LİHEVHATİNA EMERÎKA Û TİRKİYÊ KURDÊN ROJAVA BÊ DESTHİLAT HİŞTİN

LİHEVHATİNA EMERÎKA Û TİRKİYÊ KURDÊN ROJAVA BÊ DESTHİLAT HİŞTİN

Wîlayetên yekbûy yên Emerîka û Tirkiyê, lihevhatina sekinandina êrîşa ser Rojava Kurdistanê pêk anîn, evê lihevhatinê statoya Rojava jinavbir, gelê kurd li wê parçeya Kurdistanê 7 salan paşde birin, ew salên 11 hezar xortên kurd canê xwe ji bo gorî kirîn.

Darka Mazî li hefteya rabûrî mijara radest kirina êmanetê ji aliyê HSD’ê bi rejîma Sûriyê bas kirbû, di wê babetê de, hemû hûrgilyên siyaseta partîya yekîtiya demokratîk ji sala 2012an heya bi dawî bûna şerê DAIŞ’ê û her wiha piştbestina PYD’ê bi Qendîlê kanê wê sîyasetê çi bi serê Rojava anî, îro encama wê sîyasetê bêhtir rûhin û zelal bû, wexta Emerîka û Tirkiyê lihevhatina Enqerê pêk anî.

Encama siyaseta PYD’ê û bandora Qendîlê liser Rojava zelal bûn

Piştî 9 roja ji êrîşa dagîrkarî a Tirkiyê liser Rojava Kurdistanê, êvara roja pêncşemî 17/10/2019an, Emerîkayê û Tirkiyê lihevhatina sekinandina êrîşa li bakûra Sûriyê pêk anîn, ev lihevhatin bi lihevhatineke herî xirab di dîroka gelê Rojava de tê hejmartin, jiber ku tu desthilatek di dest kurdan de nehişt, hemwext statoya Rojava Kurdistanê herî zêde lawaz û bê rumet kir, siyaseta şaş a desthilata Rojava Kurdistanê, bandora Qendîlê liser wê desthilatê, encama wê li 13 Oktoberê hinekî zelal bû, û li 17 Oktoberê herî diyar û berçav derketin holê.

Cihgirê Serokê Emerîkayê Mayk Pêns îro digel Serokê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan civîya û nîqaşa sekinandina êrîşê kirin, encam bi îmze kirina lihevhatineke herî baş ji bo zilhêzan û herî xirab ji bo kurdan ji wê nîqaşê derket holê.

Li gur lihevhatinê, Tirkiyê agirbes îlan kirin û di wexta 120 demjimêrên bihên de, operasyona Kaniya Aştiyê wê were sekinandin, di vê demê de, yekîneyên parastina gel YPG’ê û hêzên Sûryaya demokratîk HSD’e wê ji navçeya bi navê herêma ewlehiyê vekşin.

Emerîka û Tirkiyê bi vê lihevhatinê wê pabendî avakirina herêma ewlehiyê li gur rêsayên navnetewî bin, ev jî xalên lihevhatinê ne:

  • Sekinandina operasyona Tirkiyê di dema 120 demjimêran de.

  • YPG’e wê bi kûratîya 32 kîlometran ji sînorê Tirkiyê paşde bizivre.

  • Piştî vekşandina YPG’ê, Tirkiyê wê agirbesa temam îlan bike.

  • Emerîka û Tirkiyê wê bi hevbeşî îdareya zîndanên DAIŞ’ê bikin.

  • Emerîka û Tirkiyê wê bi hevbeşî dijî dubare derketina DAIŞ’ê rawestin.

  • Divê hemû pêkhatên Bakûra Sûriyê parastî bin.

  • Tirkiyê wê herêma ewlehiyê li Rojhilata Firatê ta sînorên Iraqê ava bike.

Tirkiyê rûyên xwe yên reş sipî kirin, Emerîka û Rûsya mifadarên serekene

LİHEVHATİNA EMERÎKA Û TİRKİYÊ KURDÊN ROJAVA BÊ DESTHİLAT HİŞTİN

Bi vê lihevhatinê Tirkiyê piştî 9 rojên êrîşa hovane a liser Rojava Kurdistanê, rûyên xwe reş li himber civaka navnetewî bi îlan kirina agirbesê sipî kirin, pîlana ser kurdan cih girt, Emerîka û Rûsya federal mifadarên sereke yên lihevhatina Enqerê ne, ji ber ku Rûsya karî li lihevhatina HSD’ê û rejîma Sûriyê a 13 Oktoberê, arteşa Sûriyê vegerîne Rojava, Emerîka jî sersax ji derket jiberku bi zebra wê êrîşa ser Rojava hat sekinandin, tenê kurd tune kirin û bê desthilat hiştin.

Niha û piştî lihevhatinên Enqere û Emerîkayê, hemwext lihevhatina hêzên Sûryaya demokratîk HSD’ê û rejîma Sûriyê, arteşa Sûriyê ketiye di Rojava Kurdistanê de, xortên Rojava jî haya wan ji çarenvîsa wan tuneye, jiber ku tu girentîyek ji bo wan di lihevhatinê de nîne.

Pustên heman beş