KCK’E KUŞTINA QASIM SILÊMANÎ DIKE GROVE LI SER RASTYA TÊZÊN OCALAN
Hevseroktiya kunseya rêveber ya Koma Civakên Kurdistanê KCKê, seywana siyasiya PKKê, li ser kuştina Qasim Suleymanî, fermandarê feyleqa Quds ya Îranê daxuyanî da û têde gelek bi rû qayîmî êrîşî hizra neteweyî dike û piştigriya xwe ji bo dewletên dagîrkarên Kurdistanê î’lan dike.
Hevseroktiya kunseya rêveber ya KCKê li ser kuştina Qasim Suleymanî, fermandarê feyleqa Quds ya sipayê Pasdarên Îranê û Ebo Mehdî Muhendis, cêgirê serokê desteya Heşda Şebî ya Îraqê, daxuyanî da û dest nîşan kir ku ji bilî rêya Ocalan rêberê zîndan kirî yê PKKê, tu çareseriyeke din nîne û pêwîst dike her kes û alî têzên Ocalan ji bo çareser kirina hemû pirsgirêkên di navbera gelên cîhanê de bi bingeh wergire.
Di daxuyaniya KCKê de hatiye: “Li cugrafiyaya ku sîstema dewlet peresta 5 hezar salî derketiye holê, kirîzeke kûr dest pê kiriye û bi destwerdana hêzên modernîteya kapîtalîst ev kirîz bêhtir tê giran kirin, nehêzên herêmî nejî hêzên navneteweyî xwedî nexşerêyeke çareseriyê ya pirsgirêkên berfirehên li Rojhlata Navînin”.
KCKe berdewam dike û dibêje: “Kuştina yek ji rêveberên herî girîngên leşkirî û siyasî yên Îranê Qasim Suleymanî û cêgirê serokê desteya Heşda Şebî Ebo Mehdî Muhendis li Bexdayê, ev rastî careke din raxsit pêş çavan ku çareseriya modernîteya demokiratîk, biratiya gelan” ya ku Ocalan ev yek piştî teslîm bûna xwe bi dewleta Tirkiyê re li girava Îmraliyê derxistiye holê, yekane alternatîve ku pirsgirêkên di navbera gelan de werin çareser kirin, lê KCKe tu rêyeke bingehîn dest nîşan nake ji bo çawaniya binecî kirina biratiyê di navbera gelan de, ji ber ku ew baş fêm dikin binecîkirina biratiya di navbera gelan de, pir zehmet tire ji damezrandina dewletan, ew bi tenê axaftina rêberê xwe yaku di Îmraliyê de ji wan re dişîne bas dikin.
PKKE PIŞTGIRIYÊ LI BIRYARA PARLEMENA ÎRAQÊ DIKE, LÊ HEM WEXT JIBÎR KIR KU EW JÎ HÊZEKE BIYANÎ YE LI SER XAKA BAŞÛRÊ WILAT
KCKe di berdewamiya daxuyaniya xwe de dibêje: “Tevgera azadiyê ya Kurd li dijî wan pêkanîn û polîtîkayene ku çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn di destwerdana derve de dibînin” bi vê yekê jî ji aliyekê KCKe palpiştiya biryara parlemêntoya Îraqê dike ji bo der kirina hêzên biyanî di nava xaka Îraqê de, lê belê KCKê ji bîr kiriye ku li gorey yasaya navdewletî ew bi xwe jî hêzeke biyanî ne ku niha li ser xaka Herêma Başûrê Kurdistanê ku beşeke ji Îraqê çalakiyên xwe encam didin û ger li gor vê yasayê be, herî zû pêwîst dike ew bi xwe jî xaka Îraqê bi cî bihêlin û herin li ser xaka xwe.
KCKe dibêje: “Rabûna li ber destwerdana derve ku mebest pê hêzên Emerîkî ne li Îraqê de ji bo pêkhatina aştî û aramiyê li Rojhilata navîn girînge, ev yek jî diçe xaneya palpiştî kirina sitratîca dewleta dagîrkar a Îranê ku niha dixwaze li Îraqê û navçeyê pêk bîne”.
KCKe zûr bi rû qaymî êrîşê dike ser hizra neteweyî û dibêje “Bi rê çûn li ser xeta neteweyî ya demokratîk pirsgirêk çareser nabin”, anku careke din li vir dijatiya xwe ji bo daxwaza rewa ya gelê Kurd ji bo damezrandina dewleteke serbixwe mîna dewletên din diyar dike ku bê goman ev yek jî dîsan diçe qada piştevanî kirina hizra dewletên dagîrkarên Kurdistanê bi taybetî dewleta Tirkiyê û Îranê.
KCKe bi wê nerîna xwe sitem û zordariya dewleta dagîrkara Îranê li dijî gelê Kurd, bi taybet li Rojhilata wilat bi dirêjahiya dîrokê ji bîr kir ku heya roja me ya îro ev sitem dewam dike.
KCKe di beşeke axaftinên xwe de bas li dîrokek 5 hezar salî dike, lê belê di beşeke din de bas li 100 salên rabûrî dike û weha diyar dike ku bi tenê di van sed salan de şer û kuştin hebûye, KCKe dibêje: “Êdî mîna 100 salên derbasbûyî bêy îradeya gelan, bi şer an jî lihevkirina hêzên serdest aştî û aramî pêk nayê” lê belê bi tu awa bas li îradeyekê nake ku ji aliyê dewletekê ve hatibe nîşandan ji bo biratiya gelan, ji ber ku ew baştir ji her aliyeke din dizane ku biratiya gelan tişteke pir zehmete, zehmet tir ji her tişteke din di vê cîhanê de.
Di beşeke din a daxuyaniya xwe de kunseya rêveber a KCKê bas li dewleta Tirk dike û dibêje: “Dewleta Tirk hewil dide ji aloziyê sûd wergire, lê bi tu awa bas li dewleta Îranê û wan tawanan nake yên ku rejîma Îranê bi rêya Qasimê Suleymanî û bi dirêjahiya dîrokê bi gelê Kurd re kirîne bi taybet Rojhilata Kurdistanê, KCKe dixwaze bi vê yekê hem nerehetiya xwe li himber kuştina Qasim Suleymanî diyar bike hem jî bi rokeş dijatiya dewleta Tirk bike, “.