Rojavayê Kurdistanê ji PKK’ê mezintire

ROJAVAYÊ KURDİSTANÊ Jİ PKK’Ê MEZİNTİRE

“PKK’ê xwe wiha diyar kir ku çareserî tenê li cem wê ye”

Ew êrîşên ji bo dagîrkirina Rojavayê Kurdistanê dihên encamdan Herçende hêza wê ya leşkirî kêm bibît lê belê ya rast hêza wê ya siyasî didome û metirsî hêjan kêm nebûye, pisgirêka Rojavayê Kurdistanê bo mijareke giring ji bo lihevhatinên navdewletî, ji bilî lihevhatina dinavbera “Tirkiyê û Rûsya” hatiye îmze kirin bo çareseriya pisgirêkan rojeveke gotubêjan hatiye pêş, jiber ku babetê Rojava girêdayî ye  bi qedera hemû kurdan ve û ne babetê kesekê yan layenekê bi tenê ye, ger îro êrîşa Tirkiyê ya bi navê Kaniya Aştiyê liser Rojavayê Kurdistanê hatbe sekinandin û qirr kirin pêk nehatbe ev yek vedgere ji bo hemû ked û hewlên berdewam yê hemû kurdan, lê belê paş ku hewildanên dagîrkariya li ser Rojava bi dawî were pêwîst dike aliyên kurdî bi hevre kar bikin jiberku pisgirêka Rojava bi tenê ne girêdayî ye  bi yek alî (partî)ve, pêwîst dike aliyên siyasî dest ji berjewendî yên şexsî berdin, pêş niha jî di pisgirêkên girêdayî bi hemû kurdan PKK’ê xwe weha diyar dikir ku bi tenê dergehê çareseriyê li cem wê ye, bi taybetî helwestên PKK’ê li Rojavayê Kurdistanê de ku xwe bi tenê bi xwedî yê rasteqîne yê Rojava dibîne pêwîst dike PKK’e dest ji vê helwesta xwe hilgire.

Ev yek bi zelalî di daxuyanîyên PKK’ê de diyar dibe dema ku xwe bi take xwedî yên Rojava dibîne û qebûl nake bi tu awayekî aliyek din xwe nêzî Rojava bke, a rast ev yek fehmeke pir xetere, jiberku pêşeroja Kurdistanê ji pêşeroja partîyekê pir giring tire.

“PKK’e naxwaze raste rast bibêje Tirkiyê êrîşê rojava kiriye belku êrîşê bi AKP’ê ve girê dide, ew naxwaze dîroka dewleta Tirkiyê reş bike”

Di dîrokê de di pisgirêkên taybet û hevpar dinavbera kurdan de PKK’ê hertim ev yek bi babetê xwe yê nihênî derbas kiriye,  PKK’e hertim di hinek peywendiyên tarî û bi goman daye, bi taybetî digel dewleta dagîrkar a Tirkiyê ku ne PKK’e ne Ocalan bi tu awayekî helwesteke Radîkal na wergirin yan jî nikarin wergirin, di êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê hatye encam dan hemû partî yên siyasî  di hundirê parlamentoya Tirkiyê de û hemû saziyên sivîl ên Tirkiyê alîgir û piştevanên wê êrîşê kir, PKK’ê jî ev êrîşê bi êrîşa dewleta Tirkiyê nav nekir belku ev yek bi êrîşa AKP û MHP’ê nav kir, ne dewleta Tirkiyê belku bi tenê Erdogan armanc girt, PKK’e naxwaze raste rast bibêje Tirkiyê êrîş li ser Rojava pêk aniye belku van êrîşan bi AKP’ê ve girê dide û naxwazît dîroka dewleta Tirkiyê reş biket.

“dinavbera PKK’ê û Tirkiyê de têkilîyeke nihênî heye ku bandoreke mezin li qedera kurdan kiriye”

“PYD’ê got bû wê Efrînê bikin vîyetnam ji leşkirê Tirkiyê re”

