Wezareta petrola Îraqê îro eşkere kir, li meha rabûrî 105 milyon bermîl petrol hatiye firoştin û dahatê wê gihaye, 6.2 milyar dolarên Emerîkî.
Li gor daxuyaniya wezareta petrola Îraqê, li meha rabûrî rojane 3.5 milyon bermîl petrol bo bazarên cîhanê hatine şandin, wate 105 milyon bermîl di 30 rojan de.
Herweha dest nîşan kir, ev petrol ji palawgehên Başûra wilat, hemwext palawgehên parêzgeha Kerkûkê bi rêya benderên Um Qesir û bendera Ceyhan ya Tirkiyê hatine şandin.
Wezareta petrola Îraqê eşkere kir, yek bermîl li ser esasa 59.8 dolaran hatye firoştin û got: xwepêşandanên Îraqê çi zîyanek bi asta henardeyên rojane nexistiye.
Li xwepêşandanên rojên rabûrî yên Îraqê bi taybet yên parêzgeha Besrayê, xwepêşanderan bo dema çend rojan rêkên sereke û rêkên saziyên petrolê daxistbûn, lê belê îro wezareta petrolê tesbît kir ku wan xwepêşandanan zirar bi asta henarde kirina petrolê nexistine.