayê Pasdarên Îranê û Heşda Şebî û Hizbullah a Libnanî ji aliyê başûra rojava yê Kerkûkê, li saet 2:30 şeva 16ê Cotmeha sala 2017an de, êrîşî Pêşmergehan bikin.
A rast li destpêkê êrîş hat têk şikandin
A rast li destpêkê êrîş hat têk şikandin û 7 erebeyên hemer ên Heşdê û arteşê hatin jinavbirin û 14 çekdar jî hatin berteref kirin, bi wê yekê ewan fam kir ku hatina nava Kerkûkê bi şer kareke herî bi zehmete, neçar man rêya 2yan bi kar bînin ku ev rêye çol kirina hinek ji eniyên Pêşmerge bû ku rojekê berê anku li 15/10/2017an bi rêya rakirina astengan li ser pira Meryem Beg hazirî jêre kiribû, li vir bo ku arteşa dagîrkar hat nava Kerkûkê de û bêy ku teqe bike Pêşmerge dorpêç kirin.
Li başûrê rojava yê Kerkûkê Pêşmerge haydarî çolkirin û hatina arteşê bo nava Kerkûkê nebûn, her jiber vê yekê 25 Pêşmerge dikevin kemîna Heşdê û her hemû şehîd dibin. Bi vî awayî Kerkûk tê dagîr kirin û arteşa Îraqê digel kirê girtî ên xwe hewl da ber bi Hewlêrê herin, lê li Pirdê tûşî sikestineke dîrokî hatin ku paşde emê li ser wê dastanê bi peyvin.
Piştî 16 ê Oktoberê Herêma Başûr li ber xeterê bû

Armanca sereke a pîlana 16 ê Oktoberê bikîn
Paş ku Kerkûk hatî dagîr kirin bi neçarî Pêşmerge ji sînorê (Mexmûr, Şingal û Zimar) û navçeyên din paşve vekşîn ta ku bikaribin armanca sereke a dewletên herêmî têk bişkênin ku ew amanc jî dagîr kirina Hewlêra paytext û desteser kirina Mes’ûd Barzanî û jinavbirina statoya Herêma Kurdistanê bû, ger ev yek pêk bihata tu tiştek bi navê Herêma Başûrê Kurdistanê nedima û hikûmeta Îraqê da mîna parêzgehên din yên Îraqê reftarê bi bajarên (Duhok, Hewlêr û Silîmaniyê) re bike.
Li roja 16 ê Oktoberê de, Arasê Şêx Cengî di nava hêzên dagîrker de ji bo medyayê daxuyanî dan û ragihand, artêş ber bi Hewlêrê diçe, a rast her bi vî awayî bû, lê li Pirdê Pêşmergeyan rê li arteşa dagirker girt û karîn êrîşa wan têk bişkînin, Îran û Îraq li benda têkşikandina Pêşmergehan bûn li Pirdê daku ew hêza Îranê û Îraqê ku bi çavsaxiya hinek Kurdan li Hîran û Nazenînan bûn li wî alî êrîşî Hewlêrê bikin û dawiyê bi Başûrê Kurdistanê bînin, bi vê yekî da amanca Îraq û Îranê pîk bihatiba.
Gelo di vê navberê de armanca Tirkiyê di beşdarî kirin di vîê pîlanê de çi bû?
A rast Tirkiyê 2 armancên sereke hebûn ku ew armanc jî ev bûn:
1- Der kirina hêzên PKK li Kerkûkê û rê nedan bi vegera wan.
2- Qut kirina Rojava Kurdistanê ji Başûra Kurdistanê, jiberku Tirkiyê hemû rê li Rojava girtibûn take rêya nefes hilkêşana Rojava deriyê Sêmalka bû ku di nava sînorê deshlatdariya Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê de bû.
Paş 4 salan ji pîlana 16 ê Oktoberê ev pîlane hêjan berdewam dike, lê belê ev care bi şêwazeke nû, ew jî dagîrkirina Rojavayê Kurdistanê
ji hêela Tirkiyê ve ye .