PKK e sêhirbazî û çîroka yekîtiya netewî

Hêza PKK’ê ya sereke sêhirbaziye, sêhirbazek wê desmaleke vala nîşa bide wê hejînit û nava wê de çûçikekê derxînit, yanjî qefesekê ku çûçik têdeye dê pateyekê havêjit ser û çûçik dê berze bît, PKK’e eynen wihaye, tiştekê heyî weke neyî, tiştekê neyî jî weke heyî dide nîşandan jiber vê yekê jî bizava PKK’ê, bizaveka sêhirbaziye.

Sêhirbaz ji temaşevanan gelek çepkên mezin werdigire lê belê hemû hêza wê li ser xapandina çava ye, mesela dema li ser dîkî, Marekê di qefesê de jinav dibe lê belê ger bi rastî metirsiya marî hebe nikare tu tiştan bike, PKK’e jî wihaye sêhirbaziyekê dike û dê xwe wekî herî bihêz, wilat parêz, û herî Şervan  bide nîşandan, lê dema xetere rast be dujmin ber bi wî ve tê nikare sêhirbaziya xwe nîşan bide, mesela PKK’ê li ser şerê Rojava wiha digot:” hemû dinya pêtivî me ye, heker Emerîka nebe jî emê serbikevîn, heker em neban Emerîka şiyanên şerkirinê nebû…..”. Lê belê di şerê Efrînê de jiberku alîkarya hêzên ji derve nebû ji bilî demekê û bi windayên mezin neçar man Efrînê berdin (li gel Tirkiyê peymanek girêda û derkeftin).

Hêzên Emerîka li ser sînorê rojava û Tirkiyê vekşan Serê Kaniyê, û Girê Sipî dinavbera 10 rojan de hat berdan, dema ku em van rastiyan dibêjîn nayê wê ramanê ku ewên şer û berevanî ji wlat krî û şehîd ketî bihayê wan  kêm dikîn, ew ji bo me cihê rêzek mezinin lê belê di rastiyê de PKK’ê wiha da xweya kirin ku wê şerekê pir mezn encam bidet lê diyar bo ku şerek pir biçûk rû da, ew şer jî ruha xwe ji dîroka kurdîniyê digire û berxwedan bi wê hat kirin.

Bê goman sêhrên sêhirbazî bi dawî nahên, PKK’e li rojava çûna xwe ya nebaş ji bo ku pêşiyê lê bigirîtin dîsa dest bi sêhrên nû kirin, vê carê li bin destmala Yekîtiya Neteweyî derket.

Gelo PKK’e û Yekîtiya neteweyî dikarin bi hevdu re bin

Dema PKK’e tengav dibe çend siloganan bi kar diîne, yek ji vane gotna Yekîtiya Neteweyî ye lê belê di rastiya PKK’ê de, di fîkra wê ya aydolojîk de armanca wê ya stratejîk da, dijî rastiya terzê Yekîtiya Neteweyî ye, PKK’e dibêje pêwîste kurd li tehranê bibin îranî, li Tirkiyê bibin Tirk, li Îraqê bibin Îraqî û li sûryê bibin sûrî, vê yekê bi esas digre, PKK’e vê gotnê ne bi tenê ji ber sedemên siyasî dibêje, bi rastî jî dixwaze civaka kurd bi van dewletan ve bihên girêdan, ger wiha nebe ne digot Şengal parçeyeke ji Îraqê û ala Îraqê ne dida destê ciwanên Êzdî û nedibû parçeyek ji çeteyên heşda Şeibî.

