300 HEZAR WEZÎFEDARÊN BANKÊN HİNDİSTANÊ GİREV GİRT

300 HEZAR WEZÎFEDARÊN BANKÊN HİNDİSTANÊ GİREV GİRT

Nêzî 300 hezar wezîfedarên Bankên wilatê Hindistanê, îro gireveke bi kom ragihandin, weke nerazîbûn li derbara biryareke hikûmetê.

Duh roja sêşemî 22/10/2019an, weke nerazîbûn li derbara biryara Hikûmeta Hindistanê a yekgirtina hejmareke Bankên Hikûmetê, nêzî 300 hezar wezîfedarên Bankan gireva bi kom îlan kirin.

Hikûmeta Hindistanê ji bo ku siyaseta xwe a Bankî xurt bke bi awayekî ku di berjewendiya budca wê a am de be, ev biryar îlan kirine, lê belê nerazîbûneke herî zêde li pey xwe anî.

Li sala 2017an, serok wezîr Narîndra Modî soz dabû, hejmara Bankên dewletê ji 27an bo 12 Bankan kêm bike, li rojên rabûrî bicî kirina wê biryarê dest pê kir.

Li vê derbarê de, yekîtiya wezîfedarên Bankên Hindistanê di beyaneke nivîskî de amaje kirine, bi nerîna Hikûmetê ev yek wê yekgirtina hinek Bankan be, lê di rastî de, ew pirose bi kuştin ji bo Bankan tê hejmartin.

Gireva wezîfedarên Bankan a seranserî ye, wan xwepêşandan dest pê kirine, hemwext şilejanyek li kertê Bankî li pişt xwe hiştine.

Pustên heman beş