“FİTOHΔ Û DERDESERİYA KOÇBERÊN ROJAVA KURDİSTANÊ

"FİTOHÎ" Û DERDESERİYA KOÇBERÊN ROJAVA KURDİSTANÊ

Pirojeya ” Fitohî ”  ji bo koçberên Rojava derde û ji bo desthilata wê mifa û qazance

Ji destpêka êrîşa dagîrkariya Tirkiyê, bi hezaran wilatîyên Rojava kurdistanê aware û koçber bûne, piraniya herî zêde berê xwe dane herêma başûrê kurdistanê, ev koçber bûn ji bo gel bi derdeseriyeke mezin tê zanîn, lê belê ji bo hinek aliyên nêzî desthilata Rojava bi bazirganiyeke pir bi mifa, gihiştiye asteke wiha ku ev bazirganî weke pirojeyeke bi navê “Fitohî” derketye holê.

Ji destpêka şorşa gelê sûryê li dijî rejîma Beşar Esed li sala 2011an û her wexta rewş xeter ketî, gelê Rojava kurdistanê pena û hawarên xwe ji bo başûrê kurdistanê birine, ji ber ku ew başûr bi mala xwe dizanin.

Hikûmeta herêma başûrê kurdistanê û gelê başûr bi xwe, ji destpêka pêla koçber bûna gelê Rojava, her tiştê ji dest hatî ji bo birayên xwe yên Rojava kiriye, lewma hîna niha di her rewşekê de, gelê Rojava penayê ji bo başûr dibe, her weke başûr mala mezne ji bo wan.

Li vê dawyê û li gel destpêkirina êrîşa dagîrkariya Tirkiyê li ser Rojava Kurdistanê bi hezaran welatiyên Rojava aware û koçber bûn, her li rojên destpêkê wan rêya xwe ji bo Başûr a Kurdistanê girt, lê belê desthilata Rojava bi taybet yekeyên girêdayî parastina jinan YPJ’ê û asayîşa PYD ê rêgrî kirin û nehîştin aware bi rêya deriyê Sêmalka derbasî Başûr bibin.

Hinek wext pê neçû heya ku pirojeya “Fitohî” derketye holê û bazara wê germ û gur bûy, “Fitohî” kilîla derbasbûna aware û koçberan bû, ji bo Başûr a kurdistanê.

Li gor çavkaniyên taybet ên Darka Mazî ji 9 Cotmeha îsal û destpêkirina êrîşa dagîrkariya Tirkiyê, bi hejmar 13.125 wilatîyên Rojava koçber bûne başûrê kurdistanê.

Her yek ji wan wilatîyên Rojava bi qasî 300 heya 1000 dolarên Emerîkî pêş rêdan û derbasbûna ber bi Başûr dayîne hinek aliyên li bin seywana desthilata Rojava, bi taybet yekeyên ewlekariyê yên ser bi asayîşa PYD’ê ve.

Çavkaniyan tekez kir ku ji bo derbasbûna her koçbereke Rojava bo Başûr ew qas pere dihat standin, lê belê ji bo wan koçberên pere pêre ne, ew neçar man hinek rêyên xeter bikar bînin, weke pena birin ji bo rêya şengalê.

Çavkaniyên Darka Mazî eşkere kirin ku hejmareke herî zêde a koçberên Rojava yên bi sedema nebûna pere qesta rêya şengalê û hinek rêyên qaçax yên pir xeter kirin, her çend ku hinek ji wan bi selamet xwe gihandin Başûr, lê rêjeyeke berçav ji aliyê PKK ê û hêzên girêdayî wê neçar man li wir bimînin, hemwext çarenvîsa hinekên din ku derbasî şengalê bûne, windaye.

Rêgrî kirina desthilata Rojava, ji aliyê Hikûmeta başûr jî ve amaje pê hatye kirin, wexta ku wezîrê karên navxwe Rêber Ehmed dibêje: li aliyê Rojava pisgirêk ji koçberan re derdikevin û neçar dibin ku bi qaçaxî bên herêma kurdistanê û pereyan didin heya ku xwe bigihînin vir.

Pustên heman beş