HERÊMÊ BANDEKE SER Bİ PKK Û PYD DESTESER KİR KU LİBERBÛ PEQÎNAN BİKİN

HERÊMÊ BANDEKE SER BI PKK Û PYD DESTESER KIR KU LIBERBÛ PEQÎNAN BIKIN

Hêzên ewlehiyê li Herêma Başûrê Kurdistanê, bandeke 10 kesî di nava awareyan da desteser kir ku pîlan hebû çendîn peqînan li Başûr bikin, li gor çavkaniyên taybet ên Darka Mazî, “ew band PKK’ê bi rêya desthilata Rojava di nava awareyan da şandiye Başûr”.

Dijatiya Partiya Karkerên Kurdistanê ji bo Başûrê Kurdistanê berdewam dike û dawî car piştî bizava têkdana rewşa nava Herêmê bi rêya kuştina mezine diblomatkarê Tirk, PKK piştî êrîşa dagîrkariya Tirkiyê li ser rojava, jêr bi jêr pîlan ji bo têkdana rewşa navixwe ya herêma Başûr danan û bi fermana wê, bandek di nava awareyan da şande Başûrê kurdistanê ji bo ku çendîn kiryarên terorîstî û kuştinan bikin.

Bandê hatî desteser kirin 10 kesin û hemû Qadroyên îstixbarata desthilata Rojavayê Kurdistanê ne

Çavkanî û jêderên taybet yên pêgeha Darka Mazî dest nîşan kirin ku hêzên ewlehiyê li herêma Başûrê kurdistanê bandek desteser kirîye ku li vê dawiyê digel awareyên Rojava gihiştine Herêmê.
Çavkaniyan tekez kir, bandê ku hatîye desteser kirin ji 10 kesan pêk tê û her hemû Qadirone û zelamên desthilata Rojava û saziyên wê yên ewlehî û îstixbaratî ne û girêdayî Partîya Yekîtîya Demokratîk PYD û balê wê yê serbazî YPG û saziya bi navê “asayîşa Rojava” ne.
Çavkaniyên Darka Mazî eşkere kirin, saziyên ewlehiyê li herêma Başûr, lêpirsîn digel bandê desteser kirî kirine û wan danpêdan kiriye ku ew ji bo encam dana çendîn peqînan hatîne herêma Başûr.

Pîlan hebû ji bilî peqînan çendîn rayedar û kesatiyan teror bikin

Herweha, li gorî danpêdanên wê bandê, wan pîlan hebû çendîn peqînan li saziyên giştî û bazirganî bikin, herweha çendîn kesatî û berpirsyarên “Herêmê, ENKS û hemwext diblomatkarên Tirkiyê” teror bikin, ji bo ku rewşa Herêma Başûr têk bidin û fewza dinava herêmê de dirist bikin.

Partiya Karkerên Kurdistanê liser hewlên xwe ji bo têkdana rewşa Başûrê Kurdistanê berdewame bi taybet li asta dîplomasî ku dixwazîe peywendiyên dinavbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê têk bide, kuştina cêgirê kunsilê giştî yê Tirkiyê li Hewlêrê li 17 Xizîrana îsal jî baştirîn mînak û belgeye ku li wî demî PKK û balê wê yê serbazî HPG her di zû da ragihandbû, wan peywendî bi bûyerê ve nîne, lê piştî tawanbarên wê hatîne desteser kirin, eşkere bû ku wan ferman raste rast ji PKK wergirtine û pîlana kuştinê PKK’ê bi hemû hûrgilyên wê ve amade kirbû.

Pustên heman beş