OCALAN HEMÛ HEVALÊN XWE TESFİYE KİRİN

Qadroyê PKKê wexta rêya xwe ji bo rêberatiyê vedkir bi fermana rêberê mezin dihat kuştin

Tesfîye kirina kadirên pêşketî ne siyaseteke PKK’ê ye, lê belê PKK di Xwezaya xwe da wihaye, her Qadroyekê rêya xwe ber bi rêberatiyê dibîne, her rast bi fermana rêberê mezin tê tesfîye kirin.

Mezintirîn hêz li Bakûrê Kurdistanê heya sala 1980an “DDKD” û rêxistna “Kawe” bû, Qadroyên van du rêxistinan li dervey Tirkiyê bi dest PKK’ê û di hundir de bi dest dewletê yek bi yek hatin jinavbirin, di rêberatiyê de Ocalan dixwest bi tena serê xwe bimîne, ew bi kod navê “Heval Elî” bû.

“Xeyrî Dormoş” yek ji Qadroyên pêşeng yên PKK bû, wexta hatiye girtin, li Amedê dadwer jêre dibêje hûn weke “Apoçî”, Xeyrî di bersivê de go: “ev yek yariyeke qirêj a dewletê ye û gefeke ji boy me, em rêxistineke siyasî ne, ev rêxistin ji aliyê yek kesî ve nayê birêvebirin, belku heyeteka wê heye, Ocalan mîna her Qadroyeke dine, çima hûn me wiha nav dikin, ramana Peyva Apoçî tuneye”.

Îro PKK ji her partîyeke din pêtir PDK rexne dike û dibêje: “ew partîyeke xêzanî ye ji aliyê yek kesî ve tê birêvebirin û ne weke navê xwe demokratîke”, a rast ev ev yek bi zelalî di PKK de tê dîtin, PKK biryarên xwe tenê ji zatê Ocalan distîne, tu rêxistineke siyasî li himber xwe qebûl nake, rayên cuda bi dijî armancên gel û aydolojiya xwe dibîne û her zû wan kes û giropan tesfiye dike.

PKK’ê hemû Qadroyên pêşketî bi sûça îxanet û sîxoriyê kuştine

Li sala 1980 heya 1986an, her kesê li dijî PKK bi fermana Ocalan dihat kuştin û bera kuştinê bi îxanet û sîxurî ya ji bo dijmin dihat sûçdar kirin, em dikarîn çend mînakan bas bikîn:

Damezrînerê PKK “Semîr/Çetîn Gongor” ku di poletîkayê de kesek Zana bû, paş salên heştêyan ew li dijî vê yekê bû ku PKK ji aliyê yek kesî “Ocalan” ve were birêvebirin, wî sîstemeke demokratîk xwast.

Semîr di kongreya sala 1982an de razî nebû Ocalan bibe serok, piştre Ocalan Semîr şande Ewropa, lê belê li wir pêgeha Semîr bihêztir ket, Ocalan hest bi xeterê dike, lewma bang li Çetîn kir vegere, Çetîn, Ocalan weke dîktator mêze dikir û berdewam PKK rexne kir, heya li sala 1985an li Stokholmê tê kuştin.

Ji bilî Semîr gelek Qadro û damezrînerên PKK hatin kuştin weke:

 Enwer Ata bi kod navê “‘Elî batman”

Zolfî Gok

Resûl Alton Uk bi kod navê “Dawud”

Murad Bayirqlî ku li 1984an li Berlînê tê şewtandin

Lemî’e Baqsî bi kod navê “Seher”

Cemîle Qaytan hevjîna Elî Heyder Qaytan

“Baydemîr, Demîrtaş, Leyla Zana û Ehmet Turk” mînakên zîndî yên nehiştina Qadroyên rêbere

Ev reftara PKK  heya niha didome, çendîn mînakên din jî li ser hene, evca çi b kuştin be, yan bi Dûrxistina siyasî, yan jî bi winda kirinê, bo mînak wexta Osman Baydemîr li Bakûrê Kurdistanê wiha bi nav û deng bûy ku xelkê pêre digo “Apoyê biçûk” her tişt li dest wî derxistin û ew bê rol hişt, Leyla Zana paş ku 10 salan bi sedema navê Kurdistanê di zîndanê de mayî, wexta azad bûy çi rolek diyar pê nehat dayîn, Ehmed Turk û Selaheddîn Demîrtaş jî bi wî derdî çûn.

Pustên heman beş