ALIYÊN KURDÎ YÊN NÊZÎ ÎRANÊ Û ŞERÊ BI WEKALETÊ TEHRAN Û WAŞINTONÊ

ALIYÊN KURDÎ YÊN NÊZÎ ÎRANÊ Û ŞERÊ BI WEKALETÊ TEHRAN Û WAŞINTONÊ

Bendeka lihevhatina navbera Îranê û PKK’ê behsa şerê hevbeşê dijî împiryalîzmê dike

Cesedê Qasim Suleymanî li Îranê bajar, bajar tê gêrandin û çavdêr şerê bi wekaletê Îranê bi bihêztirîn egera bersivdana komara îslamî ya Îranê li himber kuştina navbirî didin nasandin, hevdem Îran lihevhatina navokî sirr dike û Ewropa jî dilgiraniya xwe nîşan dide.

Îro roja duşemî 6/1/2020an cesedê Qasim Suleymanî li bajarê tehranê û ji aliyê Elî Xamineyî rêberê komara îslamî a Îranê ve nimêj liser hat kirin û biryare cesedê Qasim Suleymanî bihête hinartin ji bo bajarê Qum û paşan bigihînin bajarê Kirmanê ciyê ji dayik bûna wî û li wir bihê veşartin.

Di merasîma îro ya tehranê de Xamineyî di dema kirina nimêja meyîtan liser cesedê Suleymanî de bi berdewamî digiriya ku ev yek jî diyar dike rêberê Îranê bi kuştina Suleymanî pir tore bûye yan herî kêm wiha xweya dike ku mirina Suleymanî ew pir xemgîn kiriye.

Giryana kesekê ji bo xweştivîyekê dibe normal be lê belê girya Xamineyî di dîroka Îranê de hertim peyamek têde hebûye û supayê pasdaran li himber wan kesên bûye sedema giryana Xamineyî karvedanên tund hebûye. Pirs eve gelo careke din jî wê wiha be û wê supa karvedaneke tund li himber Emerîka hebe? Herçend heya niha tu tiştek xweya nîye lê belê deshelatdarên bçûk û mezn yên Îranê li van çend rojan de soza tolhildanek mezin daye.

 pirsa herî gring tir eve ku dibe awayê karvedana Îranê çewa be?

Li gorey şiroveya çavdêran û bisporên rewşa Îranê, komeke bijardeyan li himber tehranê de hene ji bo vê yekê ku siloganên xwe bikin kiryar û heyfa fermandarê xwe ê pasdar helînin. Êrîşa moşekî bo ser berjewendiyên Emerîka li navçeyê, êrîşa moşekî bo ser Îsraîlê, encamdana teqînan li Emerîka û navendên Emerîkî li seranserî cîhanê, derkirina hêzên Emerîka li nava Îraqê de, şerê saybirî û her wiha şerê bi wekalet bi rêya mîlîşyayên ser bi tehranê li navçeyê, beşekin ji wan bijardeyan.

Her yek ji van bijardeyan pêtvî bi şiyan û têçonên maddî û me’newî heye û her wiha wê bandora xwe liser rewşa Îran û navçeyê jî hebe. Ya ku zelale heya niha berpirsên Îranê naxwazin bi vê rewşa xwe ya şepirze ya abûrî û her wiha bo lawaziya şerîyeta navxwe ku di van çend salên rabûrî de bi awayeke berçav rû bi rûyê wê bûye û li dawî hilçûna cemawerî de li çend mehên rabûrî gihan gopîtkê, xwe tûşî şereke mezn digel wilateke zilhêz mîna Emerîka bikin. Ew bi xwe baş dizanin ku ev şere dibe bi ramana dawî anîn bi 4 deheyan ji deshilatdariya îslamîya li Îranê û xwe parçe, parçe bûna wî wilatê fire netewe û fire ol bîne. Wezareta derve û hinek rayedarên din ên xwedî pêgehên blind li Îranê bi eşkere tekez kiriye ku hez li şeran nakin, anku egera êrîşa raste rast a moşekî ya Îranê ji bo ser berjewendiyên Emerîkayê li navçeyê dibe egerek bihêz nebe. Jiberku Emerîka bi rûnî tekez kiriye ku tu êrîşeke raste rast a Îranê bê bersiv nahêlin û ev yek jî bi wateya despêka şerî tê.

