Dirustbûna federasyona kurdistanê û dije hengavên PKK’ê

Piştî sala 2003an rejîma Sedam ya dîktatorî hatiye jinavbirin, başûrê kurdistanê êdî li ser asta navdewletî bo xwedî federasyoneke fermî, PDK’ê û YNK’ê serkêşiya vê qonaxê kir, ev yek ji aliyê PKK’ê ve cihê qebûl kirinê nebû, PKK’ê li himber evê federasyonê li başûrê kurdistanê şer li navçeyên “Botan, Badînan û li komara Zapê” ragihand û hinek dije hengavên din avêtin.
Pêngava yekemîn ya PKK’ê li dijî federasyona başûrê kurdistanê li 1/6/2004an dest pê kir, li vê demê PKK’ê xwast şerek din li himber başûr encam bidet, pirsa sereke ku li vir serhildide eve, gelo çima PKK’ê bo dema 5 salan agirbest digel dewleta Tirk ragihand, lê belê li aliyek din biryara şer li dijî Başûrê wilat stand?
Fermanên Ocalan ji îmraliyê bo Qendîlê bi dilê Tirkiyê bûn
Ya rast pêngava 1ê XizÎranê ne tenê PKK’ê biryar li ser dabû, belku biryareke hevbeş ya PKK’ê û Tirkiyê bû, Ocalan li zivistana 2003an de banga parêzerên xwe ji bo îmraliyê kir, wî nameya xwe ji bo rêxistna PKK’ê û destpêkirina şer bi wan re şand Qendîlê, parêzeran name bir Qendîlê û digel rêveberiya PKK’ê nîqaş li ser kirin, piştre parêzeran dîtin û nerînên Konseya serkirdatiya PKK’ê ji bo Ocalan birin îmraliyê.
Ger ev yek bi dilê dewleta Tirkiyê nebaye, wê çaxê dewlet da biryara qedexe kirina hevdîtna Ocalan ligel parêzerên wî det, lê weke diyar ev pêngav û nîqaşên di navbera Ocalan û parêzeran û Qendîlê de destpêkirîn, pir bi dilê dewleta Tirkiyê bûn, luma Tirkiyê rê pê daye.
Dewleta Tirk ji xurt bûna pêgeha kurdan li başûrê Kurdistanê pir dilgiran bû, hinek leşkirên Tirk li bajarê Silêmaniyê ji aliyê Emerîkîyan ve hatbûn desteser kirin, di rewşeke wiha de PKK’ê nedikarî li (Tirkiyê, Îraqê û başûrê kurdistanî) bihêz bikeve, ger PKK’ê bi fermî şer ragihandiba, operasyon li dervey sînor û li dijî dewleta Tirk kirban, wê çaxê da ji bo dewleta Tirk derfetek dirist be ku li başûrê kurdistanê bimîne. Lihevhatina 1ê Xizîranê ya di navbera PKK’ê û Tirkiyê de, dibe berçavtirîn mînak be ji wan lihevhatinên di navbera wan de hatine kirin, di rewşeke bi vî awayî de PKK û Tirk herdu wê mifadar bin, ew operasyonên li Badînan û Biradost hatine encamdayîn dîsan di berjewendîya herdu aliyan de bûn.
PKK’e ji sala 2012an dibêje: “emê Şemzînan rizgar bikîn, lê belê dihêt û li navçeya Xwakurk çalakiyan dike û ev navçe xistiye bin rehma top, tank û balefirên Tirkên dagîrkar de.
Çalakiyên PKK’ê li başûrê kurdistanî ji bo Tirkiyê hêncet bû ku arteşa xwe bişîne wir, lew hengava 1ê xzÎranê bi dijî hebûna kurdan li başûr tê hesab kirin.
“Herêma parastina Mîdya” rêya dagîrkariyê bo Badînan û Xwakurk vekir
Hengava duyemîn ya PKK’ê avakirina “herêma parastina mîdya” bû ku li jêr vî navî dagîrkariya li ser navçeya Badînan û Xwakurk hate encam dan, PKK’ê li sala 2003an ev navçeye li bin navê “herêma parastina mîdya” birêve birin, li sala 2006an ev herêmê berifreh dibe û PKK’ê navê wê ji bo “herêmên parastina mîdya”.
