Hevpeyvîneke Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di 17ê Îlona 2026an de di Nûçe TVê de hat parvekirin, Bayik di vê hevpeyvînê de weke hercar nirxandinên xwe yên bê nirx li ser komeke mijarên girêdayî kurdan kirin, wî bi zelalî û bêy ku şerm bike behsa vê yekê kir ku ew dewletê ji boy kurdan naxwazin û hebûna dewletê azadiyê ji kurdan re naîne, her wiha bi zelalî destnîşan kir ku ew naxwazin sînorên dewleta Tirkiyeyê biguherin.
Ev hevpeyvîna Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ya ji bo Kanala Nûçe TV, di aliyê felsefeya siyasî, stratejiya leşkerî û hestên neteweyî de şikestineke kûr û nakokiyeke mezin derxist holê. Ji ber ku dema gelê kurd li benda helwesteke PKK’ê ya xurt bû li dijî dewletên dagirkerên Kurdistanê, berevajî bi zelalî diyar bû ku PKK’e û rêveberên wê bi temamî li gorî paradîgmaya rêberê xwe teslîmî dewleta Tirk bûne û vê yekê jî naveşêrin, nirxandinên bê nirx yên Bayik ne tenê pirsên gelekî giran di mejiyê civakê de çêkirin, belku di heman demê de birînên gelekî kûr di dilê bi hezaran malbatên şehîdan û birîndarên vê rêyê de çêkirin û gelê kurd xist nav tirs û dilgiraniyeke kûr.
Yek ji xalên herî birîndarker di gotara Bayik de, nêzîkatiya beramberî têgeha “Dewlet”ê bû. Bayik ji aliyekî ve radgihîne ku dewlet amrazekî zext û înkarêye ku çi azadiyê nade kurdan, lê li aliyê din gelekî bi hêsanî dibêje: “em naxwazin dewleta Tirkiyê parçe bikin û dewletekê ava bikin.” ev daxuyanî birîneke kûr di dilê civaka kurd de vedike; ji ber ku gelê kurd bi dehan salane her tiştê xwe di rêya azadî û rizgariyê de daye, gelê kurd bi hezaran zarokên xwe di vê rêyê de feda kirine, bi milyonan kurd koçber bûne û bi hezaran gund jî hatine şewitandin ev hemî tev di rêya azadiya kurd û Kurdistanê de bûn, ev gel gava dibîne ku armanca dawî tenê parastina sînorên dagirkeran e, bi êşeke giran û hestên xapandinê re rû bi rû dimîne. Eger dewlet zextkare û mafan nade, çima divê kurd bibin parêzvanên heman wan sînorên ku ew li ser xaka wan zincîr kirine?
Nakokiya duyem a ku hesta neteweyî êşand, nêzîkatiya du rû ya li beramberî hêzên leşkerî yên kurdan e. Bayik entegrebûna YBŞê ya di nav sîstema leşkerî ya Îraqê de wekî “gaveke baş” dinirxîne û piştgiriyê dide nêzîkbûna HSD’ê bi rejîma Sûriyeyê re, lê gava mijar dibe Yekîtiya Navxweyî a Kurdistanê, dergeh tên girtin û divê her tişt li gor xwastek û berjewendiyên PKK’ê be, ger na ti tiştek bi navê yekîtîya netewî namîne. Ev helwest dilê gelê kurd dişewitîne: çima PKK’e amadeye xurt û keçên kurdan teslîmî wan dewletan bike ku destên wan bi xwîna Enfal û komkujiyan sore, lê red dike ku wan entegreyî saziyên neteweyî yên herêma Kurdistanê bike? Ev reva ji biratî û yekîtiya xaka xwe, xencerê li hêviya yekîtîya neteweyî dixe.
Bayik û serok û rêxistina wî, entegrasyona hêzên leşkerî bi taybetî yên girêdayî PKK’ê bi tev dewletên dagirker re dixwazin, ji bo vê yekê jî destberdarî her tiştî dibin û bi hêsanî teslîm dibin, lê belê dema behsa Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê kirin, di serî de PKK’e diranên xwe tûj dike û bi tu awayî nakeve bin yasayên hikûmeta herêmê, ne bi tenê ev, Bayik û rêxistina wî astengên herî mezin û bi bandor in di rêya yekîtîya netewî ya kurdan de, lê dibêje em bêy şert amadene bo yekîtîya netewî!
Kes nizane Bayik û rêxistina wî behsa kîjan yekîtîya netewî dikin, ji xwe hûn li dijî dewleta netewî ya kurdan e, hûn neteweyîbûnê weke paşverûtî dihesibînin, wê demê çima hûn ewqas behsa yekîtîya netewî dikin? Her tişt zelal e, bi tenê ev hevûk ji boy xapandina kurdan tê bikaranîn, ger na çawa dibe kesek li dijî dewleta netewî be ji boy gelê xwe, daxwaza entegrebûna bi dagirkerên welatê xwe re bike û di heman dem de behsa yekîtîya netewî bike? Gelo yekîtîya netewî ya kurdan wê bi entegrebûna di nava dewletên dagirker de wê pêk were?
Tişta herî balkêş û bi nakok di hevpeyvîna Bayik de rexnekirina Mezlûm Ebdî bû, Bayik got, “nedibû Mezlûm Ebdî bi wezîfeya şêwirmendê Ehmed Şera razî bibûya”. Lê belê Bayik behsa Ocalan nake ka çawa bûye şêwirmenê Erdogan û rênîşanderê wî ji boy binxistina kurdan di nava Tirkiyeyê de di bin navê entegrasyon û civaka demokratîk de. Ya rast hem şêwirmendiya Mezlûm Ebdî û hem jî ya Ocalan bi temamî dişibihin hev û çi cudahiya wan ligel şêwirmendên Sedam Husên tune ye. Bêy guman Mezlûm Ebdî şêwirmendiya Ehmed Şera di bin sîya telîmat û biryarên PKK’ê û Ocalan de qebûl kiriye û ew nikare bêy biryara Qendîl û Îmraliyê tu gaveke biçûk jî bavêje.
Bi Kurtî û Kurmancî, weke hercar bi qasî ku tevlîhevî û nakokî di nava axaftinên Bayik de hebûn, ewqas zanyariyên nû û rêyên çareseriyê tunebûn.