Dİ SALEKÊ DA 1.1 MİLYON JİN BÛNE MİLYONÊR

Dİ SALEKÊ DA 1.1 MİLYON JİN BÛNE MİLYONÊR

Rapora salane ya benka Kirêdit Swês a Suyisrayê eşkere kir ku jinên xwediyên milyonên dolaran li cîhanê zêde bûne bi qasî yek milyon milyonêran.

Benka Kirêdit Swês ya Suyisrayê rapora xwe a salane li derbara hejmara milyonêrên jin li seranserî cîhanê weşand û li gur wê ji naverasta sala 2018an heya naverasta îsal 2019an, 1.1 milyon milyonêr li ser hejmara milyonêrên jin ên cîhanê zêde bûne.

Raporê tesbît kir ku li gel hejmara ku ji naverasta sala rabûrî zêde bûye, niha hejmara milyonêrên jin li cîhanê dibine 46.8 milyon milyonêr.
Hemwext xweya dike, sermayê tev milyonêrên jin ên cîhanê dibe 44% ji sercem sermayê cîhanê, 158.3 tirilyon dolarên Emerîkî û piranya milyonêrên jin yên cîhanê li wîlayetên yekbûy yên Emerîkayê ne, Japon di dûv deye.

Tevî ku rewş ji sala derbas bûyî hinekê xiraptire û Abûra Cîhanê di paşveçûnêdaye, lê belê jinan kedeke baş encam daye û milyonên xwe zêde kirine.

Pustên heman beş