YEKEM CARE DI DÎROKÊ DE PÊŞMERGE BEŞDARÎ MERASÎMA “SERBAZÊ BERZE” DIBE

YEKEM CARE DI DÎROKÊ DE PÊŞMERGE BEŞDARÎ MERASÎMA"SERBAZÊ BERZE" DIBE

Şanda pêşmergeyan weke şandên arteşên wilatên cîhanê ji aliyê Firansayê ve hat daxwaz kirin

Bo yekem car di dîrokê de, şandekê Pêşmergê Kurdistanê, beşdarî merasîma rêzgirtinê li “serbazê berze” li wilatê Firansayê kir, beşdariya pêşmergey eger çi ji bo merasîmekê bû, lê belê şanda Pêşmergeyan wekhevî şandên supa û arteşên wilatên cîhanî ji aliyê Firansayê ve hat daxwaz kirin û li asta şandên wlatên din beşdarî evê merasîma mirovatî bû.

YEKEM CARE DI DÎROKÊ DE PÊŞMERGE BEŞDARÎ MERASÎMA"SERBAZÊ BERZE" DIBE

Merasîma rêzgirtinê li serbazê berze, salane ji 1923ê li Parîs a paytexta Firansayê bi beşdariya hejmareke zora şandên leşkirî yên wlatên cîhanê tên birêvebirin, tirba serbazê berze temsîla sedan hezar wan cangorîyan dike ku di cenga cîhanî de bergirî ji xaka wilatê xwe kirîn û nasnameya wan nehat bû naskirin.

Di merasîma îsal de, seroktiya Firansayê û saziyên wê yên serbazî, Pêşmergên Kurdistanê bi fermî ji bo bîranîna evê yadê daxwaz kir.

Şanda Pêşmergeyên Kurdistanê bi seroktiya fermandarê hêzên Zêrevaniyê Ezîz Weysî gihane Firansayê û beşdarî merasîma rêzgirtin û li bîranîna “serbazê berze” bûn, şanda pêşmergeyan beşdarî hilkirina “Xetîra Ebedî” kir û her wiha tac gul li ser gora “serbazê berze” danan.

Ev jî dibe yekem car di dîrokê de, şandeka pêşmergeyan weke şandeke nîzamî û wekhevî şandên arteş û supayê wlatên din, tevlî merasîmeke serbazî li asta cîhanê dibe.

Pêşmerge li cîhanê Cengawerên azadiyê ne

Firensa bi yek ji welatên dostên herî nêzîk yên herêma başûrê kurdistanê tê hejmartin, lê piştî şerê DAIŞ’ê li welatên cîhanî navê pêşmerge deng veda û li wilatên cîhanî pêşmerge weke serbaz û Cengawerên azad hatin naskirin, heya wê astê ku serokên wilatan dastanên pêşmergeyan bi Efsane dan naskirin û li navendên navneteweyî navê pêşmerge bi wateya şanazîya serketina li ser sitemê hat wesf kirin.

Serbazê berze kî ye?

Tirbê serbazê berze li Firansayê li 11 Novembera 1920ê li bin “kivanê bi navê serketinê” hatîye avakirin û ew gor derbirînê ji tevahiya serbazên kuştî dike ku nasnameya wan nehatbe naskirin û bi dirêjahiya dîroka wî wilatî, li sala 1923ê “Xetîreka Ebedî” li cem gorê serbazê berze hat hilkirin û ji wî demî salane li demjimêr 6:30 êvara piştî merasîma rêzgirtinê tê hilkirin.

YEKEM CARE DI DÎROKÊ DE PÊŞMERGE BEŞDARÎ MERASÎMA"SERBAZÊ BERZE" DIBE

Tirbê serbazê berze bi zincîrekê hatîye perjan kirin, û li ser gorî bi giranêtê hatîye nivîsandin ku li “vê aramgehê serbazek Firensî heye canê xwe gorî wilat kir 1918- 1914”.

Di sala yekem ya cenga cîhanî de, li Firansayê gelek proje ji bo rêzgirtinê li qurbaniyên cengê hebûn, li 2 Tîrmeha sala 1915ê siloganek ji bo rêzgirtinê li qurbaniyên cengê bi qanûn li Firansayê hat der kirin.

Li wlatên Ewropa û cîhanê jî û piştî bi dawî bûna cenga cîhanî, nerîna wan ew bû ku hejmareke herî zêde ya cesedên serbazan hene ku nasnameya wan nayê naskirin, ji ber vê êkê Hikûmetên her yek ji wlatên “Belcîka, Firensa, Berîtanya û Îtaliya, her wiha wîlayetên yekbûy yên emerîkayê” rê ji bo rêzgirtinê li wan qurbanîyan der kirin, piranya wan gor û mînyomênt û peyker li meydanên giştî yên paytextên xwe bi navê serbazê berze avakirin û heya niha salane merasîman ji bo rêzgirtinê û bîranîna cangoriyên wilatî lidardixin.

Lê belê dîroka yekem gor ji bo serbazekê berze hatbe avakrin ji bo sala 1858 vedgert, wexta ku serbazekê danîmarkî di cenga bi navê “skîlsifîg” ya yekem de canê xwe gorî krî û nasnameya wî nehatbû zanîn, her wha gorekê dnê berze ji bo serbazekê emerîkî li sala 1866 hatbû avakrin ku di bûyerên şerê navixwe yê wî wlatî de hatbû kuştin û nehatbû naskrin.

YEKEM CARE DI DÎROKÊ DE PÊŞMERGE BEŞDARÎ MERASÎMA"SERBAZÊ BERZE" DIBE

Her çend ku gorên serbazên berze li hejmareke wlatan hene, lê belê weke nerît û ‘urf piştî bûyerên cenga cîhanî ya yekem bi awayekî herî berfirh berbelavbû bi taybet li frensayê û ev gorê nha merasîm li ber tên krin, temsîla tev cangoryên frensayê dke ku di cenga cîhanî ya yekem de bergirî ji wlatê xwe krîn, wlatên din yên cîhanê jî ev nerîta rêzgirtnê ji frensayê wergirtne.

Pustên heman beş