ŞIRKETA BP XWE JI KERKÛKÊ VEKIŞAND

ŞIRKETA BP XWE JI KERKÛKÊ VEKIŞAND

Şirketa BP ya weberhênana petrolê biryar stand xwe ji kerta petrola parêzgeha Kerkûkê vekşîne.

Li gor ajansa “REUTERS”ê şirketa Birîtanî ya BP ku ya tayîbete bi berhem anîna petrolê biryar stand xwe ji kerta petrola parêzgeha Kerkûkê vekşîne piştî hevbesta wê ya lêgeranê bi dawî hatî.

Reuters ji hinek çavkaniyên şirketa BP veguhastiye ku şirket berdewamiyê bi karên xwe li Kerkûkê nade jiberku qebareya hebûna petrolê li wê parêzgehê ne li gor pêşbînyan wane.

Xwe vekşandina şirketa BP li demekî de tê ku hejmarek ji şirketên berhem anîna petrolê li Îraqê helsengandina karên xwe li Îraqê dikin bi sedema nebûna ewlehiyê bi taybet paş aloz bûna rewşê li navbera Emerîka û Îranê de.

Şirketa BP daye zanîn ku wan Hikumeta Îraqê haydar kiriye ku ew dê xwe ji kertê petrola Kerkûkê vekşin.

Pustên heman beş