Pêş 16ê Oktoberê gropa îxanetê çi hengav avêt bûn?
Bavêl Talebanî serkirdên yekîtiyê her yek bi awayekî li ser îxanetê razî kirbûn
A rûhin û eşkere ye ku ji sedema îxaneta baleke diyar di nav yekîtiya niştîmanî a kurdistanê de, li pêş 16ê Oktobera sala 2017an, herêma kurdistanê beranber hinek destkeftên madî û sozên bê binema bi tevahî hatbû firoştin bi dewletên dijmin, lê belê ev pîlan bi tevahî nehat bicîkirin, jiber wê berxwedana pêşmergehan li enyên şer li Pirdê û Sihêla û Mehmûdîyê.
A li 16ê Oktoberê hatî wicudê, Derencama îxaneteke ber wext bû ku ji aliyê Cot Pismaman (Lahor Şêx Cengî û Bavêl Talebanî) bi hejmareke herî zêde a endamên serkirdatiya YNK’ê dayî îmze kirin, lê ev îmze kirina hinek ji endaman ji nefamîya wan nebûye, belku her yek bi awayekê hatye razî kirin îmzeyê liser wî îxanetê bikin ku emê li vir hinek ji wan alavan behis bikin:
Serkirdeyên YNK’ê digel leşfiroşên Îranê hatbûn vîdyo kirin
1-pêş 16 Oktoberê, bi rêya bandeke jinên leşfiroşên îranî ku di nava wê bandê de hinek Keçên kurd ên rojhilata kurdistanê jî hebûn hinek rayedarên leşkirî ên YNK’ê hatin xapandin û dîmenên karên wan ên neşerî digel wan keçan li vîleyên taybet ên wan rayedaran de hatin wêne kirin, heya ku paş li dijî wan bihên bikar anîn eger hat û bi biryara cot Pismaman razî ne bûn li dema paşde kişana pêşmergehan li enyên şer li Kerkûkê, ev plan ji aliyê Dezgeha zanyarî bi hevbeşî digel Dezgeha îstexbaratî a Îranê (îtîlaatê) hat pêk anîn.
2-pêdana çendîn pile û post û pereyan bi hinek berpirsên leşkirî ên ku cot Pismaman nekarîn bi rêya keçikan bandorê liser wan bikin û bêxin telha xwe.
3-gef kirin bi kuştina hinek ji rayedaran ku bi rêya herdu xalên bera niha hatî bas kirin neketiye dest Cot Pismaman.
4-gef kirin li hinek rayedaran bi bêromet kirina şerefa malbatên wan.
38 endamên komîta serkirdatiya YNK’ê lihevhatina îxanetê îmze kirbû
Piştî îmze kirina îxanetê ji aliyê 38 endamên serkirdatiya YNK’ê ku kurê mam Celal “Bavêl” bi xwe li ser ekranên telefizyonên cîhanî danpêdan bi vê yekê kir yekîtiyê çendîn kar encam dabûn ji bo serketina vê îxanetê, ji wan karan ev bûn ku 3 rojan bera 16ê Oktoberê anku li roja 13ê Oktoberê yekîtiyê her hemû çekên gran li Kerkûkê vekşandin, li roja 14/10/2017an li navçeya (Mekteb Xalîd) bi arasta rêya (Daqûq – Kerkûkê) hemû enyên pêşmerge hatin çol kirin, herçend ev eniye pir mukum bûn, ji ber ku ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê hatbûn ava kirin, bi vekşandina pêşmergehan û dirist bûna nerazîbûneke tevahî ji aliyê gelê başûr, seranên balê Xaînên Oktoberê ragihand ku ev yek taktîkeke leşkirîye ji bo rû bi rû bûna arteşa Iraqê û heşda şebî ger êrîşî ser Kerkûkê bikin, berpirsê enya 5 a rojava Kerkûkê seredana enya 4 dike ku li wê demî (Şêx Cehfer Şêx Mistefa) jî li wê derê amade bû, berpirsê enya 5 ji şêx Cehfer dipirse erê gelo çima hûn paşde vedkişin?! Lê şêx Cehfer di bersivê de dibêje (ez tu tiştekî nizanim, Westa Resûl berpirsê enyê ye bila ew bersivê bide, paş Westa Resûl dibêje: (serkirdatiya siyasî a me “YNK” digel Iraqê lihevhatinek îmze kiriye û emê şer nekin û sibe wê arteşa Iraqê li ciyê me be, hûn jî azadin şer bikin yan ne)…!
Pîlan bi vî awayî bû ku fermandareke yekîtiyê bi navî “Remezan Dîkonî” rê li ber arteşa Iraqê û heşda şebî vekit û bi vê yekê arteş bigehe pişta gundê Qereder ku baregehê sereke ê enya 5an ê Kerkûkê dikeve wir û her hemû pêşmerge bihên komelkuj kirin, lê belê ev fermandare bi tu awayekê razî nabe û jêre dibêje: (Ezê tu caran îxaneteke bi vî awayî encam nedim ger serê xwe jî li ser danim).
A rast ger hemû Fermandarên yekîtiyê weke fermandar “Remezan Dîkonî” bihizrîbane wê tu caran arteşa dagîrkaran nikarîban ne Kerkûk a dilê kurdistanê dagîr bikin, ne jî tu buhisteke din ji axa pîroz a kurdistanê bi postalên xwe ên qirêj pîs bikin.