ABÛRA ÇÎNÊ NIZIMTIRÎN AST LI 30 SALÊN RABÛRÎ DE TOMAR KIR

GEŞEYA ABÛRÎ YA ÇÎNÊ NIZIMTIRÎN AST LI 30 SALÊN RABÛRÎ DE TOMAR KIR

Hevirkiya bazirganî dinavbera Waşintonê û Pekînê bi sereketirîn egerê daketina geşeya abûrî ya Çînê tê zanîn.

Abûra komara gelê Çînê li sala 2019an de bi tenê 6.1٪ geşe bi xwe ve dîtiye û ev nizimtirîn asta geşeya abûrî ya wî wilatîye di dema 30 salên rabûrî de. Bisporên abûrê hevrikiya bazirganî ya dinavbera Pekînê û Waşintonê bi sereketirîn eger ji bo daketina geşeya abûrî ya Çînê didin zanîn.

Ajansên nûçeyan li gorey zanyariyên navenda amara wilatê Çînê, ragihandiye ku abûra vî wilatî di sala 2019an de bi rêjeya 6.1٪ geşe bi xwe ve dîtiye, herçend dibe ev rêjeya geşeya abûrî ji bo hinek wilatan weke xewnekê be, lê ji bo wilatek mîna Çînê ev yek weke qeyran û karesat tê hesibandin.

Li gorey ajansa nûçeyên Elmanyayê li sala 2019an asta geşeya abûrî ya komara gelê Çînê bi himber kirin digel sala 2018an, zêdetir ji 0.5٪ daketin bi xwe ve dîtiye.

Li gorey zanyariyên navenda amarên Çînê, geşeya abûrî ya vî wilatî di sala 2019an de gihaye nizimtirîn ast di dema 30 salên rabûrî de û bisporên abûrî giringtirîn eger ji bo vê daketinê vedigerînin ji bo hevirkiya abûrî ya dinavbera Çînê û Emerîkayê de.

Hikûmeta Tiramp bi merema hevsengkirina teraziya bazirganî ya wilatê xwe digel Çînê de gomirk li ser sedan milyard dolarên kalayên hawirdekirî yên li Çînê dihên nava Emerîkayê de zêde kir.

Li gorey zanyariyan, benkên Çînê bi merema bilind kirina asta geşeya abûrî ya wilatê xwe di sala rabûrî de 2.44 tirilyon dolar qer dane berhemhênerên biçûk û navendî û ev yek jî di dîroka vî wilatî de bêhempa bûye.

Benka cîhanî pêş niha daketina asta geşeya abûrî ya Çînê pêşbînî kirbû, ev benke wiha texmîn dike di salên bihêt de geşeya abûrî ya Çînê wê daketinê bi xwe ve bibîne û bihayê 5.9٪ bo sala 2020an û 5.7٪ bo sala 2021an texmîn kiriye.

Pustên heman beş