JIBER BAC NEDANÊ PKK’Ê KARGEHEK LI STENBOLÊ ŞEWITAND

JIBER BAC NEDANÊ PKK’Ê KARGEHEK LI STENBOLÊ ŞEWITAND

Pêş du rojan li bajarê Stenbolê taxê Kuçuk Çekmece, kargehek hat şewtandin û diyar bû ku yên ev şewat pêkanî alîgirên PKK’ê ne, 7î vê mehê li îmareyekî li tebeqa pêncê kargehek şewitî bû, eve bibû mijara nûçeyan, îro ev şewata çêbûy, giropeke ser bi PKK’ê ve bi navê şaneya tolhildana Adil Gite xwe binav dike berpirsyariya vê yekê bi stuyê xwe ve girt, Lê belê bi çi şiklan ne PKK’ê ne jî ew giropa bi vê çalakiyê rabûy ev yek zelal nekir ku gelo aye ev kargehe, kargeha dirust kirina bombeyên dewleta Tirkiyê bû yanjî kargeha dirust kirina wesayîta yan cilên leşkirî yan amûrên serbazî yên dewleta Tirkiyê bûn, yanjî kargeha hejarek kurde ku razî nebûye Baca bi zor bidet PKK’ê yanjî kesek wilatparêze ku digel hizrên PKK’ê da nîne û bi tometa sîxor bûna wî kargeha wî hatye şewtandin û weke her car wê paş çend salên din PKK’e daxwaza lêborînê ji malbata wî xwaze û bibêje, ev kes kesek wilatparêz bû û bi şaşitî me ew çalakî li dijî wî encam daye?

Li gorî nûçeyeke ajansa ANF ya ser bi PKK’ê ve diyar bû ku ev şewat ji aliyê şaneya Adil Gite ve hatiye encamdan û ev çalakî bi belavokê jî hatiye belav kirin, li gorey vê belavokê li derbarê kargehê de ev agahî hatîne dayîn 7î Şiwatê saetên şevê şaneya bi navê şehîd Adil Gite, kargehek li bajarokê Kuçuk Çekmece îmha kiriye, ew kargeha tebeqa serî ji aliyê endamên me ve hatiye şewtandin, encamên vê çalakiyê de kargeh bi temamî hatiye îmha kirin, heman dem vê belavokê de tê gotin em li ser binemayê berxwedana û şehîdên qehreman bê rêber Apo jiyanê qebûl nakîn, li ser xeta şehîd Vîyan “hûn roja me tarî nakin, li bin rêberiya şehîdên me heya serketinê emê berxwedana xwe bidomînin, heya em kompiloya navdewletî parçe parçe bikîn, emê ruha xwe ya tolhildanê mezn bikîn, li her derê û her demê emê bi vî away çalakiyên xwe bidîn domandin”.

Gelo çi mifa di van çalakiyan de heye?

Merhelên destpêka avabûna PKK’ê li sala 1976an û vir de hertim xwedî hêzeke çekdar bûye lê mixabin ev çalakiyên ew pê pesnên xwe din ji dewletê pitir mîlatê sivîl û kesên ji bo wê mixalif bûyne armanc ev jî weke rexneyeke berdewam li ser PKK’ê tê girtin, bi taybetî di van mehên dawyê de ev reportajên rêveberên PKK’ê didin bê navbir gefên kuştinê li xaînan û sîxuran dikin û ji bilî van gefan di demekî kurt de li başûrê kurdistanê li herêma Heftenînê mirovekî sivîl ji aliyê PKK’ê ve hat kuştin, di navbera van 40 salên tekuşîna PKKê de gelek însanên sivîl bi hinceta sîxoriyê hatin armanc kirin lê piştî demek derbas dibe diyar dibe ku ev kesên hatiye înfaskirin bê sûç û gunehin, bi sedan bûyerên bi vî şiklî PKK’e berpirsyariyê dide ser milên berpirsên xwe yên herêmî û wan tawanbar dike û carna jî neçar dibe lêborînê ji wan malbatan bixwaze, mînak li 27/9/2017an bi tometa sîxoriyê sivîlek bi navê Mehmûd Bazancîr tê kuştin, ji bilî wî li sala 2018an biryargeha navendî ya HPG’ê bi daxweyanîyek nivîskî lêborînê ji malbata wî dixwaze, ew daxweyanî bi vî şiklî ye: “27/9/2017an li ser kuştina Mehmûd Bazancîr me gelek lêkolîn kirin kuştina wî şaşitîyek bû ji aliyê me ve hat dîtin ew bûyerên serhev hatî şikên me li ser Mehmûd Bazancîr dirist kirbûn û qena’etê ji bo me çêbibû ev kes sîxoriyê dike, lê li gorey lêkolînên me ev Mehmûd Bazancîr kesek ji malbateke wilatparêze ti peywendiyên xwe yên sîxorî nîne em ji malbata wî û derdorên wî lêborîn û sersaxiyê dixwazîn.

