23yê vê mehê rojeveke girîng li Kurdistanê hebû li Enqere kongira çaremîn ya HDP’ê hat lidarxistin anku hevserok hatin hilbijartin. Heman dem ji bilî dema 20 salan Galatasaray cara yekem li erdê Fenerbahçê da bi ser Fenerbahçê da serkeftin anî, bajarên mezin yên Bakurê Kurdistanê Amed, Wan û batman bi hezaran însan derkeftin kolanan û serkeftina Galatasaray bi coşek mezin pîroz kirin.
Dema ku kolanên bajarên kurdistanê bi serketina yaneya Galatasaray bo cihê pîrozbahiyan li navçeya Wanê Elbak (Başqalan)ê jiber sedema erdheja Bakurê Kurdistanê şînî ji bo mirîyên xwe dikirin û bi dehan zarok û eyal ji derve di nava berfê de li ber agirê çolê li bin parçeyên naylonî de xwe stare dikirin.
Ew dayka dixwest zarokê xwe germ bike û hewara xwe dibir cem xweda ew Kurdistan bi xwe ye û kesê agahî ji wê nebû di hundirê xwe de digevizî, heman dem giropekî ku Tirkbûyîn jêre çêbûy li kolanên bajarên me pîrozbahiya yaneya Galatasaray dikir heya li Amedê li ser her du yaneyan bi kêran rabûn hev du li duh roja 23ê Şubatê dîmenên Kurdistanê ev dida nîşandan li Bakurê Kurdistanê gel weke du tebeqa dabeş bûye eve ne weke zengîn, hejar, gundî û bajarî cudabûneke. Ev yên bi Tirk bûnê serkeftî û yên nebûye Tirk weke du beşên cuda xwe dide diyar kirin.
Gelo rastiya vê bi Tirk bûnê çiye?
Peyva Tirkbûyîn weke biratiya gelan, aştî, jiyana hevbeş û gelek peyvên wek vê yên hestiyar û meisom dihêtin erkdar kirin lê ev peyveke politîke, dema ku li ser peyvekî politîk û rêveberî zelal kirinek bi hestiyarî û meinewî bihête kirin mirov dizane ku cewherê vê peyvê dihête veşartin jiberku bûyerên paradîkma siyaset û rêveberiyê li gel hestyariya takekesî ne guncayî bû, mînak biratî peyvek şexsî ye lê belê siyaset berjewendî ye, şirîkatîye, tifaq û stratejî ye, gel nabin bira gel weke aliyên mafên hevbeş û berdewam kirina hebûna xwe roja xwe û pêşeroja xwe misoger kirin heya pêk nehêt pirsgirêkên dinavbera serdest û bin dest çareser nabin. Bi kurtî Peyva biratî yê dinavbera Tirk û Kurdan de peyveke politîke di rastiya heyî da çi wate bo nîne, heman dem Kurd û Fars, Kurd û Ereb weke bira dîtin jî peyveke politîke û çi berjewendiyên Kurdan têde nîne.
Bi taybetî PKK’ê piştî sala 1999ê bi fermî aydolojiya xwe li ser biratiya Kurd û Tirkan ava kir lê belê çi destkeft ji bo Kurdan dirust nekirin, berevajî ji bo kurdistana Bakur bûye bingehê asmîlasyonê.
Pîrozbahiyên yaneya Galatasaray li batman, Amed û Wanê Diyar dikin ku ev xeta biratiyê serkeftin aniye mînak gelê Hewlêrê eger yaneya Bexda Barcelona jî bin bêxe pîrozbahiyan lê nakin rexmê ku statoyekî wan yê fermî jî bi Bexda re heye lê dîsa jî nasnameya neteweyî li vê mijarê da erkdare û helwesta rast jî eve, pêwîste yê bindest baş bizane yê serdest çend bi hêz be rizgar bûna wî ew qas zehmete.
Di welatekî bin dest da ji siyaset heya abûrê, pîşesazî heya werzişê, hiqoqê heya zanistê hemû herêmên jiyanê da bi hêz bûn dibe bingehê kûr kirina bindestiyê, yê ku siroda wan komara Tirkiya demokratîk be, Îranekî bi hêz be bi ç awa nikare nûneratiya pêşeroja Kurdistanê bike, di kongira HDP’ê ya çaremîn da hevserokê berpirsê karê rêxistinî Elîcan Unlî ” di kerbên her kesê da ez dibêjim em ne partîyeke kurdî ne belku em partîyeke Tirkiyê ne” ev gotna hatî kirin ne bes tenê ji bo kongira HDP’ê belku ji bo van 20 salên rabûrî ew hizra ser Kurdan hatî feriz kirin dîtina wê pir giringe.
Gelo Elîcan Unlî di kerbên kê de wê Tirk bûnê dirust bike? Ew dixwaze ji bo kê îsbat bke? Ji bo çi b hêrseke mezin û bi serbilindî ev tişte got? Kerbê dê digel kê bike? Heya em berisva van nebînîn em nikarîn HDP’ê fam bikîn.
Tirk bûn xweş dîtina dagîrkariyê ye
Berya niha dagîrkaran bi tenê xwe weke fîzîkî, erdinîgarî û aborî dixwest xwe bimeşîne lê îro siyasetekê entegrasyonê bikar diîne anku yê hatî dagîrkirin ne tenê erdinîgarî ye belku mejîke, armanca wan bi hemû awayî dagîrkirina hebûna gelê kurde.
