Li her cihê ruhê Kurdistanî hebe, Barzanî jî lê hene…

Di 31 ê Tîrmeha 1983’an de Kurd rastî jenosîdekî mezin hatin. Hêzên girêdayî rejîma Seddam yek bi yek li ser gund û malan de girt û di nava çend rojan de 8 hezar pîr û kal û zarokên Barzanî kom kirin û birin bîyebana. Saddam Huseyin bi gotina “me ew şandin dojehê” ve jenosîd piştrast kir. Lê dema 22 salan hestiyên van kesên enfalkirî jî nehatin dîtin.

Enfala Barzaniyan beşek ji jenosîdên din ên li Kurdistanê bû. Û Barzanî bi taybetî ji bo vê jenosîdê hatin hilbijartin. Barzanî tenê ne ji ber nasnameya binemalî hatin qetilkirin, Barzanî jiber armanc û temsîla wan ya siyasî, Cemawerî û olî bûn hedefa hemû dagirker û kolonyalîstan. Ji ber vê remza Kurdayetîyê jî hatin enfalkirin.

Serpêhatîyê vê rêbazê di sala 1850’an de bi desthilatdariya Mihemed Barzanî li Barzan dest pê kir. Barzaniyan li dijî sîstema ku Kurdistan parçe kir, yekem dijberiya bi rêxistinkirî nîşan da. Despêkê Barzanî li dijî plana Komîteya Îttîhad û Terakkî ya avakerê dewleta Tirk a nijadperest derketin û bûn remza şeref û kerameta miletê Kurd. Ev rêbaza serneçem û xweragir îro jî berdewam e.

Şêx Ebdulselam Barzanî, Şêx Ehmed, rêberê nemir Melle Mistefa Barzanî, û piştî wan Îdrîs Barzanî û Mesûd Barzanî bûn rêber û pêşewayên vê rêbaza pîroz. Yanî ala fikrî û tekoşîneke siyasî ya Kurdistanî bi pêşengiya Barzaniyan ev 130 sal e dest bi dest tê bilindkirin û hejandin.

Xeta têkoşînê ya ku Barzaniyan bilind kir, di dîrokê de astengîyên mezin jiya, komkujî, sirgûn û enfal dîtin. Lê ev rêbaz her ku diçû zêdetir mezin dibû. Nemaze di salên 1900 î de, Barzanîyatî ji sînorên konfederasyona eşîrîan derket. Pêşî bi navê KDP bû partiyek, lê ji vê jî derbas bû. Bi demê re Barzanîzm veguherî paradîgmayeke xwedî prensîbên fikrî, siyasî, felsefî, olî, rêxistinî, parastinî û mebdeyên civakî.

Serok Barzanî di kongreya 14emîn a PDK’ê de ev yek bi van gotinan anî ziman. “Tenê bi Cemedaniya sor nabin Barzanî, Barzanî dibistan e”

Belê, îro Barzanî li her derê ne. Barzanî li Zaxo, Xanqîn, Silêmanî, Kerkûk û Şengalê ne. Ne tenê li Başûrê Kurdistanê, ji Efrînê heta Dêrsimê, ji Mahabatê heta Mêrdînê, ji Amedê heta Amêdiyê li her derê Barzanî hene. Barzanîzm sîstemeke bîr û baweriyê ye ku her kurdekî ku bixwaze Kurdistan ji dest dagirkeran were azad kirin berê xwe dide vê rêbazê.

Her wiha berovajî vê yekê jî, li ku derê dijminê Kurdistanê hebe, dijminê Barzanî ne jî. Hemû hêzên ku dixwestin kurdan bê statû bihêlin, pêşî êrîşî Barzaniyan kirin. Ji bo vê jî tevgera Barzanî di dîroka xwe ya sed salî de bi Împeratoriya Osmanî re dest bi nakokiyan û şer kir. Ji bo ku Kurd di nexşeya Rojhilata Navîn de bê statû bimînin, Îngîlîzan êrîşî Barzaniyan kirin. Dewleta Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiye ji bo ku erdnîgariyek bê Kurd ava bikin, destpêkê êrişî Barzaniyan kir û ji bo ku Kurdan ji Barzaniyan veqetînin xebatek bêhempa meşandin.

Îro jî derdorên ku dixwazin Kurdan bê statû bihêlin li pişt êrîşa li ser Barzaniyan hene. Ji nijadpersetên herêmê bigire heta Heşdî Şeibî û PKK’ê li dijî Barzaniyan di nava êrîşê da ne. Ev êriş tenê ne fîzîkî ne heman dem dixwazin Kurdan manîpule bikin û li dijî nirxên Barzaniyan derxînin. Barzaniyan ev 130 sal in bi xwîn û xwêdan kêlî bi kêlî ev tevnê neteweyî dariştin, lê her tim di bin êrişekî dijwar da ye. Ev jî şopdarên zîhniyeta Saddam a faşîst in ku 8 hezar Barzanî bi saxî binax kirin.

Gelek dijminên Barzanî hene. Lê Barzanî, yanî em, yanî Kurdistanî, yanî mirovên dildar û dilsozên Kurdistanê yên li her çar aliyên Kurdistanê, li pişt gotina Şêx Ehmed disekinin: “Jiyan hemû bi helwestek bi rûmet pêktê”.

Belê, dijmin gelek in û zalim, bê prensîb û li pişt derewên tarî ne. Lê Barzanîtî ev 130 salin xilas nebû ji ber ku heta Kurdistan hebe xeta Barzanî jî wê hebe. Barzanîzm rihê Kurdistana azad e.

Pustên heman beş