Amanc Baban di pilaneke qirêj a îstixbaratî de tê teror kirin

AMANC BABAN Dİ PİLANEKE QİRÊJ A ÎSTİXBARATÎ DE TÊ TEROR KİRİN

Ewlehiya Silêmaniyê: bûyer xwekuştin bû û melef hat daxistin

Mijara medyakar (Amanc Baban) û hevjîna wî (Lane Mihemed) û kurrê wan (Hamo) ê 3 sal, babeta herî germa Herêma Başûrê Kurdistanê ye.

Tevî ku hêzên ewlehiyê û pişkinînên Pizîşkîya Dad piştrast kirine ku ew bûyer xwe kuştine, lê belê rastî ne eve, Amanc baban di pîLaneke herî çepel û qirêj a îsixbaratî de (Dezgay Zanyarî) ê ser bi Yekîtiya Niştîmanî a Kurdistanê ve, hatiye teror kirin.

Li şeva çarşemî 16 Oktobera 2019an, medyakar Amanc Babanî li gel kurr û hevjîna xwe li termînala Şarezor a navçeya Silêmaniyê di nava erebeya xwe da tê gullebaran kirin, her zû Hikûmeta başûr, hijmareke herî zêde a rayedaran, ew bûyer bi teror kirin dane nasandin û xwastin her di zû de lekolîn bê kirin û encam eşkere bibin.

AMANC BABAN Dİ PİLANEKE QİRÊJ A ÎSTİXBARATÎ DE TÊ TEROR KİRİN

Li serê sibê ya roja pêncşemî 17/10/2019an, di konferenseke çapemeniyê de, birêveberiya Polîsên bajarê Silêmaniyê li gel tîmên taybet ên Pizîşkîya dad, daxuyanî da ku ew bûyer xwe kuştin bû.

Brêvebrê Polîsan got ku gulle ji nava erebê hatine avêtin, 2 gulle bi ber serê Lane Mihemed ketine, 3 gulle bi Hamo ê korrê Amanc ketine, piştre Amanc dawî bi jiyana xwe aniye, melef hat daxistin.

Malbata Laneyê: keça me a rind nikarî sersax telaqê bi dawî bike

AMANC BABAN Dİ PİLANEKE QİRÊJ A ÎSTİXBARATÎ DE TÊ TEROR KİRİN

Piştre û li êvara duh roja eynî malbata Lane Mihemedê beyaneke nivîskî ji bo cada Kurdistanê weşand û têde bi zelalî behsa kirîzekê kirin ku li nêvbera Amanc û keça wan a rind de hebû. Wan wiha di beyana xwe nivîsandibû: keça ma a cangorî  ne yekemîn jine hewla telaqê ji zilamê xwe dikir, pisgirêkên wê hebûn, lê belê qederê nehşit ew sersax wê telaqê bi dawî bike.

Li vir gelê başûr bi taybet çalakvanên ku li Soşyal Medyayê ev babet di şopandin, bi dokyomentên polîsan û beyana malbata Lane razî nebûn, şikbariya wan li pîLanekê bû û wan bawer bi gotinên polîsan ne anîn.

Çavkaniyên Darka Mazî yê destnîşan kirin ku Amanc Baban hevjîna xwe û Kure xwe Hamo ê 3 sal ne kuştine, lê belê pîLaneke pirr çepel û herî qirêj ji bo teror kirina wan hatbû danîn.

Laneyê têkilyeke evîndarî bi Polat Şêx Cengî hebû

((raste Amanc û Lane pisgirêkên pirr zehmet di nêvbera wan de hebûn, lê Şxanet babeta sereke bû, wexta Amanc nihêniya hevjîna xwe û kesekê diyar ê nav partîya Yekîtiya Niştîmanî a Kurdistanê eşkere kirî, babeta telaqê her rast derket holê, Laneyê telaq xwast)).

((Lane têkilyeke ne şerî  bi Polat Şêx Cengî ku bi Polat Talebanî jî tê naskirin hebû, Polat birayê Lahor Şêx Cengî ê Serokê îstixbarata YNK (dezgay zanyarî) ye. Çavkaniyên Darka Mazî ev pêzanîn wiha veguhastine.

DNA  tesbît kirbû Hamo ne kurê Amance

AMANC BABAN Dİ PİLANEKE QİRÊJ A ÎSTİXBARATÎ DE TÊ TEROR KİRİN

((Amanc Baban, li meha 5/2019an têkilya ne şerî a hevjîna xwe eşkere kirbû, Lane her di zû de telaq ji Amanc xwast, lê belê Amanc dev jê berneda, wî şik û guman ji kurê xwe Hamo jî hebû, jiberku hemwexta eşkire kirina wê têkilyê, Amanc tê haydar kirin ku bila gomana wî li kurê wî Hamo jî hebe, dibe ew ne kurê wî be)).

Li vir Amanc bi Şaswar Ebdulwahid re hevdîtin pêk anî, wî çîroka Lane a hevjîna xwe û Polat Şêx Cengî bi Şaswar re got, li vir Şaswar rê ji bo Amanc xweş kir ku pişkinîna DNA ji bo Hamo were encam dayîn, Şaswar Ebdulwahid bi rêya pizîşkeke dost ev rêxweş kirin ji bo Amanc kirbû, pizîşkê pişkinîn kir û encam dane Amanc û têda bi zelalî hatbû nivîsandin ku (Hamo ne ji Amanc çêbûye).

