Ocalan her li destpêkê PKK jêr bi jêr li dijî PDK araste kir

OCALAN HER Lİ DESTPÊKÊ PKK JÊR Bİ JÊR Lİ DİJÎ PDK ARASTE KİR

Peywendiyên partîya Karkerên Kurdistanê û Partîya Demokrat a Kurdistanê vedgere salên heştêyan, li destpêka ava bûnê PKK’ê perwerde ya siyasî û leşkirî ji PDK’ê wergirt, piştre di nameyên Ocalan de eşkere dibe ku PKK bi ç mebest peywendî bi PDK’ê re ava kirine.

Ger behsa peywendiyên PDK’ê û PKK’ê bikîn ku vedgere destpêka salên heştêyan, eşkere dibe ku PKK’ê bi destûra PDK’ê li navçeyên “Lolan, Xwakurk, û Heftenînê” cî girtibû, PDK’ê alîkaryeke mezn a PKK’ê kir ji aliyê perwerde ya siyasî û leşkirî, her wiha çek û xwarin jî bi PKK’ê dabû,  bo mînak dema yekem car li sala 1981-1982 PKK’ê xwastî li Sûriyê bi rêya Gerîlayan çekan ji xwe re bînin Başûrê wilat, PDK’ê bi rêya 4 pêşmergehan rê li ber wan xweş kir û alîkariya wan 8 gerîlayan kir ku berpirs bûn ji înana çekan, lê belê heyf ku her 12 kes wate her 4 Pêşmerge û 8 Gerîla li ser sînorê di navbera Başûr û Rojava de xendiqyan, her wiha li sala 1983an de PDK’ê çekê Simînof bi Gerîlayên PKK’ê di de weke alîkariyên serbazî, her wiha wexta li sala 1983an de pevçûn di navbera PKK’ê û parta Şîyoî ya Kurdistanê de dirist dibin, 2 gerîlayên PKK’ê brîndar dibin lê belê PDK van gerîlayan dibe di nava baregehên xwe û wan diparêze û tedawiya birînên wan dike, lê dîsan PKK di namîlkeyên xwe de zor bi xirabî behsa PDK’ê dike, liser vê yekê de dîsan PDK dest ji alîkarya PKK’ê ber nade û rêzeke herî mezn li gerîlayên PKK’ê digre, helbet rêz girtina li PKK’ê û Gerîlayên wê ji aliyê PDK’ê û Pêşmergeyên wê, vedgere ji bû wê biryara Serokê Partîya  Demokrat a Kurdistanê ku bi hemû Pêşmerge û Qadroyên xwe day û pêre gotî alîkariya her Parteke kurdî bikin, ger mînakeke herî biçûk ji vê yekê jî bas bikîn dibe ew pêwîstî yên Leqa yek a PDK’ê bi pere bi Pêşmergeyên xwe dide û bê beranber anku bi herwe bi Gerîlayên PKK’ê di da baştirîn mînak be, yên me bas lê krî hinek mînakên zor biçûk bûn ji wan alîkariyên herî mezn û zêde ên PDK’ê bi PKK’ê kirî, lê belê di hinek nameyên Ocalan de, eşkere dibe ku PKK tenê ji bo mifa wergirtinê ji PDK’ê peywendî pêre ava kirine, ger na jêr bi jêr Ocalan PKK li dijî PDK’ê araste kiriye.

PKK hewl dide PDK weke dojminê yekemê gel bide nasandin û Tirk, fars û ereban weke birayên gel

PKK di dîroka tekoşîna xwe da, alîgrên xwe wiha perwerde kirin ku tenê tişta ew dibêjin raste, anku ji dervey aydolojiya PKK tu hizir û nerîn û aydolojîyeke din rast nîye û divê bi hemû awayekê dijatiya wan bihêt kirin weke çewa PKK hertim dibêje: “tekoşîna kurdayetîyê ji dîroka çêbûna wê dest pê dike”, anku pêş peyda bûna PKK’ê tu kes û rêxistin û partîyeke din kar ji bo kurdayetîyê nekiriye evca ji şorişa “şêx Se’îdê Pîran” ku PKK Şêxê Kal bi kirê girtiye împiryalîzmê di de nasandin ta digehe Şorişên “Mela Mistefa yê Barzanî” ku ev kes bo sedema nasandina kurdan bi hemû cîhanê.

