Gazpromê 3 milyon tenên petrolê li Başûrê wilat berhem anîne

Gazpromê 3 milyon tenên petrolê li Başûrê wilat berhem anîne

ŞIRKETA RÛSYA FEDERAL GAZPROMÊ ÎRO RAGIHAND KU WAN HEYA NIHA 3 MILYON TEN PETROL LI HERÊMA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BERHEM ANÎNE.

Ajansa (Reuters)ê îro roja sêşemî 3/12/2019ê ji şirketa Gazprom ya Rûsya federal veguhastiye ku ji destpêka karê wan di kerta petrolê de li herêma Başûrê Kurdistanê, asta berhema wan gihaye 3 milyon tenan.

Dest nîşan kir, asta berhema wan di rojê de ji kêlgehên herêma Başûrê bi 4 hizar bermîlên rojane tê texmîn kirin, wate 30 ten û 500 hizar bermîl.

Hikûmeta Başûrê Kurdistanê lihevhatin digel şirketa Gazprom îmze kiriye û li gor wê lihevhatinê, Gazprom bi erka derxistina petrolê û henarde kirina wê radibe.

Pustên heman beş