Binyata giropa aydolojîk ya Ocalan û PKK’ê weke hemû rêxistinên çep û Markisî li ser senteralîzma demokrasî hatiye ava kirin. Ji bo vê yekê jî kongre, konfirans û komîteyên cuda yên karî dirist kirîne, lê belê giringiyeke wiha daye aliyê senteralîzmê ku aliyê demokrasiyê di nav de hatiye pişt guh avêtin. Di vê çarçûvê de rola serok ku li ser partê re dibînin ku bi vî away PKK’e ji pirensîbên rêxistineke Markisî avêtîye der.
PKK’e Apo li pêş kurdistanê û kurdayetîyê didane
Bi giştî netewe, Nîştîman û rêxistina xwe bi hebûna Serok ve girêdayî ye. Bo mînak silogana “Ocalan – Kurdistan” ji vê hizra şaş û ne demokrasî hatye wergirtin, her ev bûye sedem ku paş girtina Ocalan hemû girevên alîgrên PKK’ê bi van siloganan bihên birêvebirin “bê serok jiyan nabe”, “bijît serok”, anku bi vî away PKK’e Ocalan li pêş Kurdistan û Kurdatiyê didane û hemû alîgirên xwe jî bi vî away perwerde dike, bi rengeke wiha ku ev yek li cem wan bûye rastî û ketwarek bê şik û goman! PKK’ê bi van siloganan Kurdistan û kurdayetî û her hemû bihayên vî nîştîmanî di kesatiya Ocalan de bi dawî anîn û weha dide diyar kirin ku bê hebûna Ocalan Kurdistanek serbixwe û azad ti wateyeke xwe nabe.
Ev yek tiştek nûye di dîroka gelê kurd de ku hemû bihayan di yek kesatî de bibînin û wiha hizir bikin ev kes bi tenê dikare Kurdistanê azad bke û pêwîste her kes îrade û baweriya xwe radestî wî kesî bke, lê belê di dîroka cîhanê de ev yek tişteke nû nîne belku pêş niha li wilatek mîna Îranê de jî li ser dema Reza Şahê pehlewî hebûye, silogana “Xoda, Şah û Mîhen” anku “xwedê, Şah û Nîştîman” bi wê ramanê ku piştî xwedê, Şah li nîştîmanî bi nirxtir û pîroztire, li cem PKK’ê jî ev yek hat tesbît kirin ku Ocalan ji nîştîmanî bi nirxtir û pîroztire.
Ti kes di PKK’ê da nahên wergirtin heya xwe û îradeya xwe radestî Ocalan neke
Di PKK’ê de mîna hemû partîyên din ên mîna wê aydolojîk serok bi tenê biryarê dide û hemû Qadro û endamên din, çi ew endamên ku di kongireyan de ji bo serkirdatiyê tên hilbijartin û çi yên din, pêwîste bê dudilî û pirs kirin fermanên Ocalan cêbecê bikin û ti kesekê maf nîne li himber biryarên wî de lawazî û du dilîyê nîşan bide. Bi rengeke weha ku ti kes weke PKK’eyî nahêt wergirtin taku ew kes xwe û îradeya xwe radestî Ocalan neke û kesatiya xwe di Ocalan de nebîne. Li ser vê yekê Cemîl Bayik di pirtûka “Dîrokek Ji Agirî” ku li ser dîroka PKK’ê hatye nivîsandin sebaret rola seroktiyê di nava PKK’ê de dibêje: ” serokatiya me ji destpêkê teoriya şoreşê nivîsandiye û girop jî damezrandiye û wî bi xwe jî ev girop perwerde kiriye. Heya niha jî serkirdatî bi xwe serkêşiya rêxistnê dike… Dema ku emir û telîmat ji me re dihatin ew bi tenê bes bûn, dem li dest me karên xwe encam dida… Bê ku ti danûstandinê li ser encam bidîn. Ev yek jî aliyeke pirr giringe di PKK’ê de”.