Li hemû qonaxên tekoşîna xwe da PKK hertim êrîşî partên Kurdistanê kiriye, taybet PDK’ê û tu girîngî bi tekoşîn, dîrok û zehmetiya pêşmerge û serkirdên wê nade, belku hertim jî hewl daye şaşitîên qada Kurdistanê bikete kirasek li ber PDK’ê, ev reftar û hewlên PKK’ê gihan asteke wiha ku hewl da PDK’ê weke dujminê yekemê gel û Tirkan û wlatên din ên dagîrkar weke dujminê duyemîn û birayên kurdan bide nasandin, ya bi êş di vê yekê de eve ku PKK di vê siyaseta xwe de karîye ta astekê serketinê bi dest bîne û dîroka pir kurdan xerab bike û vê Partîya  Kurdistanê li ber çavên wan reş bike helbet di nava alîgir û hev sozên xwe de, ev yek her eve ya ku dewletên dujmin dixwazin li hember partîyên nasiyonalîstên kurdî de bikin lê nekarin, lê belê PKK bi vî karê wan radibe û hemû partîyên nasiyonalîst ên Kurdistanê bi Feudal û kevneperês û alîgrên împiryalîzmê di de nasandin û li ber çavê gel kêm dike.

Yek ji behaneyên PKK’ê ji bo dijatî kirina  PDK’ê hebûna hinek baregehên Tirkiyê li Başûr bû, ew baregehên ku bi lihevhatinên navneteweyî di navbera Îraqa û Îranê de li salên heştêyan ji sedeya rabûrî hatî îmze kirin ku li gorey vê lihevhatinê her yek ji Tirkiyê û Îraqê sînorên xwe bi kûratîya 30 kîlometran li himber hevdu vala kirin û rê bi hev du dan ku derbasî sînorên hev bibin ji bo dijatî kirina bizavên rizgarî xwaz ên kurdistanî, anku Îraqa bikare ji bo lêdana pêşmergehan derbasî Tirkiyê bibe û Tirkiyê jî bikare ji bo lêdana PKK’ê derbasî Îraqê bibe. Herçend PKK baş fam dike ku di dema bicî kirina ‘eskerên Tirkiyê li xaka Başûrê wilat de PDK’ê tu deshilateke wiha li ser Başûr nebû ku bikare rêgirîyê li vê yekê bke lê dîsan bi rengeke weha sîstematîk kar li ser vê yekê kiriye ku bawerî ji bo hemû alîgrên xwe dirist kiriye ku bi îmzeya PDK’ê ev ‘esker li Başûr bicî bûne.

PKK wiha reftarê bi PDK dike her wek wan bakûr serdest kiriye û gera Başûre

PKK xebata xwe destpêkir, wê baş fam dikir ku hêzên rejêma dagîrkar li her cîyekî û li her parçeyeke Kurdistanê hene, lê belê tenê wê behane li Başûr girtin û şerê xwe yê çekdarî derbasî take perçeya azad kir, bi vê sîyasetê caran daxwaza girtina konsolgerî ya Tirkiyê li Hewlêrê dikir, caran bi behaneya hebûna hin baregehên serbazî yên Tirkiyê li Başûr çalakiyên partîzanî encam didan her wek tu baregeheke serbazî a dewletên dagîrkarên Kurdistanê di nava xaka bakûr û Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê de nebe.

PKK li şengalê lihevhatin digel dagîrkaran li dijî PDK kir

A rûhin û eşkereye ku di reftarên PKK de dagîrkarî û talan kirin heye, PKK dixwaze li her cîyekî be, lê belê yekem car hewl di de rêxistinên kurdî li wî derê nehêle, Paşan dest dane ser wê derê, ev yek bi zelalî li Şengalî xweya bû, wexta hewla der kirina PDK’ê day lê bi tu awayekî ev hewl li dijî dewleta dagîrkar a Îraqê neda wexta ku Îraqê leşkir kêşîya mîlîşyayên îranê û Hîzbollahê li 16 Cotmeha 2017an li ser Başûrê kurdistanê krî, ev ji bilî ku hêjan PKK mûçe û çekan ji Hikûmeta Îraqê distîne.

 PKK li Rojava Kurdistanê part û rêxistinên nêzî PDK’ê lawaz kirin û jinav birin û li şûna wan bi dehan rêxistnên çep yên Tirkiya derbasî Rojava kirin, li Rojhilata Kurdistanê jî her li destpêkê PKK pisgirêk ji bo PDK a Îranê çêkirin û ev hesasîyeta wê li dijî wê Partiyê dewam kir, heya ku destê PKK’ê bi xuyna pêşmergeyên wê sor bûy, wexta ku li sala 2016an de li navçeya Kêleşînê 2 pêşmergeyên wan şehîd kirin, piştre li şûna ku daxwaza efo kirinê ji gelê kurd û malbatên pêşmergeyên şehîd ketî bikin, ev bûyer weke pîlana dewletên dagîrkar binav kir.

Pustên heman beş