Dinavbera PKK’ê û Tirkiyê de peywendîyeke nihênî heye ku kênceke mezin li qedera kurdan kiriye, li şerê ‘Efrînê de peywendî dinavbera “PKK’ê û Mîtê û Ocalan”de çi bû, dema li roja 20/3/2018 ‘Efrîn ketiye destê dagîrkarên Tirkiyê da “Murad karaylan” li radiyo ya dengê welat de gotarek pêşkêş kir û go: Tirkiyê û Rûsya lihevhatineke sitratîjî pêkanî, lê belê şerê mezn li îmraliyê hat encamdan, Tirkiyê şandek şand îmraliyê û daxwaz ji Ocalan kir berxwedana ‘Efrînê rawestîne,  lê Ocalan ev yek qebûl nekir, Ocalan go fişareke mezin liser min heye û pir pêzanînên gring di destê min de hene û li rojên werin da wê bi nivîsîn ji raya giştî re eşkere bikim, lê belê paş wê yekê tu daxuyanyek jê nehat bîstin, pirs eve gelo bi rastî çi çêbû ku Ocalan tu tiştek eşkere nekir? Li 20/1/2018 êrîşa dagîrkarî ya liser Efrînê dest pê kir, û PYD ragihand wê ‘Efrînê bikîn Vietnam ji Leşkirê Tirkiyê re, bi rastî jî şereke baş hat kirin û lawên kurd berxwedaneke mezin kir, gelê ‘Efrînê jî ne dixwest warê xwe çol bke, li grey daxweyanîya “Mezlûm Kobanî” bo raya giştî hejmara 1500 şervanên YPG şehîd bûn, li 18/3/2018 hêza QSD gut YPG xwe ji ‘Efrînê vekişand, YPG di got dujmin wê nikare bikeve hundirê ‘Efrînê de taku wezîrê derve yê Tirkiyê “Mewlud Çawîşoxlo” ragihandî wê êrîşa liser ‘Efrînê taku heyva 5/2018an berdewam bke, paş axaftina Çawîşoxlo bi du demjimêran Erdogan got nexêr emê di dema du rojan de bikevîn hundirê ‘Efrînê de, bi rastî jî paş du rojan Leşkirê Tirkiyê bi çeteyên xwe ve kete hundirê ‘Efrînê de, erê gelo çi pêşkeftinek dirist bû ku cudahî dinavbera axaftina Erdogan û Çawîşoxlo de dirist bû, ev yek eşkere ye ku ‘Efrîn li ser mêza danûstandinê de hatye radest kirin.

“peywendî di navbera Ocalan û Qendîlê û dewleta Tirkiyê de dirist bûye û Efrîn hatiye radest kirin”

Murad Karaylan ev lihevhatina dirist bûy di ragihandinê de serobin diyar kirbû lê paş vê yekê hinek biryarên veşartî hatin dan û baş de bi tu awayekî behis liser nehat kirin, dihat gotin ku fişareke herî mezn liser Ocalan hebûn û parêzer û kes û karên wî ti peywendîyeke dgel de nebû, pirs li vir eve erê gelo “Murad Karaylan” ev zanyarî li ku derê bi dest xwe xistine, bi rastî peywendî dinavbera Ocalan û Qendîlê û dewleta Tirkiyê de dirist bûye û ‘Efrîn hatye radest kirin, diyar bû ku Ocalan ne li bin wê fişarê ye ya ku PKK’e bas lê dike, bi navbeynkariya Mîtê hertim peywendî dinavbera qendîlî û Ocalan de dirist bûye, di heman dem de babeta ‘Efrînê û gihaye wê astê ku Ocalan tedaxul di pêvajoyê de kir û şer hat sekinandin û ‘Efrîn ji dewleta Tirkan re bicî hêla.

Dewleta Tirkiyê roja Vekşîna YPG’ê ji ‘Efrînê roja serketina “çanaqale” li 17/3/1920 jiberku di heman roj de Tirkiyê di şerê dgel Berîtanya de serkeft anî bû û qonaxa damezrandina dewleta Tirkiyê dest pê kirbû.

“nabe em derfetê bidin ku Rojava bi derdê Efrînê re biçe, Rojava ya hemû Kurdane, Rojava ji PKK’ê mezintire”

Di her şerekê de şikestin û xwe vekşandin heye û hêza mirovî bi kêr her tiştî nayê lewra xwe vekşandin û şikestin jî tişteke xwezayî ye lê belê ger peywendîyek dinavbera Qendîlê û Tirkiyê de hebe çima nahê bas kirin, û çima derewan li gelê kurd dikin, perpirsatiya rewşenbîr û siyasetmedarên kurd di vê Xalê de dest pê dike ku babetên girîng ên Kurdistanê bi tenê bo partîyekê nîne, weke babeta ‘Efrînê bila her kurdek vê pirsê bke çima PKK’ê ‘Efrîn bi cî hêla û sedem çi bûn, pisgirêka Rojava di pişt dergehên girtî de dinavbera PKK’ê û îmraliyê û Tirkiyê de nahên çareser kirin, nabe em derfetê bidîn Rojava bi temamî bi derdê Efrînê biçe, Rojava ya hemû kurdane, Rojava ji PKK’ê mezintire, em nikarîn Rojava bikîn qurbanîyê berjewendî yên PKK’ê û peymanên veşartî yên dinavbera Ocalan û dewleta Tirkiyê da.

Pustên heman beş