Wilatê Îsraîlê, îro dest bi henarde kirina xaza xweristî ji bo wlatê Misirê kir û li gor lihevhatinekê ku Misir wê 19.5 milyar dolaran bide Îsraîlê.
Wilatê Misirê lihevhatina kirîna xaza xweristî li gel wlatê Îsraîlê îmze kir li gor lihevhatinê, Misir wê bo dema 15 salan xazê ji Îsraîlê hawirde bike û bi kojmê 19.5 milyar dolarên Emerîkî.
Lihevhatina Misirê û îsraîlê dibêje: “Misir wê di dema 15 salên bihêt de, 85 M3 yên xazê ji Îsraîlê bi kojmê 19.5 milyar dolaran hawirde bike”.
Îsraîl dê bi rêya hêleke jêr deryaya li navbera xwe û girava Sîna ya Misirî de, rojane 200 M3 yên xazê ji bo Misirê bişîne.
Berpirsiyarên Misirê û Îsraîlê jî ev lihvehatin bi dîrokî û destpêka çaxeke nû ya lihevhatinên bazirganiya têhnê li Rojhilata Navîn bi nav kirîne.