Xetere li ser deverên “Doskî û Mizîrî” ya heye

XETERE LI SER DEVERÊN"DOSKÎ Û MIZÎRÎ" YA HEYE

Parta karkerên Kurdistanê PKK’ê li vê dawyê hêz û gerîlayên xwe ji navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê paşve dikşîne derdorên bajaran, PKK’ê çendîn armanc ji vê yekê hene, giringtirîn armanc, alozkirina deverê ye ji bo ku deverên nêzî bajaran bikete deverên serbazî û behaneyekê ji bo tirkiya dirist biket ku wan navçeyan bombebaran biket.

Her çewa Segê nêçîrê li dûv bêhnê diçe daku nêçîrê bike, bi heman awa dewleta Tirkiyê jî li dûv PKK’ê ketîye lê bi cudahiyeke biçûk ku ew jî eve, ev Sege naxwazît PKK’ê nêçîr bike belku dixwaze bi behaneya bêhna PKK’ê hemû kurdan nêçîr bike, û PKK’e bi tenê alaveke ji bo vî karî, belê cihê daxê ye ku PKK’e bi tenê karasaniyê ji bo dagîrkariya Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê dike.

PKK’ê piştî deverên sînorî yên dinavbera Başûrê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê radest dewleta Tirkiyê kirî niha hêzên xwe ji bo kûrahiya Başûrê Kurdistanê vekşandine taku bi vî away behaneyan bidet dest Tirkiyê ji bo bombebaran kirin û dagîrkirina Başûr bi temamî.

Bi sedema hebûna PKK’ê gundên navçeya (Nêrwe û Rêkan, Nihêlê), pêş niha hatîne çûl kirin û PKK’ê dest danaye ser wan gundan û xelkê wan gundan niha nikarin ji dor ve jî gundên xwe bibînin, li vê dawyê jî PKK’ê xwe kişandiye gundên Doskî û Mizîryan daku wan gundan jî bi derdê gundên navçeyên din bibe, li van gundan jiyan ew qas bi zehmet ketiye ku ti yek ji gundiyên wan gundan naxwazin li gundên xwe bijîn û neçar dimînin qesta bajar û bajarokan bikin herçend li bajaran jî bi zehmet dikarin debara jiyana xwe bikin lê çavê gundiyan li êmnahiya bajaran ya dor ji PKK’ê û Tirkiyê ye ger na ti caran ew warên xwe bi cî nahêln.

Weke diyar niha Tirkiyê emir bi PKK’ê kiriye ku xwe nêzî bajarên Başûrê Kurdistanê biket taku Tirkiyê bikare bi behaneya wan were bi Başûr bi temamî dagîr bke, her ji ber vê yekê ye ku niha PKK’e bi erebeyên xwe li nava gund û bajarên Başûrê Kurdistanê hatin û çûnê dike û bi eşkere dibêje vaye em li virîn li dûv me werin, ger mebesta PKK’ê ev nebe gelo çima PKK’e xwe naveşêre?! Axir li kîjan ciyê cîhanê çêbûye rêxistineke weke PKK’ê bi eşkere di nava gund û bajaran de bê û biçe?! Gelo qay ev yek lojîkiye hêzeke partîzanî bi vî awayî tev bigere?!

PKK’e dixwaze weke çewa rojavayê Kurdistanê kire cîyekî serbazî weha navçeyên Doskî û Mizîryan jî bike navçeyên serbazî û rojane bikevin bi rehma top û teyareyên Tirkiyê de, çewa bi siyaseta şaş a şerê xendekan li Bakur bajarên Kurdan wêran û radestî Tirkiyê kirin, çewa xortên kurd danan ber rehma lolyên tifeng û Tankên dewleta Tirk her bi wî awa jî Başûr bike di tengasî û statoyek bi wî rengî de, lê belê ev yek pirr zehmete jiberku niha gelê kurd bi giştî û bi taybetî gelê kurd li Başûr fêrî leyistokên PKK’ê bûne û êdî wan baş nas dikin.

PKK’e li Başûrê welat kar li ser hest û sozên gel dike, PKK’ê ew ciyên li Başûrê kurdistanî xistiye jêr desthilata xwe bi herêmên parastina mîdya, Herêma Heftenînê, Herêma Zapê nav dike lê belê her dema Tirkiyê van navçeyan topbaran bke yanjî bixwaze dagîr bke bi herêma Kurdistanê nav dike û di medyayên xwe de wiha dide diyar kirin ku Başûrê Kurdistanê hat dagîrkirin û Hikûmeta Başûr ti helwestek li ser vê dagîrkariyê nîne, niha li hinek navçeyan PKK’ê şaredariyên xwe danîne û Hikûmeta Başûr ti desthilatek li ser wan navçeyan nîne lê belê li dema êrîş li ser van navçeyan tê kirin ji aliyê dewleta Tirkiyê ve ew weha xweya dikin ku êrîşî ser Hikûmeta herêmê hatye kirin, herçend PKK’e rê nade Hikûmet desthelatên xwe li wan navçeyan bikar bîne, ew dixwazin bi van karên xwe gelê Başûr li dijî Hikûmeta xwe yaxî bikin.

Pustên heman beş