Avabûna dewleta Kurdistanê, avabûna Îsraîla duyemîne

abdullah-ocalan-kurdistan-map-israil-turkey (2)

Paş ku Ocalan hatye desteser kirin ji aliyê dewleta Tirkiyê hertim xwastiye ku PKK’ê biguhere û bêxe di xizmeta dewlet û mîsaqê netewî yê dewletê de, jibo vê yekê jî biryara agirbesta digel Tirkiyê stand, Bakur hemû vala kir û çekdarên xwe veguhastin başûrê kurdistanê bi vî awayî dewletê careke din ji xwe re derfet dît ku dîsan dest danît ser wan navçeyan ku PKK’ê bê şer teslîmî wan kirbûn û tu çekdarên xwe li wir nehêlay.

Ocalan bi tu awayekî naxwaze dewleta kurdistanê ava bibe

Ocalan bi tu awayekî naxwaze dewleta kurdistanê ava bibe, ev yek jî çendîn caran bi zimanê xwe û qelemê xwe raste rast ji gelê kurd re beyan û zelal kiriye, Ocalan dibêje pêwîst nake dewleta kurdistanê ava bibe, belku pêwîste kurd bê ku sînorê dewletên dewletên din “Tirkiyê, Îran, Sûriyê, Îraqê” biguhere li çareseryeke din binêrin ji bo pisgirêka kurdî, herweha Ocalan dibêje ava bûna dewleta kurdî ya biçûk li rojhelata navîn de wê bibe sedema ava bûna Îsraîla duyemîn û ev yek dibe gefeke mezin liser dewletên din!

Herçend ji aliyê gelek kesan ve wiha xweya dibe ku Ocalan van axaftinan weke tektûk bikar diîne lê belê Ocalan ji dewletên dagîrkar zêdetir li dijî avakirina dewleta Kurdistanê dirawiste, Ocalan bi sedehan berper nivîsandine û têde bi zelalî dijatiya xwe ji bû dewleta kurdistanê beyan dike û dibêje sîstemê dewletê sîstemek paşkeftî ye û digel serdemê niha da nagunce, lê belê li heman dem dam bas li parastina sînorên dewletên dagîrkar dike û bi tu away bas ji jinav birina wan sînoran û wan dewletan nake Li vir pirsa ku dirist dibe eve gelo ger dewlet formeke îkspayer be çima Ocalan PKK’ê ji bo jinavbirna dewletên dagîrkar araste nake belku PKK’ê ji bo parastina van dewletan û rêzgirtin li sînorê wan araste dike?!

Ocalan ew soza bi dewleta Tirkiyê re day bicî aniye

Ocalan destê alîkariyê ji dewleta dagîrkar a Tirkiyê re dirêj kiriye li dijî wan kesan yên ku ji bo Kurdistanek ser bi xwe û azad tekoşîn kiriye ew kesên ku dixwest dewleta kurdistanê ava bikin, ew helsengandinên Ocalan liser PKK’ê encam day liber çavan û diyare ku ji hemû aliyekê mifadar tir ji PKK’ê, dewleta dagîrkar a Tirkiyê ye, Ocalan ew soza bi dewleta Tirkiyê re day bicî aniye û heya niha berdewam xizmeta dewleta Tirkiyê dike.

Di sîyasetê da encamdana peywendiyan digel dewletan yan partî yan kesên dujmin kareke rê pê dayî û asayî ye lê bi mercekê ku ew peywendî li dumahiyê di berjewendiya gel û wilatî de bît liser vê bingehê em dikarîn bibêjîn ku peywendiyên Ocalan û PKK’ê digel dewletên dagîrkar dibe tiştek asayî bît lê bi tu away encamdana van peywendiyan liser xuyna şehîdên kurd û di berjewendiya dewletên dagîrkar bi giştî û Tirkiyê bi taybetî tişteke asayî û rê pê dayî nîne û pêtvî dike ev babete bi başî were şirove kirin û rê li vê karê PKK’ê were girtin, PKK girêdana peywendiyan digel her kes û alî û dewletekê ji bo xwe bi asayî dibîne û dibêje ev siyasete lê belê deme partîyeke din a kurdistanê peywendiyan digel dewleta Tirkiyê girê bidet evca ev peywendiye çend peywendiyên bazirganî û siyasî bin û dûr bin jî ji bindestiyê û xwe zal kirina Tirkiyê lê li dawyê PKK van peywendiyan bi îxanet nav dike dibe encamdana peywendiyên abûrî ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya “Partîya Demokrat a Kurdistanê” PDK’ê digel Tirkiyê baştirîn nimûne be liser vê yekê.

Pustên heman beş