Biratiya gelan û erdheja Bakurê Kurdistanê

gelo yên zirar dîtî û mirî Tirkên resenin yanjî Tirkên çîya

Piştî wê erdheja li Bakurê Kurdistanî li şeva 24/1/2020an çêbûy û bûye sedema zirar û zîyanên herî mezin li Bakurê Kurdistanê, tişta herî balkêş û pir xem ev bû, dema hatye eşkere kirin piştî erdhejê pirsa herî zêde ku li nava Tirkiyê de Tirkan li berisva wê nêrî di nava înternêtê de ev pirse bû “gelo yên zirar dîtî û mirî Tirkên resenin yanjî Tirkên çîya” ku her kes baş dizane mebest ji vê pirsê û mebest ji Tirkên çiyayî kîne!

Ev pirsa ku zortirîn caran geran li dûf berisva wî hatye kirin di Google de pirseke sade nîne belku hovîtiya Gelê Tirk ew Gelê ku niha Ocalan û PKK bi taybetî giropa Enqere yê dixwazin weke bra bi kurdan re bidin nasîn û qebûlkirin, nîşan dide, hovîtiyek wiha ku dibe ev rengê hovîtiyê dinava giyandaran bi degmen bihêt dîtin.

Gelo biratiya gelan ji ku derê hat?!

A rûhin û eşkere ye ku paş girtna Ocalan û teslîm bûna Ocalan di zîndanê de, Ocalan bi piraktîk kete di xizmeta Tirkiyê de û xwast ji bo ku xwe bparêze, stratejîya ku PKK’ê pêş wê xebat ji bo dikir û li ser wê sitratîj û esasê bi hezaran ciwan û xortên kurd gihane nava wê rêxistnê de û canê xwe kir qurbanî, biguhere û bas li tiştekê wiha bke ku xizmet ji bo Tirkiyê têde hebe, ew sitratîj jî biratiya gelan bû ku Ocalan bê ku li serkirdatiya PKK’ê vegere bê ku kesekê ageh jê hebe di kujîyên tarî yên zîndana îmraliyê de biryar li ser da û bi rêya parêzerên xwe weke fermaneke îlahî ji giropa Enqerê re şand.

Ocalan û PKK’ê bi vê stratîja nû ku bê goman stratejiyeke bi tenê dikeve di xizmeta gelên serdest li ser kurdan hemû soz û armanc siloganên xwe yên berê ku ciwan û xortên kurdan canê xwe li ser dana bû ji bîr kirin, bi vê yekê PKK’e ji stratîja dewleta mezn a kurdistanê hate ser wê yekê ku bi tenê bas li mafên zor biçûk yên kurdan di çarçûvê wlatên dagîrkarên kurdistanê de bke, û gelê kurd bi tiştek wiha ve mijûl bike ku tu caran wê pêk nehê.

Bi berçavgirtina wê yekê ku di şerê siyasî de kurdan pêtvî bi çûne nav kûrahiyên felsefê û şerê zaravên siyasî nîne, hindî pêtvî bi siyaseteke Rîyalîstî û Piragmatîk hey, lê dîsan Ocalan dixwaze wî şerî bi felsefeya şiklaniyet û Eqlaniyetê bi rêve bibe. Ocalan heya niha li bin bandora tiştên destpêkî û komek biha û gote gotan ku bi tu away digel derencamên ketwarî de hevnagire. Bi berçav wergirtina wê yekê ku heya niha Ocalan digel tiştên nû û ketwarî û derencam û karîgeriya wan di qada siyasî ya Tirkiyê de mamele nekiriye, heya niha jî ew li bin bandora bikar anîna çemkên jeng girtî yên ser demê şerê sar û çerxên Kolonyalîzma Portugal û Spanya û Holenda û dewletên din yên mîna wan de ye di navçeyê de.

Bikar anîna çemkê Împiryalîst û hevşêweyên wê li ser demê tek cemseriya cîhanê de, ji bilî xwe xişîm kirin ji cewhera doza neteweyekê zêdetir tu ramaneke din nîne. Ew biratiya gelan ku Ocelan û PKK liser di peyvin, digel bahoza hevrikî û berjewendiyên hêzên herêmî û navdewletî jinav çûye û çidî vegera wê ne mumkîne.

Bi kurtî em dikarin vê yekê bas bikîn ku bas kirin li biratiya gelan bi taybetî biratiya dinavbera kurdan digel gelên din weke “Tirk, Ereb û Fars” ku bi dirêjahiya dîrokê hêza xwe ji xuyna kurdan wergirtiye û hertim bi xuyna kurdan têhnîne tu watayeka xwe nîne ev yek bi tenê ji bo xapandina kurdan û xizmetkirina peymana millî ya Tirkiyê ye.

Her dema gor digel Pezî bo bira wê demê wê Tirk jî digel Kurdan bibin bira, ev rastîyek pir tehle.

Pustên heman beş