Êrîş bo ser Îsraîlê herçend dibe di demeke kurd de bikare di berjewenda Îranê de be û sîstema berevaniya moşekî ya Îsraîlê “Gunbeda Asinîn”, nekare hemû wan moşekên ku Hîzbollah di êk dem de arastey wî wilatî dikin jinav bibe, dibe hinek ji wan armanca xwe bînin, lê belê karvedana wê dibe bi bihayê jinavçûna wan pêgehên moşekî yên Hîzbollah be ku Îranê bo dema salên dûr û dirêj bi xeric kirina têçonên zor karîye bigihîne Libnanê û weke karteke bihêz li serxistina pirojeya hîlala şî’î bikar bîne. Pirojeyek ku Qasim ê Suleymanî pêkolên zor ji bo encam dane û dibe Îranê nevêt bi karvedana xwe karekê bike ku proje bi temamî jinav biçe.

Derxistina hêzên Emerîkî ji Îraqê kareke hêsan nabe

Egera derkirina hêzên Emerîkî ji Îraqê herçend li parlamentoya Îraqê ku piranya şî’eyên nêzî Îranê pêkanîye, hatiye pejirandin lê belê ji aliyekê cêbecê kirina biryarê dibe hêsan nebe û ji aliyeke din karvedanek wiha nabe ku hem heybeta şikestî a supayê pasdaran û komara îslamî vegerîne û lawaziya ewlehî û serbaziya Îranê pê veşêre. Rewşa Îraqê ji vê yekê şepirzetir tê berçav ku bikare Emerîka ji nav Îraqê derbike. Tramp gefên dorpêçên abûrî liser Îraqê kirin û daxwaza wan têçûyan dike ku waşintnê ji bo damezrandna navendên xwe yên serbazî li Îraqê mezaxtîne ku ev yek jî di rewşa niha ya Îraqê de kareke pir zehmete, hevdem ji bilî piranya sunneyan, beşek berçav ji cadeya şî’eyan bi destwerdanên Îranê di wilatê wan de nerazîne û amade nîne wilatê wan bibe qurbaniya berjewendiyên komara îslamî ya Îranê û dixwazin heybet û aramî û avedaniya di welatê wan de binecî bibe.

Bihêztirîn eger şerê bi wekalete, anku gropên nêzî komara îslamî ya Îranê li şûna tehranê êrîşî ser navend û berjewendiyên Emerîka li navçeyê bikin û bi vê yekê Îran hem wê tevlîheviyan li hundirê wilatê xwe dûr bike hem jî wê xwe ji şerê raste rast digel zilhêzeke weke Emerîka bparêze.

Giropên navçeyê ku dust û hevpeymanên komara îslamî ya Îranê ne û Tehran dixwaze şerê Emerîkîyan pê bike kîne?

Hîzbollah a Libnanê giropên cuda yên heşda şebî ya Îraqê, cîhada îslamî, hosîyên Yemenê û xwe gropên tundrewên nêzî ji Qa’îde û hejmarek ji gropên din ji wan giropane ku çendîn sale pereyan li Îranê werdigirin û komara îslamî berdewam ji bo parastina berjewendiyên xwe wan bikar diîne. Ji van giropan kîjan ji wan amadene şer ji bo Îranê bikin heya niha diyar nîye lê belê îro keça Qasim Suleymanî li ber çavên hezaran xelkê û di merasîma pêşwazî kirin ji cesedê bavê xwe de daxwaz ji Hesen Nesrullah kir ku tola bavê wê hilîne.

