PKK di salvegera komkujiya Mereşê de soz dide xebatê ji bo tirkiyê bike

PKK’E DI SALVEGERA KOMKUJIYA MEREŞÊ DE SOZ DIDE XEBATÊ JI BO TIRKIYÊ BIKE

Piştî derbasbûna 6 roja li ser komkujiya Mereşê ku pêtir ji 500 Kurdên Elewî têde hatbûn komkuj kirin, ji nû partîya karkerên kurdistanê ku xwe bi xwediya doza gel dibîne, fikir li vê komkujiyê kir û beyanek di salvegera 41an ya vê komkujiyê de parvekir.

Hevseroktiya Konseya Rêveber a koma civakên Kurdistanê KCK’ê seywana siyasî ya partîya karkerên kurdistanê PKK’ê, îro roja çarşemî 25/12/2019an beyanek di salvegera 41ê ya komkujiya Mereşê de weşand, her çend ku KCK’ê ev komkujî şermezar kirîye, lê belê pirs ewe, gelo çima piştî derbasbûna 6 rojan ji vê komkujiya di rasta kurdên Elewî de hatî ku li 19 dîsambera sala 1978an dest pê kir bû, ji nû KCK’ê fikir li bîranîna şehîdên vê komkujiyê kir.

KCK’ê diyar ku komkujiya Mereşê divê tenê weke komkujiya li ser kurdên Elewî neyê dîtin û dest nîşan kir tekuşîna pir alî wê bidome.

KCK’ê di beşeke din ya beyana xwe de soza xebata ji bo Tirkiyê dupat kirîye û gotiye: “di salvegera 41an ya komkujiya Mereşê de, em hemû kurdên Elewî û şorişgêrên ku şehîd bûne bi rêzdarî ve li bîr tînin, em dîsa sond dixun ku emê li tekoşîna xwe ya jibo Tirkiyeya demokratîk bidomînin”.

Li 19 meha dîsambera sala 1978ê, hêzên dewleta dagîrkera Tirk li Bakurê Kurdistanê û li bajarê Mereşê, kurdên Elewî armanc kirin, nêzîkî 500 kurdan bi eşkencê kuştin, dozên li derbara vê komkujiyê heya sala 1991ê berdewam kirin.

Li Mereşê hêzên girêdayî dewletê pîlanek bikar anî û wan dest bi komkujiyeke dijwar li ser kurdên Elewî kir, destpêka bûyerê li roja 19/12/1978ê bû wexta ku di nava “sînema rastgiran” da teqînek çêbûy, ew teqîn bi destê dewletê û aliyên rastgir hatbû plan kirin, ji bo ku behaneya komkujiyê bihêt dirist kirin û bi vê behaneyê êrîşên li ser taxên kurdan destpêkirin, li heman rojê 3 kurdên Elewî hatin kuştin û Tirkên Sinne nehêlan cenazeyan rakin û li mizgeftê bişûn, di navbera kurdan û rastgirên Tirkên faşîst şerê kolanan destpêkir, heya li hinek mizgeftan jî melayên Tirk dest bi fetwayê kirin û digotin:”kî Elewyekî bikuje beranberî 5 hecane”.

Pustên heman beş