Dagîrkarî yekem car ji hizrê dest pê dike ti dijwarî û zordarî ti caran nikare mirov û civakan dagîr bke, serkeftina dagîrkariyê bi dagîrkirina dila mayînde dibe, siyaseta Tirk jiber dîroka xwe ya kevnar dizane ku yê hatye dagîrkirin dê çewa bi rêve bibe, dewleta dagîrkar ya Tirk ji bo ku dilê Kurdan dagîr bke du rêk pejirandin, rêya yekem bi olek hevbeş (îslam) li ser civaka Kurd bandoreke mezin dirust kir lê belê dîsa jî nekarî bi hemû awayî civaka Kurdî bêxe bin bandora Tirkiyê, ya duyemîn piroja Tirkiyebûnê ye Peyva Tirkiyebûnê weke rastîyeke dagîrkarî nayê dîtin mînak jinek ku hemû rojan qutanê ji zelamê xwe dixwe û li bendê bimîne ku dê zelamê wê çêbe bi wî halê xwe yê êxsîr û lawaz rastiya me ya civakî jî di nava vê peyva Tirkiyebûnê de dihête vê wateyê.
Tirkiye bûn şêwazê koletîyekî bi rezamendî ye, siyaseta dewletê ya Tirk kirinê li gorî çarçûvê bernameyekê pêngav pêngav bi rêve diçe, serok komarê berê yê Tirkiyê Silêman Demîrel sala 1992an digot pirsgirêka Kurdan nîne, em rastiya Kurdan qebûl nakîn li pey vê gotna wî siyaseta dewletê bi awayek bingehîn hat guhertin û otoasmîlasyonê dest pê kirin bi esasê wê da ev 28 sale kurd bi vê politîkayê dihên helandin bi taybetî jî paradîkma Ebdulla Ocalan ya komara demokratîk bû palpiştê vê piroja asmîlasyonê ji wê dîrokê heya niha PKK’e şerê gerîlayan dimeşînin bi 10 hezaran ciwan bi tenê li Bakurê Kurdistanê canî xwe ji dest daye bi hezaran hatîne girtin gelo ev hemû ji bo demokratîk kirina Tirkiyê hatin kirin yanî Kurdan zaroyên xwe ji bo komara demokratîk kirin qurbanî.
Kesên xwediyên nerîn û cewhera wilatparêziyê heyanî dawiya vê kongirê jî hişyarî didan navenda HDP’ê ji bo hevserokên baştir hilbijêrin, kurdekê digot Pervîn Buldan ne hêjayî vî erkî ye lê di rastiya HDP’ê da kî ji bo seroktiyê were hilbjartin jî encamê nikare biguhere jiberku prisgirêk ne di HDP’ê daye belku prisgirêk di stratejîya PKK ya siyasî daye, peyva Tirkiyebûnê di rastiya xwe ya piraktîkî da Tirk bûn ava kir, kêşeyekî din ya esas jî eve ku rewşenbîrên kurd ev peyva Tirkiyebûnê zelal nekir.
Tirk bûn danîna serê Tirkan li ser leşê Kurdane.
Galatasaray di yariyê da serkeftinek mezin bi dest xwe xist, paş 20 salan karî serkeftinê li ser Fenerbahçê tomar bke Kurdan pîrozbahî lê kir, lê mixabin ewê Fenerbahçê û Galatasaray ê dema dagîrkirina Rojavayê Kurdistanê bangewaza alîkariyê ji bo artêşa Tirkiyê dikir, rêveberê teknîkî yê Galatasaray Fatîh Terîm gotarek taybet belav kir û got em piştevanên arteş û leşkerên xwe ne heya dawyê, em bi welat û miletê xwe ve heya dawyê wê li ser lingan bîn.
Gelo kurdek ji bo çi alîgirê yaneyek bi vî awayî ye, jiberku kurdên Bakur êdî Tirkiyebûnê normal dibîne, Tirkiyebûn dihête wateya li ser leşê Kurdan danîna serê Tirkan tiştê li kongreya HDP’ê jî de hatî jiyan kirin jî tekez kirina vê hizra Tirk bûnê ye, gotnên Eelîcan Unlî jî ne kerbekî beramberî dewletê ye berevajî kerbeke li dijî wan Kurdên Tirkiyebûnê qebûl nakin, bi sitemkarî dibêje Kurdan çima hûn nabin Tirk, dibêje me mejî û ser kir Tirk êdî emê vê nesaxiyê belavî hemû leşî bikîn.
Êdî li Bakurê Kurdistanê kurd weke kurdên Tirk bûyî û Kurdên Tirknebûyî parçe bûne, HDP û PKK serkêşiya Kurdên Tirk bûyî dikin ji ber vê jî di kongirê da HDP serkeft, Galatasaray serkeft, Kurdê wilatparêz jî heker ne xilas jî bibe lê belê pirr lawaz û sernekeftî ye.
Ev rewş bi zanist û rêxistinkirinê wê were derbas kirin bi tenê pêwîste kurd bizanin ku Tirkiyebûn û Tirk bûn di bingehê xwe da yek tişte, em bi hizrên nû ji nû ve dest pê bikîn.