PKK’e ji sala 2016an heya niha van navçeyan hêdî hêdî ji bo dewleta Tirkiyê çol dike, bera ku dewleta Tirkiyê were vê navçeyê, PKK’ê bi tu awa rê bi hêzên pêşmerge nedaye derbasî wan navçeyan bibe ji bo ku wan navçeyan bparêze, ji bilî vê yekê PKK’e bûye rêgir li himber çûna xelkê gundên dikevin vê navçeyê, heya îro jî PKK’e ji bilî ku nikare van navçeyan bi parêze, yek bi yek ji van navçeyan paşve diçe û dewleta Tirkiyê tê ciyê wan, PKK’ê ev yek jî kiriye sûçên PDK’ê û dibêje: “PDK ji bo dagîrkariya navçeyê alîkariya Tirkiyê dike”.
PKK’e 30 salan li çiyayê Şekîf bû û nikarî 30 demjimêran biparêze
Pêdvî dike mirov bipirse çima PKK’e nikare van navçeyan bparêze?, bo dema 30 salan çiyayê (Şekîf) di dest PKK’ê de bû lê belê di dema 30 demjimêran de ev çiyaye da dest dewleta Tirkiyê, li vir çendîn pirs derdikevin holê wek:
gelo çima PKK’ê 30 salan li çiyayê Şekîf bû, lê nikarî 30 demjimêran li ber xwe bide û bparêze?
gelo dibe di navbera PKK’ê û dewleta Tirkiyê de lihevhatinek hebe?
çima PKK’ê digot: “ger Tirk derbasî Efrînê be, emê şerî veguhêzin Enqerê”, lê li dawyê wê Efrîn bi bêdengî radestî Tirkiyê kir û ne tenê şer ne veguhast Enqerê, belku şer veguhast xaka başûr?
gelo “peywendîya PKK’ê û hevdîtinên Ocalan digel parêzerên wî û Mîtê” ev yek bi PKK’ê kir?, yan jî lawaziya siyaset û şerkirina PKK’ê li himber dewleta Tirkiyê?
PKK’e êdî nikare berdewamiyê bi şer bide
Êdî PKK’e nikare tu deveran li himber wê teknîk û teknolojîya di dest dewleta Tirkiyê de bparêze, gerîlatî gihaye xala sifrê, piştî şikestina PKK’ê di “şerê xendekan” de li sala 2016an, gerîla li Bakûr gav bi gav tesfîye bûye, di herêmên Bakur de PKK’e êdî nikare yek çalakiya serbazî pêk bîne, berevajî qadroyên wê partiyê hatîne kuştin û gerîlayên wan gihane asteke wiha ku mirov dikare bibêje tune bûne, ev yek dibe sedem ku PKK’e nikare berdewamiyê bi şer bide, jiber vê yekê weke pêş niha PKK’e dixwaze şer bêxe di nava başûrê wilat de.
PKK’e hêzên Tirkiyê yên dagîrkar li bakûrê Kurdistanê weke dagîrkar nabîne, lê belê hêzên Kurdistanî li Başûrê wilat weke dagîrkar dibîne û hertim li dijî wan tevdigere.
Li sala 2014an û wexta şerê DAIŞ’ê dest pê krî, Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê xwast kontirolê li ser navçeyên maddeya 140ê bke ku bi “navçeyên kurdistanî” tên nas kirin, lê PKK’ê careke din bi navê Îranê û Tirkiyê xwast bibe rêgir, li himber vê yekê jî hinek bizav û çalakî encam dan, çekdarên PKK’ê bi emrê Îranê û bi çavsaxiya YNK’ê derbasî Kerkûkê bû, bi merema rêgirî kirinê li pêşveçûnên PDK’ê li wan navçeyan, ew pêşveçûnên pêşmergeyan ji bo dubare rizgar kirina wan navçeyan û xistna wan li jêr desthilata Hikûmeta Başûr encam didan.
PKK’e pêş Îranê ve derbasî hinek navçeyên başûr bû
PKK’ê ji Îranê zanyarî wergirtbû ku Îranê hevdîtin digel şandekê herêma başûrê kurdistanê bi seroktiya Nêçîrvan barzanî li tehranê encam daye û di wê hevdîtnê de, Îranê bi zelalî gef li wî şandî kirine û bi Nêçîrvan barzanî re ragihandiye ku ((ger hûn bixwazin dewleteke serbixwe ava bikin, emê başûr bi temamî jinav bibin)), PKK’ê zanî ku gefek bi vî awayî li Nêçîrvan barzanî hatiye kirin, ji ber vê yekê wê xwe nêzî Îranê kir û hejmarek zêde ji çek û teqemeniyan ji Îranê wergirtin, PKK’ê ev çek ji bo dijatî kirina hengavên Hikûmeta Başûr yên dubare rizgar kirina navçeyên veqetiyayî bikar anî, PKK’ê bi navê Îranê zêrevanî li van navçeyan kir, lê PKK’ê nikarî wan armanc û destkeftên ku dixwest bi vê rêyê bi dest xwe ve bîne.