NÊÇÎRVAN BARZANÎ: ÇARESERKİRİNA DOZA KURDÎ Jİ BO NAVÇEYÊ GİRÎNGE

NÊÇÎRVAN BARZANÎ: ÇARESERKİRİNA DOZA KURDÎ Jİ BO NAVÇEYÊ GİRÎNGE

Serokê herêma başûrê kurdistanê îro beşdarî forma aştî û ewlehiya rojhilata navîn kir û go ku çareserkirina pisgirêka kurdan jibo ewlehiya hemû navçeyê herî girînge.

Îro roja çarşemî û li roja duyemîn a forma aştî û ewlehiya rojhilata navîn ewa zanîngeha Emerîkî li bajarê Dihokê saz krî, Nêçîrvan barzanî serokê herêma Başûrê Kurdistanê beşdarî kir û gotarek li derbara rewşa ewlehiya navçeyê pêşkêş kir.

Serokê herêma kurdistanê ragihand, pisgirêkên rojhilata navîn ne tenê ewlehî û têkilîyên welatên navçeyê rastî qeyranê kirine, belku li aştî û berjewendiyên welatên mezn û cîhanê jî bûne gef, ewê li navçeyê rû dide, ji encama şaşitîyek kevin û nexşeya cîypolitîk a piştî şerê cîhanê yê yekeme, ku komek pisgirêkên siyasî li navçeyê bê çareserî hiştin, ji wan jî doza kurde.

Hemwext got: doza kurd, pisgirêkeke mezne û çareserkirina wê jî, beşeke girîng ya aştiyê ye li navçeyê, her wiha pisgirêka pêkhateyên din jî ji piştî şer derketin, ji bilî vê ne aramî ya rojhilata navîn vedgere komek sedeman, ku di salên pêş de bûne sedema giriftên zêdetir li navçeyê peyda bibin, ji wan jî têkçûna hevsengiyê li navçeyê.

Nêçîrvan barzanî dibêje: piştî Buhara Erebî û rûxandina rejêmên berê, rola hin welatan li navçeyê bi şûn ve çûn, dewlet ketin hevrikiyê û ev bûne sedema dirustbûna şerê bi wekalet û hevrikîyên navxwe. Zemîne ji bo destwerdana leşkirî ya navdewletî hat çêkirin.

Her wiha bû sedema gerim bûna şer û kêm bûna derfetên mîyanrewiyê, ji ber ku dewletan li şûna girtina rola mîyanrew, bûne beşek ji şer.

Her wiha got: wê yekê jî, mîkanîzma çareserkirina aştiyane bi yekcarî kêm kiriye. Nakokîyên olî û nebûna çanda lêborînê û pêkve jiyanê jî, sedemên dinin.

têgihiştina damargîrîya olî û baweriya tolhildana kevin, bûne zemîneyeke libar ku şer û hevrikî ya liser desthilatê li navçeyê germ bibin.

Ragihand, teror li navçeyê û li cîhanê, gefeke sereke li ser aştî û ewlehiyê ye, rêyên rû bi rû bûna terorê jî pisgirêkan dirist dike.

Nêçîrvan barzanî her wiha dest nîşan kir, nebûna binemaya çaksazîya abûrî, siyasî, perwerdeyî û civakî bo rû bi rû bûna terorê û piştbestina bi rêyên serbazî bo hişk kirina çavkanîyên terorê, bixwe pisgirêkeke û dibe eger ji bo berhem anîna terorê.

Serokê herêma kurdistanê got: lawazî û Şikestina siyasî û abûrî, zor li sîstema hukimranîyê li navçeyê kiriye, nebûna siyaseta geşepêdanê û nerîna civakî, bûne sedema bêhêvya gelên navçeyê û bi taybet ji aliyê xortan ve, ev hesta tirsinak, bûye çavkanîya nerazîbûnê û zemîneyek ku her dem yaxî bibin û raperîn û bibe sedema bîrokeya tund rewîyê.

Amaje bi wê jî kir, wek mînak, li Îraqê li şûna firehiya siyasî, firehiya navenda desthilatê heye, li şûna destûr û yasa baladest bin, girop û serdestî ya partî û çekdarî heye, encama wê jî îro dibînin.

Ragihand, şerê li dijî DAIŞ’ê, hevpeymaniyeke bihêz a navdewletî dirist kir, lê xwendina şaşa amajeyan û hizra ku DAIŞ’ê bidawî bûye, karê hevpeymaniyê xav kir û pisgirêk gerimtir kirin, di rastiyê de DAIŞ’ê ne li rûyê çand û ferhengî, belku li rûyê leşkerî jî bidawî nebûye û ji navçe û cîhanê re metirsiyeke mezine.

Nêçîrvan barzanî got jî: bi baweriya me, take rê bo çareserkirina pisgirêkan, danustandin û çareseriyên siyasî ye, ewê şerê hev dikin, ji bo çareseriyê divê bi hev re rûnin.

Li dawiya gotna xwe jî got: nikolî kirin û zor, dawyê bi t pisgirêkê nayîne û xelk ji daxwazên wan sar nake, şer tu pisgirêkan çareser nake, li dawyê divê vegerin ser rêya gotubêjan û bigihin lihevhatinê.

NÊÇÎRVAN BARZANÎ: ÇARESERKİRİNA DOZA KURDÎ Jİ BO NAVÇEYÊ GİRÎNGE

Pustên heman beş