Li 5/11/2019an de panela Enistîtoya lêkolînên Rojhilata navîn “MERI”, Serokê Herêma Kurdistanê daxuyaniyên girîng dan.
piştî dagîrkariya ser Rojava Kurdistanê, ev gotarên Serokê herêma Başûrê Kurdistanê weke temam karên wan hengavên tên hejmartin ku Hikûmeta herêma Başûr û sîyasetvanaên wê ji bo yekîtiya neteweî a kurdan avêtin, bê Dewletiya Gelê Kurd û dagîrkariya xaka wê a berdewam, sedema sereke a parçebûna aliyên siyasî yên kurdî ye, bi sedema vê yekê, ev daxuyaniyên li ser yekîtiya neteweî tên dayîn, hêvyên mezin avakirin, Hikûmeta Başûrê Kurdistanê zêdebarî ku têkilîyên wê li gel Hikûmeta Dîmeşqê lawaz bûn, got: em dagîrkariya li ser Rojava Kurdistanê qebûl nakin.
Serokê partîya Demokrata Kurdistanê û rêberê gel Mes’ûd Barzanî pêşengiya piştgirya Rojava Kurdistanê kir û helwesta xwe li dor dagîrkariyê eşkere kir wexta ku li ser hesaba xwe a twitterê bi zelalî gotî ku ew evê dagîrkariya li ser Rojava bi tu awayî qebûl nakin û hemwext vekşandina leşkerên emerîkayê ji Rojava bi tundî rexne kir.
Piştre wexta ku Donald Tiramp ê Serokê Emerîkayê li derbara piştgirya kurdan gotî ku Emerîkayê çek û pare bi kurdan dane, di berisva Tiramp de rêberê Gelê kurd got ku xuna kurdan ji pare û çekan bihadar tire. Piştî vê helwesta Barzanî, parlemena Kurdistanê helwest stand.
Herêma başûr berjewendiya hemû kurdan li berçav digre û hewl dide li ser xeta netewî bimeşe
Îbrahîm Kaln berdefkê Serok Komarê Tirkiyê, di gotara xwe de eşkre ku ser wezîrê herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî wê serdana Enqerê bike û bi Receb Teyîb Erdogan Serokê Tirkiyê re bicive, lê belê paş demeka kurt ofîsa ser wezîrê herêma Başûr diyar kir ku di planên Mesrûr Barzanî de nîne bi tu awayekî di vê demê de serdana Tirkiyê bike.
li ser vê mijarê û gotara Edhem Barzanî endamê komîta navendî a partîya Demokrat a Kurdistanê bo bingeha nîqaşeke mezin, wexta gotî, paş dagîrkariya li ser Rojava Kurdistanê, dagîrkariya li ser Başûrê Kurdistanê dest pê bike, zêdebarî hebûna gefeke cidî li ser Herêma Kurdistanê, lê belê rayedarên Hikûmetê bi tu awayekî dest ji piştgirya rojava bernedan, her çend pêwîst dike Başûrê Kurdistanê hevsengiya li navbera xwe û dewletên derdûr ragire, ji ber ku Başûrê Kurdistanê li jêr dorpêça Îraq, Îran û Tirkiyê daye lê belê zêdebarî hemû astengan her dema tiris dikeve ser her parçeyeke Kurdistanê bê guhdana tiris û gefên dewletên dagîrkaran herêma Başûr berjewendî yên hemû kurdan li berçav digre û hewl dide li ser xeta neteweyî bimeşe.
Gotnên Nêçîrvan Barzanî li kongreya Mîrî li ser vê esasê bûn, Nêçîrvan Barzanî bi zelalî got rola wî di avakirina peywendiyên Rûsya Federal û Rojava de heye û navbeyinkarî ji bo vê mebestê kiriye û di heman demê de berdewam li gel Mezlûm Ebdî li ser xete.
Helwesta Nêçîrvan Barzanî li derbara Rojava dijatiya giropa “biratiya gelan” bo başûr zêde kir
Li Rojava bi xwedî derketina nêçîrvanê Barzanî û rayedarên din ên Başûr bû sedema wê yekê ku baskê turkçêtiyê “Biratiya Gelan” di nava PKK’ê de li dijî herêma Başûr derkeve, ji ber ku PKK’e ew bi tu awayekî naxwaze nasiyonalîsta kurdan bilind û diyar bibe, lê belê berevajî dixwaze astengan ji bo vê hewlê dirist bike.
Di rastî de dijatî kirina PKK’ê li hember gotnên Nêçîrvan Barzanî zêdetir merem pê ew bûye ku ceneral Mezlûm Ebdî pê vala derxe, Mezlûm Ebdî li 25 Cotmeha 2019an de supasiya Barzanî û hemû rayedarên Başûr û gelê Başûr kirbû, lê belê ev gotnên Mezlûm Ebdî ne bi dilê PKK’ê bûn û PKK’e pir bi van gotnên ceneral Mezlûm êşîya bû.
Her li sala 1992 û damezrandina kabîneya yekemîn a Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û parlemena Kurdistanê, PKK’ê ne bi tenê danpêdan pê nekir, belku bi hemû awayekî li dijî sekinî û paş de şer bi Hikûmeta Başûr firoşt, li sala 1999an û paş desteserkirina rêberê PKK’ê Ebdulla Ocalan, medya PKK’ê li ser dijberiya Hikûmeta Başûr û destkeftên Herêmê û sîyasetvanaên wê tê ava kirin, PKK’e naxwaze bi tu awayekî gelê kurd berê xwe bide Başûr û dibêje: tiştê baş li Başûr tuneye, her hemû rayedarên Başûr xaînin, pere xorin û kurdatî di nava wan de bê wateye, PKK’e berdewam dixwaze pêgeheke bi vî away li mejiyê kurdan de ava bike, PKK’e baş fêm dike ku eger gelê kurd berê xwe bidin Başûrê Kurdistanê, pirojeya wan ya Tirk kirinê wê jinav biçe.
Ceneral Mezlûm dixwaze di ser PKK’ê re pisgirêkan digel Hewlêrê nîqaş bike
Ew aliyên gotnên Nêçîrvan Barzanî serubin kirî armanca wan ya din jî heye ew armanc jî eve ku naxwazin li navbera Başûr û Rojava Kurdistanê têkilî hebe, Mezlûm Ebdî dixwaze pisgirêkan digel Hewlêrê gotubêj û çareser bike, û di vê helwesta xwe da ew bi biryare, gotara Mezlûm Ebdî li Kenalê Rûdawê de, belge yeke haşahelnegire li ser vê yekê, hemwext ev gotar bû medyaya PKK’ê wê bersiv be.
Armanca herî sereke ya dujminan eve ku dixwazin kurdan bi dest kurdan biden kuştin, ji ber vê sedemê, pêwîst dike, kurd nekevin davên dujmin, digel avakirina yekrêziya mala kurdî pêwîst dike ku medyaya PKK’ê ya girêdayî çep û Turk perêstan bihên sînordar kirin û ew qelemên li dijî yekîtiya kurdî bikar anîn pêwîst dike werin şikandin.