Bernameya cîhanî ya xwarinê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî eşkere kir, 45 milyon kes li 16 wilatên Efrîkayê li jêr hêla birsê de jiyanê dikin.
Li gor raporeke navenda cîhanî ya xwrnê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve, hatiye: 45 milyon kes li 16 wilatên Efrîkayê bi taybet ji koma wilatên geşepêdana Efrîkaya Başûr li jêr hêla hejarî û birsê de di jîn.
Her wiha dest nîşan kir, ev 45 milyon kes bi sedema hişke saliyê, lehî û her wiha xerabiya rewşa abûriyê, di asta herî dijwar ya birsê û nebûna xwarinê de jiyan dikin.
Di vê derbarê de, Lula Kastiro birêvebera herêmî ya bernameya cîhanî ya xwarinê, dibêje: Qeyrana birsatiyê li van 16 wilatan gihaye astekî herî dijwar bi awayekî ku rêxistina Neteweyên Yekbûyî pêştir ev ast nebihîstiye.