Yekêtî ya Niştîmanî ya Kurdistanê kongireya xwe ya 4ê li jêr navê “nwêbûnewe” saz kir û serketina kongire jî di peyamekê de bi zarê D. Berhem Salih ragihand, weke bera kongre YNK’ê soz dayî ku ev kongre dê ji bo radest kirina desthilatê û nû bûnê be, ya rast ev soz bi cî hat û bi bandora raste rast ya Îranê her çi siyasetvanekê ku destên wî li gel dagîrkaran, ketin xeta rêberatîya wê partiyê û balê niştîmanî û referandomçî jî şikestin.
Gelê Kurdistanê her çend ku piştî kongireya 4ê li benda YNK’ê bû ku weke navê xwe bi kirasekê niştîmanî û Kurdistanî xwe nû kir ba, lê di hilbijartina encûmena giştî ya serkirdatîya wê de, gropa berpirsyar ji bûyerên “16 oktoberê” û radest kirina Kerkûka dilê Kurdistanê, her wiha berpirsyarên ewlehî, serbazî, bazirganî bûn serkêş, pirsa li vir tê kirin ewe gelo ev kesên ku xaka wilat û pîrozî dane dagîrkaran, gel dê çi karekê Nîştîman perwerî ji wan çaverê bike?.
Xeta “Lahor – Pavêl” eşqa ebedî ya dagîrkaran
Di hilbijartina encûmena giştî ya serkirdatiya YNK’ê de, balê “Lahor Şêx Cengî” li tev bazine û komîteyên YNK’ê piraniya endamên encûmena serkirdatîyê bi dest xistin, piştre balê “Pavêl Talebanî”, balê “Kusret û Mela Bextîyar” ku gel wan bi Nîştîman perwer û dest pak nas dikin, hatin dûr kirin û rastî şkestinê hatin.
Ger pirs were kirin aya ev çi bû? Bersiv gelek kurt û zelale, ew jî: bi quderta Îranê YNK’e ket dest salihan “xeta Lahor û piştre xeta Pavêl” wate eşqa ebedî ya “PKK’ê, Bexda, Enqere û Tehranê” û “xeta kosret” dûr ket, bi gotneke din, êdî dewleta neteweyî ji bo başûr pêtir nêzî xewnê dibe.
Îranê ku bi rêya YNK’ê dijatiya referandoma serxwebûna Başûrê Kurdistanê kir û serketin di vê pîlanê de anî, piştî 16 Oktoberê jî xwast xeta “Lahor û Pavêl” bihêz bike û pîlaneke mukim ji bo dûr kirina wan serkirdeyên yekêtyê da ku piştigrî li referandomê kirbûn, ev yek jî bi pîlanên qirêj yên “Pavêl û Lahor” hat encamdayîn û ew serkirde yek bi yek bi sûçên cuda ji navendên biryardanê dûr kirin, di kongreya 4ê jî de, ev pîlan bi dawî hat wexta “malbata şêx cengî û malbata talebanî” û alîgrên wan bi baladestên hesastirîn navenda biryardana YNK’ê derketin.
Robotê Pavêl kî ye?
Di kongireya 4ê ya YNK’ê de, 121 endam ji bo encûmena giştî ya serkirdatiyê hatin dest nîşan kirin, ev encûmen dê kesê yekemê yekêtyê dest nîşan bke û çendîn postên din yên herî girîng û di wexta 45 rojan de, bera ku kongre dest pê bike navê d. Berhem Salih dihat gotin ku bibe sekreterê yekemê YNK’ê, piştre hinek serkirdeyên YNK’ê gotin ku mumkîne li her demê nav bihê guherîn û kesekê din be, li vir jî dest nîşan kirina wî kesî kareke bi zehmet û asê nabe ji bo encûmena giştî, ji ber ku gotin û biryar ya encûmenê nabe, belku dê ya tehranê be, lewma dê 2 navên din kevin di bazine ya hevirkiyê de li ser wê postê ew jî “Pavêl talebanî, Lahor Şêx Cengî”, lê belê Tehran naxwaze bi wê zelaliyê vî karî bike belku jêr bi jêr , ev jî bi wê wateyê tê kesê ku dê bibe sekreterê YNK’ê, pêwîste yek ji zelamên Pavêl û Lahor be, di lîsta serkirdatiya nû ya YNK’ê jî de, Pavêl tenê yek robotê zêde guhdar heye ku bi “D. Berhem Salih” tê nav kirin.
Malbata talebanî VS malbata cengî
Kongreya 4ê ya YNK’ê 16 bazineyên hilbijartinê danabûn, di piraniya wan de, balê malbata “şêx cengî” û alîgrên wan, serketin, jiberku Lahor karekî herî zêde û hisabatên herî deqîq danabûn, mercên endam bûnê jî di peyrewa YNK’ê de, di berjewendîya alîgrên xwe de nivîsand bûn.
Her wiha ji malbata Celal talebanî, “Qubad Talebanî” bi tezkiye serket, “Pavêl Talebanî” yê birayê wî duwem pitirîn deng bi dest xistin, lê belê kesên ku “Qubad û Pavêl” li wan bazineyan piştgirî lê dikirin serneketin, mînak “Yûsif Goran, Tehsîn namiq û Serkewt Kube”.
“Şanaz Îbrahîm” ku bi mîratgira Îbrahîm Ehmed û mala mam tê hesab kirin, tenê karî xwe serbêxe, jiberku ew himberî dijatîyeke mezin ji alê malbata “Şêx Cengî” hatbû.
Berhem Salih ku li vê dawyê bi sedema cudabûna wî ji YNK’ê û avakirina wî bo partîyeke din pêgeha wî li nav YNK’ê lawaz bibû, lewra ew bi xwe bi tezkiye serket bi hukmê ku postekê bihêz li Bexda li ser hesaba YNK’ê heye, lê belê heval rêyên wî xwe namzed nekirin ji berku wan berwext fêhim dikir ku dernakevin, d. Berhem bi xwe jî amadeya xwe berwext ji bo balê “Pavêl û Lahor” diyar kirbû ku ew amadeye bibe sekreterê YNK’ê xwe eger tenê şeklî jî be.
“Kosret Resûl” û balê xwe pêgeha xwe ji dest da û tenê li bazineya Hewlêrê hinek hevalên wî serketin û li tev bazineyên din şikestin xwar.
Wate di vê kongirê de her çi kesê zêdetir pare û hêz di dest dabe serketin, kesên ku navê referandomçîyan jî lê hatine kirin, rastî şikestina mezin bûn.
Serketina giropa berpirsyar ji “16 Oktoberê” û şikestina referandomçîyan di kongreya 4ê ya YNK’ê de, gelek wate û xwandin ji bo hene, ya herî zelal eve ku bingeha nû ya YNK’ê û serkêşên wê ji piştî 16 Oktoberê, bi timametî li dijî partîya demokrat ya Kurdistanê “rêbera referandûma serixwebûnê” fikrîne û êdî li qonaxên pêşerojê jî wê li dijî fikra neteweyî bi fikirin û pîlanên xwe ava bikin.