Lê belê ya ku peywendî bi kurdistanê ve hey eve ku ciyê daxê ye rejîma dagîrkar a Îranê karîye hejmarek ji rêxistinên kurdistanê serda bibe û zor caran di arasta armancên xwe yên dagîrkarî ew rêxistin bikar anîne. Dijatî kirina referandoma xweseriya kurdistanê û dagîrkirina Kerkûka hertim kurdistanî û dirist kirina tevlîheviyên şengalê û êrîş ji bo ser baregehên partîyên rojhilata Kurdistanê û teror kirina dehan serkirde û pêşmergeyên wan partîyan û topbaran kirina berdewam ya navçeyên sînorî yên başûrê kurdistanê û…beşek ji mînakên vê alîkariyê ne.

PKK’ê soz daye li dema pêwîst milê xwe bide Îranê û şer ji bo bike

Partiya karkerên kurdistanê bi yek ji sitratîjî tirîn hevalbendên komara îslamî ya Îranê di nava kurdan de tê hijmartin û li gorey lihevhatina wan digel Îranê soz daye li dema pêwîst de mil bi milê hev li dijî împiryalîzmê şer bikin.

Dibe niha dema zerûrî û pêwîst be, rêberên Îranê di van rojan de bas li enyeke berevaniya navçeyî li dijî împiryalîzmê dikin, gelo PKK’e wê amadebe di vê zemînê de beşdar be? Ev pirse, pirseke pir girînge û Çavdêrên rewşa Kurdistanê hêvîdarin PKK’e careke din helwestek wiha negire ku mifayê wê ji bo dagîrkarên Kurdistanê û zirar û mal wêraniya wê ji bo neteweya jêrdest û sitem lêkirî ya kurd û xaka dagîrkirî ya kurdistanê be.

Dibe dema vê yekê hatbe ew aliyên ku beramber berjewendiyên berteng yên hîzbî de bûye dar destê rejîma dagîrkara Îranê û di zor pîlanên wê rejîmê de beşdar bûy ku bi tenê armanca wê nexweşî û bedbextî ya zêdetir ji bo kurdan û berdewam bûna piroseya dagîrkariya kurdistanê bûye, çavxişandinekê di wan peywendiyan de bikin û vegerin aliyê nîştîmanî û pêşeroja xwe û neteweya xwe liser rejîmeka dagîrkara Kurdistanê ava nekin ku hindik maye ji bo mirina wê û rojên dawî ji temenê xwe bi şepirzeyî diborîne.

Bi wê hêvîyê ku ew alî li ciyê wê yekê ku bibin dar destê agirê malwêrankerê komara îslamî, bi têhizrîn di berjewendiyên netewî û bilind yên Kurd û Kurdistanê, di wê rastiyê bigihin ku armanca sercem dagîrkarên kurdistanê ku rejîma Îranê jî yek ji wane eve ku dijatî kirina hizra serxwebûn xaz û rizgarîxazane ya Kurdan bikin.

“hêvîdarîn PKK’e bo carekê bi tenê hizir di berjewendiya gelê kurd de bike”

Pêwîst dike di vê rastiyê bigehîn ku Qasim Suleymanî ger ji bo Farsek faşîst qaremanek be ji b me kurdan bîrhînerê xuyna şehîdan û dagîrkirina Kerkûkê û dehan birîn û nexweşî û derbederiyên dine ku li jêr sîbera wî û supayê wî de bi serê me kurdan hatin. Hêvîdarîn PKK’e û aliyên din ên kurdistanê yên nêzî komara îslamî ya Îranê bo carek bi tenê jî be hizir di berjewendiya blind a neteweya me de bikin û şerê bi wekaletê Tehranê û Waşintonê nekşin nava xaka kurdistana brîndar de û di berjewendiya dagîrkaran de nîştîmanê me tûşî nehametiyên zêdetir nekin.

Pustên heman beş