JIBER BAC NEDANÊ PKK’Ê KARGEHEK LI STENBOLÊ ŞEWITAND

Mixabin bi vî şêwazî lêborîn jiyanên winda bûyî careke din zîndî nake, ev bûyera Mehmûd Bazancîr ne bûyereke lokale, bûyerên bi vî şiklî hertim dubare dibin û di nava civakî de jî bûye cihê metirsiyê, zaro hêtîm dimînin, malbat belav dibin û însanan rû bi rûyê felaketên mezin dihêle, babê xwedan 8 zarok hat kuştin, li roja 25/6/2018an li navçeya Bazîdê babekî xwedî 8 zaroyan bi navê Mewlûd Bengî yê 46 salî bi stûnekî elektirîkê ve tê girêdan û bi demanceyê hatî kuştin tê dîtin, û 8 zarokên wî di nava hejariyê de hêtîm dimînin, ti kurd sîxoriya dewletê na ecibîne lê belê kêmasiyên xwe li ser mirovan ferz kirin bi vî sedemê jî bê lêpirsîn û dûvçûn însan kuştin gelek zirarek mezin daye gel.

JIBER BAC NEDANÊ PKK’Ê KARGEHEK LI STENBOLÊ ŞEWITAND

Ji bo çi însanên sivîl tên armanc kirin?

Pêş ku em bikevîn nava mijara, ji bo çi PKK’e hêza xwe li dijî mixalifên xwe bikar diîne, dixwazîn çend sedeman rêz bikîn:

1-            PKK’e hertim dixwaze desthilatdariya xwe ne bes tenê li ser sîxoran belku li ser hemû dewrubera bide hîskirin û bibêje çek di destên min de heye û ez çi bixwazim ezê wê bikim.

2-            bi taybetî li van salên dawyê ji bilî ku hêza xwe ya çalakvaniyê berze kirî û gelek windayî çêbûy, PKK’e dixwaze hinek çalakiyên bi deng bike.

3-            ji bilî binkeftina şerê xendekan ji bo alîgrên xwe li ser hev kom bke ew çalakiyên nisbî tên kirin jî bi rêka vîdyoyan tên belav kirin weke çalakiyên mezn tên diyar kirin, bi vê jî dixwaze peyamê bide ku hêjan hêza wê zîndî ye, li ser xwe ye û tengezar nebûye.

Gelo PKK’e dixwaze împeratoriya tirsê ava bike?

Herêmên ku PKK’e li ser desthilatdar bi şiklekî tundî dijwariyê bi kar diîne û bi vê jî dixwaze bi tirsê xwe di herêmê dê bicî bike, li Ewropa demdirêjî metirsiya PKK’ê li ser kargehên kurdan hebû û bi vê tirsê jî her sal diravekê zêde dida PKK’ê, heman dem li Bakurê Kurdistanê jî ji ber ewlehiya karê xwe gelek dewlemend û karsazan bacekî mezin dida PKK’ê heya ewqas pêşde diçû ku nakokîyên dinavbera malbatan û Eşîretan û şirketan dibû mijara gef û kuştinê.

PKK’ê ev dijwarî ne tenê bi şewtandin û kuştinê bikar diîna li dijî rewşenbîrên kurd û mixalifên xwe şerekî deronî jî bikar diîna, rexne girtinek biçûk li ser PKK’ê dibû sedem ku to dernekevî ser şaşa telefizyonê û ti meqalan nenvîsî û heman dem di nava alîgrên wê yên Ewropa to dihatî pişt guh xistin û eve weke kempînekê dihêt birêvebirin, ew hunermend nahên guhdar kirin, CD yên wan nahên kirîn, konsertên wan tên betal kirin, pirtûkên wan nahên kirîn, helbestên wan nahên guhdar kirin û bi temamî ji qada civakî û siyasî dihêne rakirin, peyameke bi vî şiklî dihête dayîn “serê kanîyê bin destê mine, ez wenakem to avê jê vexoy”.

Ger em vegerîn serî li Stenbolê kargehek tê şewtandin, yên şewitandî dibêjn em bi navê gelê kurd vê çalakiyê encam didîn û her weha emê ruhê xwe yê tolhildanê mezn bikîn û li her der û her demê em wê van çalakiyan pêk bînîn, lê mixabin haya gelê kurd lê nîne ku ev çalakî bi ç sedem dihêt encamdan.

Şêwazê PKK’ê yê dijwariya çekdarê pirr xelete ev ne şaşitîyek yan çalakiyek lokalî ye ku di astek biçûk de be, eve şêwazê PKK’ê yê dest girtina milletî û dabeşkirina wî û heman dem rewşekî fikrî ye jî, em dubare dibêjîn ev şêwazê we yê xebatê zirarê dide gelê kurd digel rêz û silavan…

Pustên heman beş