Rêxistina Opêkê a wilatên berhemhênerên petrolê, civîya û nirxandin ji bo lihevhatina sînordar kirina berheman kir.
Ligur çavkaniyên Erebistana Sûdiyê, endamên rêxistina Opêkê duh roja pêncşemî 17/10/2019an, civînek bi rêya vîdyo konferensê pêk anîye, ji bo gotûbêj kirinê liser lihevhatina sînordar kirina berheman ku li destpêka îsal 2019an bicî bûye.
Rêxistina Opêkê di civînê de, pabendiya xwe a temam bi lihevhatinê diyar kir, lê belê eşkere ku wilatên endam pêtirî wilatên endam di wexta bûrî de, pabendî lihevhatinê bûne.
Rêxistina Opêkê cara duyemîne ji sala 2017an, lihevhatinan ji bo sînordar kirina berheman û avêtina berheman bo bazaran kirine, weke alaveke bi bandor ji bo parastina bihayên petrolê ji daketinê.