YEKÎTİYA EWROPA: PKK’E MİLYARAN DOLARAN Jİ MADDEYÊN HİŞBER Bİ DEST DİXE

YEKÎTIYA EWROPA: PKK’E MILYARAN DOLARAN JI MADDEYÊN HIŞBER BI DEST DIXE Yekîtiya Ewropayê partîya Karkerên Kurdistanê PKK’ê bi bazirganiya maddeyên hişberê sûçbar dike û radigihîne, PKK’ê bi rêya wê bazirganiyê bi milyaran dolaran bi dest xistine. Navenda Ewropa ya li dûvçûna melefa maddeyên hişber û hîbûna hişberê ku bi"EMCDDA" tê nas kirin, raporeka hevpar ya sala 2019ê weşand ku li gel saziya polîsên Ewropayê “Yoro pole” amade kiriye û têde, partîya karkerên kurdistanê PKK’ê bi bazirganiya herî berfireh ya maddeyên hişberê li Ewropayê sûçbar kiriye. Navenda"EMCDDA" eşkere kiriye, Partîya Karkerên Kurdistanê bi milyaran dolaran ji bazirganiya hişberê û veguhastna wê li navbera wlatên Ewropayê ji sala 2012ê heya sala 2019ê bi dest xistine. Di raporê de hatîye: partîya karkerên kurdistanê ku ji sala 2002 di kategorya yekîtiya Ewropayê ya terorê da bû, destek herî berz di bazirganiya maddeyên hişberê li Ewropayê da heye û bi rêya bazirganiya nemeşro ya wê partîye, bazarê maddeyê hişberê li Ewropayê zêde ektîve. Li gor rapora navenda"EMCDDA" wilatîyên Ewropayê salane 30 milyar dolaran li kirrîna maddeyên hişberê xerc dikin. Hemwexta evê raporê, rêxistna polîsên Ewropayê “Yoro pole” di raporên xwe yên berê da, tesbît kir ku partîya karkerên kurdistanê PKK’ê, 1.5 milyar dolar ji bazirganên maddeyên hişberê bi dest xistine, salane jî dahata wê ji wê bazirganiyê digehe nêzî 3 milyar dolaran. Yoro pol dibêje: PKK’e ne tenê bi bazirganiya hişberê sûçbare, lê belê ewê dest di rakêşana zaroyan di cîhana maddeyên hişberê da heye Ya rast PKK’e weke partîyeke siyasî têçonên partîya xwe bi gelek rengan bi dest xwe ve diîne, ji bilî ku ev partîye bi bazirganî kirin bi maddeyên hişberê tê tawanbar kirin, hem ji aliyê dewletên Ewropayê hem jî wilatîyên kurd taybetî yên liser sînoran dijîn. PKK’e li navçeyên jêr deshilata xwe di nava herêma başûrê kurdistanê da ku bi herêma parastina mîdya dihên nav kirin, ji aliyê PKK’ê ve salane bi rêya wergirtina bac û serane ji wilatîyên hejar ku dixwazin biçin li gundên xwe yên ku niha di dest PKK’ê da ne karê cotkariyê û xwedî kirina Terş û Kewalî bikin baceke herî zêde distîne û ev yeke bûye sedema dilgiraniya wilatîyên li wan navçeyan dijîn û kar dikin. Her wiha PKK’e li navçeyên sînorî zor caran gefan li şirketan dixe ku ger bacê ji PKK’ê re nedin ew wê rê nedin li wan navçeyan kar bikin, herçend ev şirkete her hemû ji aliyê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê xwedî moletên fermîne. Ev bi tenê çavkaniyên paredar kirina PKK’ê nînin belku PKK’e bi rêya wergirtina aboneyan ji endam û alîgrên xwe li Bakurê Kurdistanê û dewletên Ewropayê jî pereyan ji xwe re peyda dike, alaveke din ji wan alavên PKK’e bikar diîne jibo paredar kirina xwe eve ku li Bakurê Kurdistanê bi rêya gef kirin li şirketên xwediyên wan kurd pereyeke herî zêde distîne û her xwedî şîrketek ku razî nebe bacê jêre bide yan wê were kuştin yan jî wê şîrketa wî were şewtandin ji aliyê PKK’ê ve li ber vê yekê her hemû xwedî şîrket naçar dibin pereyan weke bac ji PKK’ê re bidin. Hittp://wwiw.emcidda.europa.eu/ Hittp://wwiw.emcidda.europa.eu/syistem/files/publicationis/12078/20192630_TiD0319332ENiN_PDiF.pdif

Yekîtiya Ewropayê partîya Karkerên Kurdistanê PKK’ê bi bazirganiya maddeyên hişberê sûçbar dike û radigihîne, PKK’ê bi rêya wê bazirganiyê bi milyaran dolaran bi dest xistine.

