AKPE ji bo xwe demokrasî ye û ji bo gelê kurd dîktatore

DEWLETA TIRKIYÊ HEYA NIHA 38 ŞAREDARÊN HDPÊ ZÎNDAN KIRINE

Partiya Dad û Geşepêdan bi seroktiya Receb Teyb Erdogan, ji dest bi kar bûna şaredarên Kurd yên Partiya Demokratik a Gelan HDPê, li bajar û bajarkên Bakurê Kurdistanê, heya niha 38 şaredar dûrxistine û zîndan kirine û Qeyûm li şûna wan wezîfedar kirine, ev yek jî bi binpêkirineke herî zelal ji bo wê demokrasiyê tê ku Partiya Erdogan îdî’ayê dike ku xebatê ji bo dike.

DIJATÎ KIRINA HDPÊ

Di hilbijartina adara îsal 2019an de, Partiya Demokratîk a Gelan HDPê, 63 şaredarî bi dest xist bûn, ku yên bajarên (Mêrdînê, Batmanê, Amedê, Sêrtê û Hekariyê, Wanê, Îdirê û Karisê) bûn, lê belê her zû û bi dest bi kar bûna wan, Partiya Erdogan siyaseta tekalî û dijatî kirina gelê Kurd li kar kir û dest bi dûr kirina şaredarên serkeftî yên HDPê kir.

Bi derbasbûna 7 mehan li ser hilbijartinê û dest bi kar bûna şaredaran, AKPê heya niha 38 şaredarên HDPê bi sûçên cuda dûrxistin û zîndan kirine, piraniya wan bi sûça peywendî û têkliya wan ya bi Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê, hatine zîndan kirin.

Partiya Erdogan ku 778 şaredarî li Tirkiyê di dest dane, îdî’aya wê yekê dike ku ew xebatê li ser esasa demokrasiyê dike, lê belê tirsa wê ya herî zêde ji partiyên opozisyon heye, bi taybet partiyên Kurdî weke Partiya Demokratik a Gelan û her ku diçe, bi hêcetên cuda şaredar û parlimenterên HDPê têxe bin lekolînan û bi sûçên siyasî ji postên wan dûr têxe.

Demokrasiya ku AKPe li Tirkiyê di meşîne, mîna wê serhatiyê ye, wexta ku (Yekê Emerîkî bi yekê Îraqî re gotî: Em li wê astê demokrasiyê ne ku dikarin xeberan bidin serok Boş, di bersivê de kesê Îraqî bi yê Emerîkî dibêje: Gelu em jî weke hewe li wê asta demokrasoyê ne ji ber ku em jî dikarin xeberan bidin serok Boş).

Partiya Dad û Geşepêdanê ya Receb Teyb Erdogan, piştî hilbijartina dawiyê dewleta Tirkiyê xistiye di xeterê de, ji ber ku siyaseta dijatiya gel û dijberan kiriye nexşe rê, ev yek jî ji aliyê partiyên opozisyonê ve bi taybet partiyên Kurdî bi destpêka dawiya AKPê hatiye nav kirin, ev rexnedayîna li PKKê jî tê girtin, ne tenê li nava Tirkiyê ye, belku civaka navneteweyî jî rexneyeka herî dijwar li Tirkiyê û AKPê girtiye ku hemû binemayên demokrasiyê bin pê kirine û azadî sînordar kirine.

Partiya HDPê ji destpêka avabûna xwe zirareke mezin ji dest AKPê dîtiye, ji desteser kirina rêberê wê, Selahetîn Demîrtaş û bi dehan şaredar û parlimenterên wê, hem wext derxistina wan şaredar û nûnerên HDPê yên ku bi dengên gel çûne di desthilatê de.

DEMÎRTAŞ: TA MIRINÊ DI ZÎNDANÊ DE BIM AZADIYÊ JI ERDOGAN NAXWAZIM

RÊBER APO: AZADIYA OCALAN AZADIYA KURDISTANÊ YE

PKKE: BÊ SEROK JIYAN NABE

EV GOTINÊN APO Û PKKÊ BI WÊ WATAYÊ TÊN HER WEK HEGER RÊBER AZAD NEBE KURDISTAN DÊ BIMIRT

Her çend Tirkiye HDPê bi sîbera PKKê mêze dike, piştî desteser kirina Demîrtaş, Erdogan got ku (ewên pişta xwe bi çiya gerim di kirin, niha di zîndanê dene û tiştekê wan nîne pişta xwe pê gerim bikin), mebesta Erdogan ji vê gotinê Demîrtaş û Qendîl bû.

Lê belê Demîrtaş ku dema 3 salane di zîndanê deye, îro roja çarşemî 25/12/2019an bi rêya parêzerên xwe bersiva rojnameyekê daye kanê ewê ji Erdogan re teleba ‘efwê bike, Demîrtaş gotiye: “Heger ew heya mirinê di zîndanê de be, ew daxwaza azad kirinê ji Erdogan nake”.

Ev helwesta Demîrtaş helwesta Rêber Apo li bîr tîne wexta ku desteser kirî yekem gotina wî: “Ez ji bo xizmeta Tirkiyê amademe”.

Her wiha wexta ku bi awayeke neraste rast daxwaza azadiyê ji dewleta Tirkiyê kirî û gotî: “Azadiya Ocalan azadiya Kurdistanê ye, weke çawa PKKe dibêje bê serok jiyan nabe”.

Ger evan gotinên Rêber Apo û PKKê hinekê şîrove bikin, tenê yek wate ji bo heye, ewjî ger Ocalan azad nebe, Kurdistan wê qet azad nebe, her wiha gotina PKKê ku dibêje bê serok jiyan nabe, wate ger serok azad nebe, kurdistanê dê mirit û jiyan lê tune bit.

Her çi qas partiya Erdogan siyaseteke tekalî, piştguhxistin û dijatî kirina gelê Kurd bi kar anî, lê belê PKKe li hemû deman ew hêcete bû ku Tirkiyê ev siyaset li dijî Kurdan pê daye meşandin, demokrasiyeta AKPe jî xebatê ji bo dike, bi wê watayê tê “Ez ji bo xwe demokrasî me û ji bo te dîktatorim”.

Pustên heman beş