Keç teşiya dayê dirêse û kur kivanê bavê dikêşe

KEÇ TEŞIYA DAYÊ DIRÊSE Û KUR KIVANÊ BAVÊ DIKÊŞE

Di nav kurdan de hinek gotin û pend hene ku ji kevin de were ji bo kurdan mayne û kar li ser dikin, hinek ji wan gotin û pendan ciyê serinc rakêşana piraniya gelê Kurdin û zor caran di dîwanan de bikar diînin ji bo îsbat kirina axaftin yan bûyereke taybet bi tiştekî ve, lê evcare emê bas li gotneke kurdî bikîn ku hinekê wê gomanê li ser rastiya wê gotnê peyda ket, ew gotin jî eve ku kor kivana bavê dikêşe!

Mam Celal sûnd bi Kerkûkê dixwar û bi kilîla çareser kirina pirsgirêka gelê kurd dizanî lê kurê wî Kerkûk bi take rê ji bo dest xistna pere dizanî

Zor caran bas li Kerkûkê û şoreşên kurdan tê kirin jiberku kurdan yek ji mezintirîn şoreş di dîroka xwe de kire qurbanî û razî nebûn dest ji kurdistanî bûna Kerkûkê hilgirin, Mam  Celal Talebanî keseke ku zor caran bas li kurdistanî bûna Kerkûkê kiriye û zor caran bi xaka Kerkûkê sûnd xwarine, bo mînak Mam Celal di mîtîngek cemawerî de li sala 1992an de dibêje: “kes nikare agirê Babe Gorgor vemrîne, heya Kurdek li dinê mabe Kerkûk bajareke Kurdistanê ye, ez wiha difikirim ku Kurd wê destan ji hemû Kurdistanê berde lê ti kurdek nîne destan ji Kerkûkê berde, yek Kurdê bişeref nîne kurdistanî bûna Kerkûkê red bke, Şengal û Teleifer û Zumar here beref xarê Xaneqîn û Mendelî û Bedrew Cesan her hemû xaka pîroza Kurdistanê ye, hezaran sale bav û bapîrên me ev xake parastiye û ji bo me hîştiye, ji bilî vê yekê niha kurd xwedî hêzeke pêşmergeyan a qehremane ku roj bi rojê bihêz dikeve û xwe ji bo rizgarkirina tevahiya Kurdistanê amade dike, çavê me li bistek ji xaka kesê nîne lê sînorê Kurdistanê çiyayê Hemrîne wate heya ku Hemrîn mabe sînorê xwarê yê Kurdistanê ye bi kûrahiya çavê dujminên Kurdistanê, kilîla çareserkirina pisgirêka gelê kurd Kerkûke û tenê Kerkûke û wê her Kerkûk bimîne”.

 

Paşan Mam Celal li 9î Şubata sala 2004an de bi cara yekem di rûniştinek encûmena hukim ku li wê demê Îraq bi rêya wê encûmenê ve tat birêvebirin, nexşeyekê mezin ê her 4 parçeyên Kurdistanê ku yê serdemê Osmaniya bû blind kir û têde ev yek selmand ku navçeyên dikevin sînorê maddeya 140 ser bi Başûra Kurdistanê ne, ev yek jî bo dukomêntek dîrokî ji bo gelê kurd ku pişt re bi roja murafea mezin hat nav kirin.

Lê belê kur û birazayên mam Celal her tişt serobin kir, kur û birazayên Mam Celal li 16ê Oktobera sala 2017an her tişt guherî û diyar kir ne gîya li ser rehurîşalên xwe şîn dibe, ne jî kor kivana bavê dikêşe, van kesan di îxaneteke nîştîmanî ya bêhempa de, ew bajarê bav û mamê wan sûnd pê dixwar û bi kilîla çareserkirina pirsgirêka gelê kurd dizanî bi du destî pêşkêşî dujminan kir û axaftinên Mam Celal her hemû bi drew derxistin û wan jî li ser ekranên TV yên lokalî û cîhanî yên  HD murafieya xwe ya mezin eşkere kir û ragihand bi îmze ya 38 kesan ji endamên serkirdatiya YNK’ê me biryar bi radest kirina bajarê Kerkûkê da, kur û birazayên Mam Celal ne bi tenê bi vê îxaneta xwe Kerkûk bi tenê radestî dujminan kir belku bûne eger ku pêtrî 50٪ ji xaka başûrê Kurdistanê bikeve destên dujminê kurdan.

take tişt ku kur û brazayên mam celal ji wî fêr bûy îxanet bûye

Mala Mam Celal li Silêmaniyê dikeve ser gireke blind ku hemû Silêmaniyê û xelkê wê dikare li pencerên wê malê de bibînî, li ser dema Mam Celal mala wî hertim a pirr bû ji mêhvanan, hertim komek ji serok û serkirdeyên kurd û Ereb û biyanî li mala wî bûn, hertim Serok Eşîr û zelamên olî û rewşenbîr û nivîser li vê malê û li ser sifreya vê malê bûn, tu caran sifre vala nedima lê belê piştî çuna Mam Celal êdî ev male bûye malek ku bi tenê pêşwaziyê li kesên weke Qasim Suleymanî û Ebadî û kesên mîna wan dujminên kurd dike,  ew hejmara zor ya dust û hevalên Mam Celal bi dirêjahiya pêncî salan li xwe kom krî, her paş nexweş ketina Mam Celal hêdî hêdî bi bêdengî kêm û kêmtir bûn heya ku gihaye astek wiha ku Mam Celal li dema nexweş ketina xwe bi tenê digel zaroyê yek ji kurên xwe li ser mêzek req henean bike û kes li cem wî nebe.

A rast ti wateyeke xwe nîne kesek 40 salan digel Mam Celal da bijît û mezin bibît, lê belê ti sîfatekê wî ê baş negire, a rast ji bextê reşê me kurdan take tişt ku kur û brazayên mam celal ji wî fêr bûy îxanet bûye û li şazdê oktoberê çav li îxaneta bav û Mamê xwe ya sala 1966ê kir.

Pustên heman beş