Navenda Ewropa ya li dûvçûna melefa maddeyên hişber û hîbûna hişberê ku bi “EMCDDA” tê nas kirin, raporeka hevpar a sala 2019an weşand ku li gel saziya polîsên Ewropayê “Yoro pole” amade kiriye û têde, partîya karkerên kurdistanê PKK’ê bi bazirganiya herî berfireh ya maddeyên hişberê li Ewropayê sûçbar kiriye.

Navenda “EMCDDA” eşkere kiriye, Partîya Karkerên Kurdistanê bi milyaran dolaran ji bazirganiya hişberê û veguhastna wê li navbera wlatên Ewropayê ji sala 2012ê heya sala 2019ê bi dest xistine.

Di raporê de hatîye: partîya karkerên kurdistanê ku ji sala 2002 di kategorya yekîtiya Ewropayê ya terorê da bû, destek herî berz di bazirganiya maddeyên hişberê li Ewropayê da heye û bi rêya bazirganiya nemeşro ya wê partîye, bazarê maddeyê hişberê li Ewropayê zêde ektîve.

Li gor rapora navenda “EMCDDA” wilatîyên Ewropayê salane 30 milyar dolaran li kirrîna maddeyên hişberê xerc dikin.

Hemwexta evê raporê, rêxistna polîsên Ewropayê “Yoro pole” di raporên xwe yên berê da, tesbît kir ku partîya karkerên kurdistanê PKK’ê, 1.5 milyar dolar ji bazirganên maddeyên hişberê bi dest xistine, salane jî dahata wê ji wê bazirganiyê digehe nêzî 3 milyar dolaran.

Yoro pol dibêje: PKK’e ne tenê bi bazirganiya hişberê sûçbare, lê belê ewê dest di rakêşana zaroyan di cîhana maddeyên hişberê da heye.

PKK’e ji bilî maddeyên hişber, bacê bi zorî ji wilatî û xwedî şirketan li kurdistanê û Ewropayê distîne

Ya rast PKK’e weke partîyeke siyasî têçonên partîya xwe bi gelek rengan bi dest xwe ve diîne, ji bilî ku ev partîye bi bazirganî kirin bi maddeyên hişberê tê tawanbar kirin, hem ji aliyê dewletên Ewropayê hem jî wilatîyên kurd taybetî yên liser sînoran dijîn.

PKK’e li navçeyên jêr deshilata xwe di nava herêma başûrê kurdistanê da ku bi herêma parastina mîdya dihên nav kirin, ji aliyê PKK’ê ve salane bi rêya wergirtina bac û serane ji wilatîyên hejar ku dixwazin biçin li gundên xwe yên ku niha di dest PKK’ê da ne karê cotkariyê û xwedî kirina Terş û Kewalî bikin baceke herî zêde distîne û ev yeke bûye sedema dilgiraniya wilatîyên li wan navçeyan dijîn û kar dikin.

Her wiha PKK’e li navçeyên sînorî zor caran gefan li şirketan dixe ku ger bacê ji PKK’ê re nedin ew wê rê nedin li wan navçeyan kar bikin, herçend ev şirkete her hemû ji aliyê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê xwedî moletên fermîne.

Ev bi tenê çavkaniyên paredar kirina PKK’ê nînin belku PKK’e bi rêya wergirtina aboneyan ji endam û alîgrên xwe li Bakurê Kurdistanê û dewletên Ewropayê jî pereyan ji xwe re peyda dike, alaveke din ji wan alavên PKK’e bikar diîne jibo paredar kirina xwe eve ku li Bakurê Kurdistanê bi rêya gef kirin li şirketên xwediyên wan kurd pereyeke herî zêde distîne û her xwedî şîrketek ku razî nebe bacê jêre bide yan wê were kuştin yan jî wê şîrketa wî were şewtandin ji aliyê PKK’ê ve li ber vê yekê her hemû xwedî şîrket naçar dibin pereyan weke bac ji PKK’ê re bidin.

Pustên heman beş