Belê PKK’e ji Yekîtiya Neteweyî hez nake, PKK’e ev sê mehên dawyê ye di bas kirin li Yekîtiya Neteweyî bi tenê ji bo alîgrên xwe ye ku bibêjinê lê binêrin em dixwazîn Yekîtiya Neteweyî çêbibe, li derdorên xwe jî çend hunermend û çend nivîskar û sê çar partiyekan kom dike û xwe weke xebatkarên Yekîtiya Neteweyî dide nîşandan, pey re dibêjin tiştê  ji bo Yekîtiya Neteweyî dike ser milên min, min bi cî anîn, lê belê, lê binêrin PDK’e nayê vê xetê, siyaseta xendekan ya sala 2016an û teslîm kirina Efrînê li sala 2018an û heman demê ev dagîrkirina rojava ya vê dawyê diyar kir ku PKK’e di sîyasetê de pirr lewaze û gelek hêza xwe jî winda kiriye, her sal dibêje ev sal sala zaferê “serketinê “ye îsal emê dujminê xwe jinav bibeyn, bi vî rengî piropaginda êdî gel pê bawer nake, PKK’e ji bo î’itîbara xwe di nava gel de ser rast bike xwe wek meqdûr dide nîşandan û weke hêza esas ya Yekîtiya Neteweyî di parêze xwe nîşan did, di rastî de PKK’e ne digel Yekîtiya neteweyî ye, bi tenê ji bo ku î’tîbara xwe nû bke, hêzê kom bike û alîgrên xwe bêxe ser xet van gotinan bi kar diîne.

PKK’e ji bo ku vê armanca xwe pêk bîne li ser çarçoveya sitratîjiyekê hereket dike, lingê vê sitratîjiyê ya sereke medyaya wane dema dihêt xwestin êrîşê li ser PDK’ê di rawestîne û her roj li ser Yekîtiya neteweyî nûçeyan belav dike û ji bilî şerê rojava li ser kurd û kurdistanî nêzîk bûneke nerm dida nîşandan, lê belê lingê duyê yê vê sitratîjiyê dbêje tsiştê min dikarî encam bidim, min encam da lê bnêrn hêza Yekîtiya neteweyî dixwaze bi tenê ezim û ev çend rojên dawyê ne dîsa dest bi reş kirina PDK’ê kiriye û dibêje nayê Yekîtiya neteweyî gelo ez çi bikim, yanî sêhirbaz ew xencera berê wê li netewa kurd weke Yekîtiya netewa kurd dida nîşandan. Li 18/1/2020an li Amedê bi navê xebata Yekîtiya neteweyî civînek hat lidarxistin, yên beşdarî vê civînê bûy (DiTK, DiBP, HiDP) bûn, ev partiye hemû ewin yên li Bakurê kurdistanê li ser xeta PKK’ê sîyasetê dikin û armanca wan ya sereke eve ku pirojeya Tirkiye bûnê pêk bînin, ne mumkîne ku bizaveke siyasî hem Tirkiye bûnê armanc bke hem jî Yekîtiya neteweyî bparêze ev herdu mesele li dijî yekin û di gel hev du di şereke berdewam da ne û du nêzîk bûnê siyasî yên ji hev cudane.

Li vir ez pirsekî biçûk dikim, ew dewleta ku rê nade HDP’e xwe bilivîne çewa çêdibe îcaza xebata Yekîtiya Neteweyî bidetin, gelo dewlet jî ji aliyê mijûl kirina kurdane?? Belê misoger we ye dewlet dizane ku ev xebate her hemû wê bê encam bimînin li ber vê yekê jî dixwaze kurd hevdu mijûl bikin, HDP û PKK li Enqerê Turkçîtiyê li Amedê jî weke kurdistanî bizavê dike û bi vê sedemê jî Yekîtiya Netewa Kurd xistiye rewşeke wiha ku pêngavekê beref pêş û du pêngavan beref paş diçe.

Kurdan pêwîstî bi vê sêhirbaziyê nîne, kurdan pêwîstî bi  Yekîtiya neteweyî ya rast heye, destkeft û hebûna gelê kurd di bin metirsiyê da ye, Yekîtiya Neteweyî bi şûyên siyasî û konsertan bicî nayê, pêş her tiştê bi fedakariyek û nîqaşeke rasteqîne pêk dihê û pêwîstiya wê jî bi stratejîya neteweyî û bernameyeke rêxistinê heye, PKK’e pêwîste dest ji vê sêhrbaziyê berde pêş her tiştê medyaya xwe li ser xeta dijminatiya kurd derxîtin, divê ewên ku bi kod navan meqalan dinivîsin, weke Duran Kalkan û Mistefa Karasu van kiryarên xwe yên dijminatiya dinavbera kurdan gor dikin, dev jê berdin.

Pustên heman beş