Bawerbûn bi serokatiyê di nava PKK’ê de diyardeyek siruştî nîne ku mirov bikare weke rêxistinên din lê binêre, serok di nava PKK’ê de li ser rêxistnê daye heya wî astê ku dema kesek weke endam di nava PKK’ê de tê wergirtin pêwîst dike yekem car bawerî bi Ocalan hebe û ew pê qebûl be, her wiha weke pêş niha me amaje pê day pêwîste ew kes xwe di Ocalan de bibîne û wî li ser Nîştîman û rêxistnê de bibînît, anku pêwîste Ocalan li cem wî kesî pîroztir be ji kurdistanê, li ser vê yekê Cemîl Bayik dibêje: ” kêm caran di rêxistinekê de serokatî di pêngava yekem de tê qebûl kirin. Li serokatiya Lînîn binêrin, heya sala 1912an paşan seroktiya Lînîn tê qebûl kirin. Raste di giropa Belşevîk de dihat qebûl kirin, lê belê di parta Komonîst a Rûsya de ev yek nîne. Lê belê di dîroka me de her li roja yekem heya niha serokatî hatiye qebûl kirin. Bi berçav wergirtina vê dîtinê di çarçûvê vê nerînê de: ” dema to hatî nava partiyê de, dê xwe û îradeya xwe teslîmî partiyê key û bibêjî ez hatîme erk û kar li kuderê ye û ez biçim kuderê, amademe li gorey berjewendiyên partiyê kar bikim, wateya kesê partî eve, li dervey vê yekê ti kes nayê qebûlkirin”. Dibe her li ber vê şêwazê têhizrînê be ku Cemîl Bayik li sala 1996an de biryar day 7 gerîla bihên qetil kirin bi rengek herî hovane dema ewan gerîlayan nexwestî biçin wan ciyên ji bo wan hatî dest nîşan kirin erkê xwe cêbecê bikin, û xwastî ku ciyê wan were guherîn, lê piştî ev babet digehe guhên Cemîl Bayik dibêje: beran bikin şelên wan gerîlayan de û wan bihavêjin robarê de, ev yek mînakek zindîye ji hezaran mînakên din yên weke vê ku Cemîl Bayik bi ciwanên kurd yên nava partiyê de kirîn.
Cemîl Bayik dîsan her di vê pirtûkê de dibêje, di nava PKK’ê de serok dikare guherînan di biryarên kongirê de bke, xwe hilbijartina endamên komîteya navendî di kongireyan de tişteke şiklî ye û her dema serok bixwaze dikare endamên di kongirê de hatiye hilbijartin ji ciyê wî lade, yanjî guherînan di navbera endamên hilbijartî yên kongirê û kesên din de bike, ji bo îsbat kirina vê axaftina xwe em dikarîn li vê biryara kongira duyemîn ya PKK’ê binêrîn: “komîteya navendî ya hilbijartî, lê belê a fermî nebû. Taku bibe Komîteyeke fermî pêwîst bû bo dema salekê bixebite û bi piraktîkî xwe ferz bike. Desthilata vê yekê jî bi serok re hat dayîn wate endametî ya seroktiyê bi tenê fermî bû û yên din ne yên fermî bûn. Tiştê bi vî rengî bi tenê di nava PKK’ê da tê dîtin û di nava ti partîyeke din da nayê dîtin. Jiberku di PKK’ê de pirsa şoreş û partî li ser hemû tiştekê tê danîn daku partî û şoreş nekevin xetereyê”.
Bi kurtî em dikarîn vê yekê beyan bikin ku organize kirina PKK’ê li ser rengê damezrandina mekteba siyasî “Konseya serkirdatiyê”, komîteya navendî “serkirdatî” li ser kaxezê, bi wê ramanê nayê ku serok û endamên PKK’ê bawerî bi wan organ û biryardana bi kom hebe, belku di PKK’ê de bi vî awayî bawerî bi biryara bi kom heye ku serok biryarê dide û yên din cîbicî dikin.