Li dijî serokê PAK ê Huseyîn Yêzdanpana û malbata wî di çapemenîyê de kampanyayeke reşkirinê hatiye destpêkirin. Çavkaniya vê kampanyaya reşkirinê PJAK e, pêkhateya PKKe ya hilweşîyayî li Rojhilatê Kurdistanê.
Serokê PAKê Huseyîn Yêzdanpana yek ji kesayetên siyasî yên herî populer ên bizava sîyasî-leşkerî ya Rojhilatê Kurdistanê ye. Huseyîn Yêdanpana û malbata wî, ku bi çalakiyên xwe yên leşkerî û siyasî yên berbiçav tê nasîn, bi salan e ku dibin hedefa dewleta Îranê. Di 4 ê Tebaxê de, kurê Huseyîn Yêdanpana, Mukrî Yêdanpana, berpirsê têkiliyên derve yê Artêşa Millî ya Kurdistanê, hate terorkirin. Mukrî Yêzdanpana, ku bi giranî birîndar bû hê jî di bin cavdêrîya bizîşka da ye.
Niha, Huseyîn Yêdanpana û malbata wî, ku berê ji aliyê dewleta Îranê ve dihatin hedefgirtin, ji aliyê PKKê ve têne hedefgirtin. Malbata Yêdanpana û ew bi xwe, ku bi daxuyaniyên xwe yên radîkal û bandora xwe li Rojhilatê Kurdistanê tê nasîn, bi nûçeyên derew û vîdyoyên çêkirî têne hedefgirtin.
Jinekî Azerî wekî Keça Huseyîn Yazdanpana, hat Pêşkêşkirin
Li gorî hesabên medyaya civakî yên girêdayî PKK-PJAK ê, vîdeo têne weşandin û têde jinekê weke keça Huseyîn Yazdanpana servîs dikin. Di vîdyoyan de, jinek tê dîtin ku bi mêr û zarokê xwe re li Stenbolê digere, ala Tirkiyê bilind dike û evîna xwe ji bo Tirkiyê diyar dike û dibêje, “Xwezî ez Tirk bûma.” Tîma teknîkî ya Darka Mazî eşkere kir ku vîdyo yên jineke Azerî ya Îranî ne û ne keça Husêyîn Yazdanpana ye. Ji aliyekî din ve, hesabên bi heman rengî vîdyoyan parve dikin ku nîşanên jiyanek luks a ku ji Huseyîn Yazdanpana re tê vegotin nîşan didin. Ev hesab îdîa dikin ku dema ku Yazdanpana jiyanek luks dijî, şervanên wî yên Pêşmerge birçî ne. Çavkaniyên PAKê û çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê yên ku me pê re têkilî danî diyar kirin ku vîdyo rastiyê nîşan nadin û Huseyîn Yazdanpana di şerê DAIŞê û êrîşên Heşdî Şebî yên li ser Hewlerê de li kêleka Pêşmerge yên partiya xwe di berxwedanek mezin kir. Heman çavkanî her wiha diyar dikin ku Yezdanpena ji ber gefên Îranê û tîmên kujer ên Îranê ji rehetî û luksên mirovekî normal sûd wernegirtiye û bi berdewamî jiyaneke bi metirsî dijî.
PJAK polîtîkaya PKKê ya ku ji bilî xwe her kesî wek sîxûr îlan dike didomîne
PJAK bi hincetên konjektural beşdarî tifaqa partiyên Rojhilatê Kurdistanê bû ku di 22 ê Sibata 2026 an de hatibû ragihandin. Lê helwesta wê ya di nava tifaqê de, li hundir û derve jî, li ser esasê sûdwergirtina ji tifaqê û qelskirina wê ye. Ev ne rewşeke nû ye. Siyaseta PJAKê ya astengkirina partiyên Rojhilatê Kurdistanê, dijminatiya wan û reşkirina serokên wan, bi damezrandin û siyaseta PKKê ve girêdayî ye.
PKKê ku bi talîmata Ocalan a “Partiyên ku dê welatên kolonyalîst demokratîk bikin ava bikin” li çar parçeyên Kurdistanê rêxistinên beşê ava kir, di 13 ê Cotmeha 2003 an de PJAK li Qendîl ava kir.
Di peymana stratejîk a ku Cemîl Bayik bi Îtlaatê re li gundê Sûredê yê Qendîlê di zivistana 2004 an de çêkiribû, hatibû destnîşankirin ku PJAK bibe akvaryûmeke ku dewleta Îranê tê de Kurd lê kom bike.
Erka giştî ya PJAKê ew bû ku nehêle kurdên Rojhilatê Kurdistanê ber bi pêkhateyên radîkal ve biçin û rê li rêxistinên netewperwer ên Rojhilatê Kurdistanê bigire.
Ev erka PJAKê xêzkirina hemû xebatên siyasî û leşkerî yên piştî wê dîrokê pêk anîbû diyar kir. Ji sala 2004 an heta îro PJAKê rê nedaye partiyên Rojhilatê Kurdistanê ku li ser sînor baregehên Pêşmerge ava bikin. Ji gel re jî propaganda kir ku partiyên Rojhilatê Kurdistanê paşverû, gendel û lawaz in.
Ev siyaseta PJAKê hem bi erkê ku Îranê dabû PKKê ku PJAKê ji bo gelê Rojhilatê Kurdistanê weke akvarîyûm bikar bîne, hem jî bi siyaseta PKKê ya ji nav birina qezîya Kurdî re hevaheng bû.
PKKê di dîroka xwe ya 50 salî de ji xeynî xwe, ji kolonyalîstan bêtir dijminatiya pêkhateyên kurdan kirîye.
Êrîşên ku îro PJAK di şexsê Huseyîn Yezdanpena de pêk tîne, bi rastî jî bi vê siyasetê re li hev tê.
Tê pêşbînîkirin ku PJAK bi bikaranîna derfetên medyayî û ezmûna endezyariya civakî ya PKKê, hêdî hêdî heman helwestê li dijî hemû partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî bike.
Lê mixabin heta niha jî partiyên Rojhilatê Kurdistanê bi têra xwe li ser erka rastîn a PJAKê ronakbîr nebûne û li hember van planên veşartî nekarîne stratejiyeke rast pêş bixin.