Li yekemîn meclîsa dadgeha destpêkirina melefa telaqa Amanc û Lane, Amanc pişkinîna Hamo dana ber sînga dadwer.

Dije terora dezgayê zanyarî pizîşka ku pişkinîna DNA bo Hamo kirî binçavkir

AMANC BABAN Dİ PİLANEKE QİRÊJ A ÎSTİXBARATÎ DE TÊ TEROR KİRİN

((piştre hêzeke ser bi dije terora (dezgay zanyarî) bi ser mala pizîşkê de digirin û binçav dikin, pizîşk neçar kir ku li dadgehê gotineke din bike, wê bi dadweran re go ku wê jibo xatra Şaswar encama pişkinênî wiha nivîsandiye. Lê di rastî de, pişkinîn li dervey wilat hatbû encam dayîn)).

Amanc neçar bû ji dadgehê bixwaze ku pişkinîna Hamo careke din were encam dayîn, li Hewlêrê yan Bexdayê yan li dervey wilat, dadwer jî ev pêşniyaz pejirandibû.

((roja 17/10/2019an meclisa dadgeha Silêmaniyê bi niyaz bû biryara dawiyê li ser melefa telaqê bide, lê belê Amanc baban mukir bû, bera destpêkirina dadgehê, ew konferenseke çapemeniyê li ber deriyê dadgehê lidar bixe û rastiya diyar bike)).

Li vir malbata Lanayê û Polat Şêx Cengî hemwext baş fam dikir ku Amanc wê rastiyan bi bibêje, xuşka Lanayê peywendî bi Amanc kir ji bo ku ji wê biryara xwe ya lidarxistina konferensa çapemeniyê paşde biçe, lê Amanc mukir bû ku dest ji gotina rastiyê bernede û her kes bi îxaneta Lanayê haydar bibe.

Polat Şêx Cengî pîLana terorkirina Amanc û Lanayê amadekir

AMANC BABAN Dİ PİLANEKE QİRÊJ A ÎSTİXBARATÎ DE TÊ TEROR KİRİN

Piştre û bi fermana Polat Şêx Cengî pîLana teror kirina Amanc tê berhev kirin, li 16/10/2019an Lane peywendiyê bi Amanc dike û pêre dibêje bera ku tu sibe rastiyan di konferesnek çapemeniyê de eşkere bikî, nûnerekê Polat Şêx Cengî heye ku dixwaze îşev nîqaşekê bi hevre pêk bînin. Amanc razî dibe û li ser banga Lanayê diçe, haya Lanayê ji pîlanê hebû, lê wê fam nedkir wê çi çêbibe.

Lane bi Amanc re gotbû: pêwîste demance bi tere be, ji bo ku kesên ku wê li gel bicivin çekên wan hene, ji bo ku tu tişteka xirab rûnede. Zêrevanên Polat Şêx Cengî ev bi Lanayê gotbû.

((pîlan ew bû ku tîma dije terorê a Dezgay  Zanyarî xalekê li ser rêya Amanc li nêzî termînala Şarezorê pêk bînin, erebeya Amanc wê were pişkinîn kirin, piştre wê bi Amanc re bibêjin: emê te desteser bikin, demanca bê destûr bi tereye, di wê demê de, pêwîste Lane bi Amanc re bibêje ev çi çeke bi tere, pisgirêkên me hene, ji xwe to dixwazî min bikujî)).

AMANC BABAN Dİ PİLANEKE QİRÊJ A ÎSTİXBARATÎ DE TÊ TEROR KİRİN

Haya Lane ji pîlanê hebû, lê belê haya wê nebû ku ew jî wê were kuştin

Zêrevanên Polat wiha Lane bi pîlanê haydar kirbû, lê belê haya wê nebû ku ew wê were kuştin, erebeya Amanc giha ciyê ku ji bo hatiye dest nîşan kirin, tîma dije terorê bi wê demancê Amanc kuştin, hemwext Lana û kurê wan Hamo, ji bo ku bo raya giştî were tesbît kirin ku Amanc tola xwe ji Laneyê li ser pirseke îxanet kirinê hildaye, hemwext were tesbît kirin kanê çima Amanc 3 gulle li Hamo dane.

 zanyarî gefa xesandinê li Şaswar Ebdulwahid kirbû

AMANC BABAN Dİ PİLANEKE QİRÊJ A ÎSTİXBARATÎ DE TÊ TEROR KİRİN

Darka Mazî ev zanyarî ji hinek çavkanî ên taybet wergirtine û weke xwe weşandin, ne tenê li ser terorkirinê, lê belê li ser hinek karmendên NRT û heya Serokê saziya Naliya û tevgera Newey Niwê Şaswar Ebdulwahid ku piranî a wan li bin tehdîdên dezga  Zanyarî hatine gef kirin ku ger her horgilîyeke vê babetê were derxistin, encam wê karesatbarî be ji bo wan, mîna gefa sotina baregeha tora NRT ku li Şaswar kirine.

Pustên heman beş