Dagîrkirina Rojavaya Kurdistanî giringtirîn sedema kêmkirina alîkariyên darayî yên Ewropayê ye
Tora medyayî ya “Fonke” ji zardevê berpirsê siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropa ragihand bi rêjeya 75٪ alîkariyên darayî wê ji bo Tirkiyê werin kêm kirin û giringtirîn sedem jî ji bo vê yekê ji bo êrîşa dagîrkariya Enqerê li ser rojavayê kurdistanê da zanîn.
Ajansa Firensa bi piştbestin bi raporeke tora medyayî ya Fonke, belavkir ku Jozêf Boril, berpirsê siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropa, di nameyekê de ji bo parlamentoya Ewropayê nivîsandiye ku alîkariyên darayî yên vê Yekîtiyê ji bo Tirkiyê di sala 2020an de wê bi rêjeya 75٪ werin kêm kirin.
Li gorey wê raporê, Jozêf Boril, parlamentoya Ewropayê agahdar kiriye ku kêmkirina alîkariyên darayî ji bo Tirkiyê bi egera êrîşên supayê Tirkiyê bo ser rojavayê kurdistanê û her wiha pêkolên ne yasayî yên vî wilatî ji bo derhînana xaza siruştî li Zeryaya Sipî û li nêzî Qubrisê ku yeke ji endamên Yekîtiya Ewropayê vedigerin.
Alîkariyên darayî yên yekîtiya Ewropayê ji bo wan wilatane ku dixwazin bibin endam di Yekîtiya Ewropayê de bi merema berev pêş birina demokrasiyê û geşeya abûrî ya wan wilatan.
Gotubêjên Enqerê û Yekîtiya Ewropayê bi merema endametiya Tirkiyê li Yekîtiya Ewropayê de dema çendîn salane bi temamî hatîne ragirtin.
Dûrketina dewleta Tirkiyê ji serweriya yasayê û pêşêlkirina bihayên demokrasî ji aliyê wî wilatî ve bi sedemên sereke yên rawestandina van gotubêjan tê zanîn.
Supayê dagîrkar yê Tirkiyê li destpêka heyva Oktoberê li sala 2019an, di êrîşeke dagîrkarî de çendîn navçeyên Rojavayê Kurdistanê dagîrkirin û li zor aliyan de tawanên cengî dijî kurdan encamdan. Armanca Tirkiyaya dagîrkar jinavbirna xelkê wan navçeyên kurdistanê û cêgîr kirina nêzî 2 milyon ‘Erebên Radîkal li wan navçeyan, ku ser bi gropên terorîstî yên nêzî Tirkiyê ne.
Rojavaya kurdistanê ji aliyê yekîneyên parastina gel, YPG’ê ku ser bi PKK’ê ne dihatin birêvebirin û Tirkiyê ev yek kir hêncet ji bo dagîrkariya ser Rojavayê Kurdistanê.
Şervanên kurd roleke mezin di pakij kirina wan navçeyan ji terorîstên DAIŞ’ê hebû, zor caran di ajansên nûçeyan de bas li vê yekê dihat kirin ku rêxistna terorîstî ya DAIŞ’ê ji aliyê Tirkiyê ve tê piştevanî kirin.