Îran serkêşiya kampîna “Baykota Tirkiyê” li Kurdistanê dike

ÎRAN SERKÊŞİYA KAMPÎNA"BAYKOTA TİRKİYÊ" Lİ KURDİSTANÊ DİKE

Nêzî 10 rojane baykot û refza kelupelên Tirkiyê li herêma başûrê Kurdistanê hinekî germ û gur bûye, gelê başûr li ser esasa hevsozî û atîfê ji bo gelê Rojava kampîn dest pê kirine, li soşyal medyayê bi silogana “her dînareke tiştê Tirkiyê pê bikirî dibe gulleyek ku Tirk li wilatîyên me yên Rojava dixin”, kampîn pê tê meşandin, tevî ku bîroka Baykotê li dijî dagîrkariya Tirkiyê ye, lê belê gereke bizanîn, çi aliyek li pişt Baykotê ye, kî ji Baykotê mifa werdigre, berisva evê pirsê li cem dustên me yên “wîlayeta El Feqîh”e.

Komara îslamî ya Îranê û Tirkiyê ku ev herdu wilat ji ezel de dujminên gelê kurdin, tenê jibo garantî kirina berjewenda xwe tevlî navçeyê dibin, ji bo ku em dûrî babet neçin, Tirk û Fars her li destpêka ava bûna statoyê li herêma başûr, ewan hevrikî li ser bazarên Kurdistanê kirine, ji bo ku her yek para bêhtir ya bazar jibo xwe kontrol bike, ya me’lûm “Tirkiyê li bazarên Dihokê û Hewlêrê yekeme û pişka şêr heye û Îran li bazara Silêmaniyê yekeme”.

Bi gotneke din, Tirkiyê bi 7 milyar dolaran kalayan dişîne bazarên Başûrê Kurdistanê, Îran bi nêzî 4 milyar dolaran, Enqere û Tehran bilind kirina asta wê tecaretê dixwazin, lewma her rewşa ku derdikeve holê ji aliyê rayedarên Tirkiyê û Îranê ve bi başî tê dîrase kirin, ji bo ku were zanîn bi tu awayî ew rewş wê bikeve di berjewendiya wan de û para wan di bazaran de zêdetir bke. Bi kurtî “çewa her wilatek wê bikare pêtir tiştê xwe li bazarên herêma başûrê serf bke”, lewma bi baykot kirina kalayên her yek ji van wilatan, bi xizmeteke herî mezn ji bo wilatê din tê hesab kirin.

Hiştina kalayên Tirkiyê di berjewendiya rejîma Wîlayeta El Feqîh de ye

Ji destpêka êrîşa dagîrkariya Tirkiyê li ser Rojava Kurdistanê, bizavên gelê başûr ji bo refza kala û kelupelên Tirkiyê derketin holê, gihîşt astekê ku kampîn ji bo wê armancê hatin îlan kirin, armanca gel hevsozî ye, lê belê aliyê ku ji vê Baykotê Qazancê dike, ne gelê Rojavaye belku dujminekê sersextê gelê kurde, ew jî rejîma “Ayetollah û Wîllayet El Feqîh.

Tekoşîna Îranê hemwexta hevsozî ya gelê Başûr ji bo Rojava li bazarên herêma başûr xurt bûye, gelo emê li vir bipirîsn çima yekemîn banga refz û Baykota kelupelên Tirkiyê ji zona Kesk “Silêmaniyê” derket, bersiv pir asane, li Silêmaniyê Îran zale ne Tirkiyê, lewma kêm firotina kalayên Tirkiyê wê bibe sedem kalayên Îranê pir bên firoştin, li vir gelê başûr xizmeteke zêde bê beranber ji bo Îranê dike, nemaze ku di dorpêçeke herî dijwar û cezayên îkonomî yên Emerîkayê li ser Îranê hene.

Divê emên belengaz baş bifikirîn jiberku bi tenê ‘atîfe bi mere heye, “emê refza Tirkiyê dikîn û bazara Îranê germ û gur dikîn”

A rast eve, ger em bixwazin Baykota Tirkiyê bikin, di vê di esas de em Baykota kalayên Îranê bikin, gelo çi qas xweş me fikarên xwe wenda kirin, wexta rejîma Îranê “Qasim Suleymanî, Hîzbollah ya Libnanî û çeteyên heşda şebî” li 16 Oktoberê ji bo dagîrkariya Başûrê Kurdistanê şandin, li wê demê 51% ya xaka Kurdistanê li saya giropa “kalfaman” ji dest çû, gelo çima li wî wexta Baykota kalayên Îranê nehat kirin?

Lewma divê em baş bifkirîn emên belengaz tenê ‘atîfe bi mere ye, wate “emê refza Tirkiyê dikin û bazara Îranê germ û gur dikin”, ji xwe Îran jî evê dixwaze, ev reftara me ya Baykot kirinê jî mînakeke zelale ji bo wê gotna gelê başûr wexta dibêijn: “Hesen Keçel, Keçel Hesen”, Tirkiyê baykot bikin Îranê wê bihêz bibe, yan Îranê baykot bikin û Tirkiyê wê bihêz be, di herdu rêyan de emê xizmeta dijmin dikin.

Pustên heman beş